Li ser “Sînemeya Kurdî” semînerek hate li darxistin

0

Nivîskar Dilazat ART, li ser “Avakirina Nasnameya Kurdî Di Sînemaya Kurdî De” roja yekşemî (30.10.2016) li şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê, semînerek da. bi kurtayî nivîsa Dilazat ART li jêr e:

Wek di vê xebatê de hate dîtin sînema di sala 1895an de ji aliye Biraderên Lumiere ve hatiye îcadkirin. Ji sala 1895an heta sala 1930î sînema bêdeng bû. Piştî salên 1930î deng keten nav sînemaye de. Dema ku sînema bêdeng bû her kesî jê li gor têgihiştinaxwe jê fêm dikir. Lê piştî ku sînema bideng bû edî sînemayên netewî an kû sînemayên dewletî derketin.

Peşketinên sînemaye rastî du şerên cihanên yên mezin hatin. Dewletên netewî sînema wek amureke propagandayê bikar anîn. Ji bo sînema bala gelek mirovan dikşand reveberên dewletan sînema ji xwe re wek alaveke bangdane bikar anîn.

Sînema Kurdî wek edebiyata kurdî, sînemayeke derengmayî ye. Kurd; derengmayê modernitêne, derengmayê edebîyatêne û her wusa derengmaye sînemaye ne jî. Sînemaya Kurdî, sînemayeke derengmayî ye, sînemayeke têkçûyî ye, sînemayeke biêşe, sînemayeke travmatîke, sînemayeke xîzane, sînemayeke parçekiri ye.

Sînemaya kurdî ji sedema ku welatê kurdan di nav çar dewletên cîranê hev de hatiye parçekirin, sînemayeke pirzimanîye. Sînemavanên kurd li hember her cûre astengiyan jî filmên di kalîteya sînemaya cîhanê de kişandine. Evna ji bo pêşêrojê hêviyên mezin dide mirovan.

Eger em edebiyata dewletên dinyaya sêyemîn alegorîk bihesibenin, bêgûman sînemayên dewletên dinyaya sêyemin jî alegorik in. Yanî karakter û gotin û dîmên tev sembolîk in. Bi van sembolan derhêner yan çêker dixwaze tiştna bi temaşevanan bide naskirin. Lê ne bi awayekî vekirî, bi awayekî sergirtî.

Tekiliyeke xurt dinavbera edebiyate û sînameye de heye. Produksiyone mezin senaryoyên xwe li ser berhemên edebî avadikin. Îro romanên ku bûne klasîk û ji hêla her mirovî ve têne naskirin ji bo filman bûne senaryone amadekirî. Ji xwe senaryo jî li ser bingeha çîrokeke ava dibe. Gelo edebiyata kurdî di sînema kurdî de çiqas cîh girtiye? Çend nimûne ne tê de, wek Mem û Zîn û Sîyabend û Xecê ku ev produksîyon li ser navê tirkî hatine kişandin, bi awayekî zanistî hê sînemaya kurdî li edebiyata xwe xwedî derneketîye.

Îro sînema kurdî di asta destpêkê deye. Di ve destpêka sînemaye de kurd ji filmên metraj direj behtîr kurte filman dikşenin. Bi saya kurte filman potansiyeleke mezin di destê kurdan de heye. Eger ew kesên ku kurte filman dikşenîn derfetê bibinin ye filmên metraj direj jî bikşênin.

Em dibînin ku gelek filmên kurdî di mihrîcanên navnetewî de xelatên herî girîng werdigrin. Bi taybetî kurte filmên kurdan dinav mihrîcanên filman de cihekî taybet digre. Eger filmekî sînemaya kurdî xelate wek Oscarê bidest bixê bêguman yê kurd di qada navnetewî de hê behtir bêne naskirin û yê dengê kurdan xurttir derkevê. Xelateke bi vî rengî ji hêla sîyasî ve jî yê destê sîyasetmedarên kurd xurt bike.

Her çiqas bi navê Kurdistan dewleteke Kurdan nebe jî tev zana û rewşenbîrên kurd di hemû tevgerên xwe de wek ku dewleta Kurdistan avaye liviyane. Ku kurd bûne xwedî dewlet û ji hêla aboriye ve pêşde çûn yê filmên hêjatir derxin meydane. Ji ber ku di erdnîgariya kurdan de gelek mijar hê li ser wan xebatên filman çênebûne. Bi gotineke dî çîrokên xwerû ku hê derneketine ser rûye erde hene.

Îro dewletên serdest û bihêz sînemaye wek çekekê bikartênin. Sînema her çiqas alaveke hunerê jî bê, alaveke debarê û alaveke îhracata îdeolojî û ya çande ye jî. Ji van dewletan ye herî ku sînemaye mîna çekekê bikartênê bêgûman Amerîka ye. Amerîka bi saya filmên xwe hem têkçûyîne xwe diveşêrê hem jî çand û jiyana xwe li dinyayê belav dike. Bi vê belav kirinê re aboriyeke ku biqasî bûtçeya hin dewletane bidest dixe.

Wek di vê xebatê de hat dîtin sînemayeke ku bi navê sînemaya kurdî tê li darxistin. Her çiqas ev film li ser navên dewletên ku kurd lê dijîn jî bên qebûlkirin jî ev film, filmên kurdî ne. Derhênerên kurd filmên kurdî dikşênin. Êv jî wek sinemaya kurdî tê bi nav kirin. Her çiqas kurd bi saya derhênerên gewre Yılmaz Guney ketibe sînemaye jî, bi awayekî rêk û pêk piştî salên 90î sînemayeke bi navê sinemaya kurdî dize. Piştî salên 2000î êdî derhênerên kurdî li erdnîgariya kurdan, bi zimanê kurdî û bi lîstikvanên kurd filman dikşênin. Bi taybetî sînemagerên kurd yên Kurdistana Federal bi saya azadiye gelek filmên metraj direj û kurte metraj film kişandin. Herî kêm ji bo kişandina filman platformeke azad hate avakirin. Wek dî sînemagerên li dîasporaye hem li dîasporaye hem jî lî welat gelek filmên hêja kişandin ku ev film di festîvalên navnetewî de xelatê girîng bidestxistin. Her filmekî kurdî di sirûşta xwe de polîtik e. Ev polîtik bûn ne bi wateya propaganda ye bi wateya îspatkirina hebûne ye. Sereke îspatkirina vê hebûne bêguman bi ziman tê nişandan. An kû sînemagerên kurd filmên xwe bi zimanê kurdî dikşênin. Ev jî li hember asimilasyon û tekçûyînen kurdan berxwedaneke û îlankirina hebûna kurd û sînemaya kurdî ye.

www.komanubihar.org

Parbike

Comments are closed.