Mamosteyên Komela Nûbiharê Sêlik (Plaket) Girtin

1

Piştî qursa zimanê kurdî (asta yekem) bi dawî bû xwendevanan bawernameyên xwe girtin. Piştî dayina bawernameyan, mamosteyên komeleyê Mehmet BOZKOYUN (Bavê Zlalê)  û Hecî YILMAZ (Siddiq  Gorîcan) sêlik (plaket) girtin. Sêlik a Mehmet BOZKOYUN ji aliyê Muslih SEZER (Xeşmêr) ve, sêlik a Hecî YILMAZ ji aliyê Henîfî TAŞKIN (Sîpanî) ve hate dayîn.

Mamoste Mehmet BOZKOYUN got: ” Xewna min a bi salan bû ders dayina zimanê Kurdî. Xwedê kir nesîb û komeleya Nûbiharê ev derfeta da min ez bextewarim. Zimanê Kurdî her hebî, Nûbihar her hebî.”  Piştî axavtina Henifî TAŞKIN û Adîl YILDIRIMÇAKAR bername bi dawî bû.

Parbike

1 Yorum