Li Êlihê Ji Komeleya Nûbiharê “Panêla Zimanê Zikmakî”

0

Panela Zimanê Zikmaki bi alikariya Pirtukxaneya Nûbîhar ya  Êlîhê Pêk hat. Moderatör Parêzer M. Rauf Çiçek got ku “ Zimanê kurdî di saziyan de tu derîde nayê bikaranîn. Ev kêmasi ya meye ji û ya devletêye ji. Kêmasiya me gerek em nakokiye ji nav xwe de derxin, zimanê xwe malên xwe de li hemû deran mijul bibin. Zarokên xwe bidin hezkirin û hev re kurdî biaxivin. Xwedî zimanê xwe derkevin. Dema ku em xwedi zimanê xwe derkevin dê tu kes zimanê me bi hêsanî nikaribe qêdexe bike. Gerek em pêşi hemû tiştî Xweda Têala razî bikin. Hemû ziman âyetên Xweda Têala ne. Pêwîst e em alikariya zimanê xwe bikin.”

Mamosteyê ji Zaningeha Muşê Nevzat EMİNOĞLU; Gotina xwe de pêşi behsa giringiya ziman û etîmolojîya wê, jêderka  wê kir. Hew wiha got ku: “Ziman ji mayînê tê. Ji peydabun wî şekli ketîye jiyana kurdan. Ziman û jiyan, ziman ji bo kesetiyiya insan hêlîn e. Ziman war û wargehve, gora zanistên Avrupayê îi wek perçek biyolojêk yê insan e. İnsan dawiyê de dizivirê bal warê xwe disa. Ziman hem ji bo war û wargehê, nirx û cevherê diqêdire . Ziman nasnameya neynika insane. Ziman tenê ne ji bona ragihandinê ye. Ziman rih û demara milletekî ye. Netewek bi zimanê xwe geş dibe. Xizmeta ziman kutsî û piroz e ji bona neteweki.”

Mamoste got ku: “Xeterê li ber ziman sê tiştin. Ya yekem; Globalizm e dibêjin dinya weke gundekî kiçik e. Gerek zimanek hebe, ne hevce zimanekê dî ye. Ya duyem; ziman pasifize dikin û bandorê datinin li ser zimanê zikmaki, perwerdehîya wê qedexe dikin. Dema vê dikin hemu tişt bi zimanê serdest tê çêkirin. Ya sêyem; Devletên  netewî ku li ser nijadperestiyê ava bûne. Nahêlin ku zimanên din li xwe zêde bikin. îro em dibinin ku devletên Avrupayê di kolejên xwe de ji Zimanê Zikmakî qedexe nakin.

Moderatör parêzer M.Rauf ÇİÇEK; “Welatê me de pirsgirikên zimanê me tu car xelas nebûye. Heviya me ew e ku rojekî pirsgirêk xelas bibin.”

Rêvebirê kovara Nubiharê Suleyman ÇEVİK; “Zimanê Kurdî ji beşa Hind-Avrupaye. îro Kurd coğrafya dinyayê de parçe parçe ne. Çanda Kurdan ji dema Baba Tahirê Uryan ve dest pê kirîye. Ehmedê Xani, Melayê Cizêri, Melayê Bateyî, Mela Xelilê Sêrtî, Mela Êliyê Findikî, bi sedan alimên pir hêja nêv kurdan de rabune. Çanda kurdan ya klasik bi wan awa bûye.Van kesan ji zimanê zikmakî re xizmetek pir giring kirine. Lewra saya medreseyan ev ziman wenda nebûye. Lê milletê me pir xweditî li wan nekiriye. Kurdî tu caran nêv zimanen fermi de neboriye. Lê ew alimên me yen pir hêja dîsa vale nemane. Zehf berhemên hêja dane bona zimanê kurdî. Xebatên pir rumet kirine.”

Çevîk wiha berdewam kir: “..Lê dema ku zimanek iqtidara wê tune be ew ziman zêde geş nabê nêv cihanê de. Disa ji alimên me xxediyê ziman derdikevin medresê de feqe dersên wan bi kurdî dane û çapa pirtukên kurdî kirine. Haya ji zimanê kurdî mane.” Piştî wan gotinên xwe behsa diroka ziman dom kir got ku; “Ji xeyni aliman zanistên Kurdan jî xizmeta vî zimanî kirine belkî ne asta wan de bin ema wan jî xizmetek pir bi rûmet kiriye. Çapa pirtukên Kurdî bi zimanê latinî kirine. Zehf behrem dane, komel awa kirine, cemiyet awa kirine. Rojname û kovar deranîne. Malbata bedirxaniyan aliyê Zimane Kurdî de xizmetek pir mezin kirine. Abdullah Cevdet, prof.Qanatê Kurdo û zanistên din ji xizmeta ziman kirine. Zanistên kurdan dibistan jî vekirine. Ya yekem; Dibistana Meşrutiyetê ya Kurdan, ya duyemin Dibistana Xoyê di wan herdu dibistanan de xwendevanên wan hebune û perwerdehiya xwe bi zimanê Kurdî kirine. Dibistana yekem İttihad Teraqî girtiye. Ya duyem salekî Rusyayê dom kirîye. Tirka di tevhida tedrisat qanuni de Kurdî qedexe kiriye.”

Lêkoliner û Nîvîskar Abdullah ŞAHİN; Di gotina xwe de behsa nêrîna Seyda Beduîzeman ya li ser Zimanê Zikmaki kir. Şahîn wiha axivî : “Seyda bi projeya xwe ya medresetuz Zehra dixwaze ku xwedî zimanê kurdî derkeve. Gerek em haya ji zimanan tewan hebi. Le zimanê zikmaki hebûna merivan e hewce ye ku em zimanê kurdî biparêzin. Em mecburê zimanê xwe ne. Seyda nesihet û irşada xwe pêşiyê di nav kurdan de dest pê kiriye. Hinek insan jê dipirsin hun çima xwedi zimanê zikmaki hewqas derdikevin em ji dibêjin ku madem Xweda alem afirandiye, ziman ji xweda afirandiye, insan ji xweda afirandiye em ji bona vî qasî xwedî vî zimanî derdikevin. Hinek dibêjin armancên we yên sîyasî hene. Em dibêjin  ziman âyetin Xweda ne hun neheqiyê li me dikin. Em zanin ku hîna jî ew vê fêhm nakin. înşallah paşê dereng nebe. Lê em dirênin hîna nakokî nev miletê me xelas nebuye. Hîna milletê me ditirsê, xwedî miliyeta xwe, zimanê xwe dernakevin. Ev tiştên hanê İslamîyet xwe dide insanan. Dema meriv li wan xwedî derkewe ji ola islamê dernakewe. Tirsa milletê me alê Olê ve ye. Ziman âyetên Xwedane bila kes ve ji bîr neke. Seyda dibêje Zimanê zikmakî dema were ihmal kirin wek darek pir fêkî ye. Meriv xwedî wê darê dernekeve ew dar dê hişk bibe diçe. Seyda sê mektebên Kurdistanê de dixwaze ku perwerdehiya kurdan di wan mekteban de pêk bînin.

Gerek hukumet ji bona hemû miletan xizmetê bikin ku milet paş nemînin. Dema devlet vê neke wê nakoki û tekilhevî çêbe. Mesela îro gotinê me seraste dike. Ustad xwedî miletî derket ji bona cehaletî û nakokî di nav wan de rabe. Eger hûn yekîtiyê dixwazin, divê ku hûn bi hev re bin. Behsa du ayetan dike. “İnnemel mu’minîne ixvetun…..ila axir. Gerek hun ferqiyê nexin navbera insanan de. Dibeje li Kudistanê medresa vekin, xwedî vî milletî derkevin.”

Lêkoliner û Nîvîskar Abdullah ŞAHİN di dawiya gotina xwe de;  gerek rêwiyên ûstad xwedî li van gotinên ûstad derkevin. Rizgariya zimanê vî miletî bikin. Heqê Zimanê Zikmakî bidin. Pêwîst e perwerdehiyê de cih bidin zimanê zikmakî. Eger dibêjin em bira ne gerek biratiyekk heqiqî be. Hewceye ku em hişyar bin. Xwedî zimanê xwe yê zikmakî derkevin. Li mala xwe, naw zarokê xwe de bi kurdî biaxivin. Dema ew vê bibînin ew jî dê xwe biguherînin. “

Nûçe: Xwedaperest Nûrî- SiirttenÖte

Parbike

Comments are closed.