Şaxa me ya Wanê ji bo hezkiriyên xwe fitarek da

0

23/06/2016an de Komeleya Nûbiharê ya şaxa Wanê ji bo hezkiriyên xwe fitarek da. Gelek kes beşdarî fitara Nûbiharê bûn. Beriya fitarê mêvan bi helbestên Melayê Cizîrî hatin pêşwazîkirin. Rêvebirê Komeleya Nûbiharê ya şaxa Wanê Henîfî Taşkin ji beriya fitarê axaftineke kin kir. Taşkin wiha axivî:

“Eselamu aleykum we rehmetullahi we berekat

Bismillahîrehmanîrehîm

Tehiyet û hemdên bêhed ji zatê Xwedayê Teala re be. Ku gotiye: “Hêviya xwe ji rehmeta îlahî nebirin.” Em jî nabirin.

Selat û selamên bêhisab li ser pêxemberê me Hezretî Mûhemmed selelahû eleyhî we sellem be. Hem li ser hevalên wî yên ezîz û li ser malbata wî ya pak û paqij be. Ku gotiye: “Hikmetekî hatina min ji bal Rebilalemîn ve ji însanan re ji bo ku exlaqê xweş û baş temam bikim.”

Gelî xwîşk û birayên ezîz; hûn tev bi xêr hatine fitara Komeleya me. Ez dixwazim di derbarê serpêhatiya Nûbiharê de bi kurtasî we agahdar bikim. Çawa ku hûn dizanin: Kovar û weşanxaneya Nûbiharê ji aliyê Şehîdê mezlûmê mesûm Mela Îzzedîn û hevalên vî di sala 1992an da li Stenbolê hate damezrandin. Nûbihar bû ava bostanê çolistana çand û hunera Kurdistanê. Bû ekol. Bû mekteb û medrese. Heta îro bi sedan kitêb çapkiriye û bi serenava “ne zalim be ne mezlûm” dest bi weşanê kiriye û îro hêjmara 135an derxistiye û xebata xwe hîn didomîne. Ji bo evî kar û şûxlê pîroz ji rêvebiriya kovar û weşanxaneya Nûbiharê re sipasî û serkeftinê dixwazim. Komeleya Nûbihar jî ji aliye xwîner û dildarê Nûbiharê ve di hezîrana 2011an de li Diyarbekrê hate damezrandin. Li Batman, Mêrdîn û Wanê sê şaxên wê hatine vekirin. Belê barê li ser milên me giran e. Lê em vê rastiyê baş dizanin. Em bawer dikin ku wê dîrok xebatên Nûbiharê bi tîpên zêrîn binivîse. Ji ber ku Nûbihar dibistana kurdî ye. Nûbihar pira di navbera do û îro da ye.

Gelî mêvanên ezîz, ev meha rehmet, merhemet û sulhê ye. Lazim e em rehm û dilsoziyê li malbat, eqreba însan û candaran bikin. Faîda dijminahî û şidetê tüne ye. Kî dibe, çi dibe divê em li ser sifra sulhê pirsgirêkê xwe çareser bikin. Maf û huquqê ku fitrîne Xwedayê Teala daye, laîqî însanan neye dîtin, neyê dayîn rûreşi ye. Fexrê Kaînat Resûlê Xweda sellelahû eleyhî wesellem bi riwayeteke qewî dibe ku: “Yekî ji we tişta ku ji xwe re dixweze ji birayê xwe yê misliman re nexwaze bi rastî bawer nekiriye.” Em jî vê şîreta Ronaya çavan bibîrtînin û dibêjim gelî bawermandan bawer bikin.

Cardin ez li ser navê Komeleya Nûbiharê dibêjim: Hûn bi xêr hatine. Xwedayê Alemê rojî û nimêja me hemiyan bipejirîne û van roj û şev û cejnên pîroz bike sedema aşitî û aramî û azadiya miletên mezlûm û bibe mizgînî ji bo wekhevî û biratiya gelan. Noşî can be.

Ji bo beşdarbûna we gelek sipas dikim.”

Piştî vê axavtinê mêvanan fitara xwe vekirin. Dawiya fitarê mele Reşîtê Hîzanê diayeke kurt kir û bi vê awayî fitar bi dawî bû.

IMG_3965IMG_3967 IMG_3968

 

Parbike

Comments are closed.