Li Şaxa Batmanê Dersên Kurdî Destpê Kir

0

Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê Şaxa Batmanê ku nêzî 8 salan e li Batmanê kar û barên perwerde û çandî dike, di bin banê atolyeyên ziman da perwerdeya zimanê Kurdî vê heyamê jî didomîne.

Serokê Şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê Abdurrahman Aslan daxuyand ku wan wek Şaxa Batmanê di 4ê mijdara 2018an de roja yekşemê dest bi dersên Kurdî kir.

Aslan diyar kir, deriyê wan ji her kesên ku dixwazin Kurdî hîn bibin an jî Kurdiya xwe pêş bixin ra vekiriye û wan wek rêvebiriya komeleyê hemû derfet seferber kirin.
Qursên zimanê Kurdî ji sê astan pêk tên. Kesên ku dixwazin beşdarî qursê bibin, heya 11ê mijdarê jî  dikarin werin û li ser kuçeya Nexweşxaneya Yaşamê serî li Komeleya  Nûbiharê bidin.
Dersa ewil a asta yekemîn îsal di 4ê mijdarê roja yekşemê saet 17.20î de dest pê kiribû.
ya din heke were xwestin xwendekarên ku dikarin ji asta 1emîn derbas bibin, ji bo wan astên 2yem û 3yem jî wê werin vekirin.

Parbike

Comments are closed.