Ji bo Arjen Arî Sersaxi

0

arjenPiştî nexweşiyeke giran mixabin duh (30.10.2012) helbestvanê Kurd Arjen Arî koça dawî kir û ber bi rehmeta Xwedê ve bar kir. Arjen Arî di helbesta nûjen a Kurdî de xwedî cihekî diyar bû. Bişêwaz û awazê xwe yê taybet û bi reng û dengê xwe yê xweser hêz da helbesta Kurdî. Bi koçkirina wî qelemeke Kurdî şikiya, awazeke Kurdî biliya û rengekî baxê edebiyata Kurdî heşifiya.

Ji ber vê malavahiya wî ya zû û bêwext em sersaxî li malbata wî ya daxbar û hemû helbesthezên Kurdî dikin û em hêvîdar in Xwedayê dilovan wî bi rehmeta xwe ya bêdawî şad bike.

Komeleya Nûbiharê

21

12

Parbike

Comments are closed.