Semînera “Çand û Edebiyata Kurdên Kafkasyayê” hate lidarxistin

0

Komeleya Nûbiharê ya şaxa Batmanê her mehê carekî seminerekê li dar dixe. Vê mehê roja (05.08.2018) yekşemê jî bi mijara “Çand û Edebiyata Kurdên Kafkasyayê” semînerek li dar xist. Nîvanê me yê vê semînerê  lêkolîner Ahmet Seyarî  bû,

Qonaxa Kafkasyayê di çand û edebiyata kurdî de xwedî cihekî girîng e. Piştî şoreşa Cotmehê ya 1917an û avakirina Dewletên Sovyetê gelek neteweyên li vir derfet dîtin ku hinek sazîyan ava bikin û li wir kar û xebatên edebî û çandî pêk bînin. Kurdên Kafkasyayê jî di bin vê atmosferê de dibistan û beşên Kurdolojiyê vekirine, şano û radyo, avakirine, rojname derxistine û di gelek waran de berhem nivîsîn. Ev berhemên wan ji gelek aliyan ve ji bo me bûne bingeh. Wekî Suleyman Çevîk di nivîsa xwe ya di kovara Nûbiharê de dibêje: ‘Her kurd deyndarê kurdên Kafkasyayê ye’

Di vê semînerê de xebatên Kurdên Kafkasyayê yên di warê erdnîgarî, dîrok, edebiyat, kurdoloji, çapemenî, şano û sinemayê de hatin pêşkêşkirin. Axêver birêz mamoste Ahmet Seyarî jî di semînera xwe de anî zimên: ” Em dizanin ji bo Qonaxa Kafkasyayê semînerek têrî nake. Lê em hêvîdar ku bi vê semînerê di çarçoveyeke giştî de ev qonax pê nasîn û ev semîner rê li ber hin lêkolînên spesifîktir veke…

Yên ku bixwazin temamiya vê semînerê temaşe bikin lînk li jêr e:

Parbike

Comments are closed.