Panela Melayê Cizîrî

0

Li Navenda Çandê ya Nû Komeleya Nûbiharê Panela Melayê Cizîrî li darxist. Panel di runistinekê de, bi xwendina Qur’ana pîroz û xwendina fatîhê li ser giyanê kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Pasî vexwendina panelîstên panelê Dekanê Malnisîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Besa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yilmaz berdewamkir.

Doç.Dr. Abdurrahman Adak- Li ser jiyana Melayê Cizîrî rawestiya. Bi hûrbînî behsa jiyana Mele Ehmedê Cizîrî kir. Behsa tedrîsata Mela ya ilm kir.Li ser mezinbûna Mela di wêjeya Kurdî de bi berfirehî rawestiya.

Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yilmaz- Li ser bandora Melayê Cizîrî li alimên Kurda axift û axaftina wisa berdewamkir:

Ew disairê yekemin yê Kurdî herî mezin û helbestvanê herî mezin yê sofitiyê ye. Melayê Cizirî ew kesê ku Ziman kurdî bi zanayê kurda daye heskirin û daye îspatkirin ku bi zimanê kurdî ragihandina manevi di asta herî bilind de dikare bêkirin. Bi vê heskirinê jî, pistî Melayê Ciziri, pir kesan, bi cesaret, bi tena serê xwe , li zimanê Kurdî xwedî derketine. Melayê Cizirî ew kesê ku bûye sebebê Kurd ji esqê bêpar neminin û Kurd hînî esqê kirine.

Pasî li ser bandora wî li ser Ustad Bedîuzzaman , tesîra Mela li Nivîskarên Kurdî klasîk ,bandora Mela li ehlên tesewufê rawestiya.

Prof. Dr. Abdulbaki Turan- Li ser esrarê esqa Mela rawastiya û bi zimanê Melayê Cizîrî behsa Esqa wî kir.Rastî pistî behsa esqê salona ku nêzî 800 kesî tuje kiribû pir hate esqê û memnuniyetek mezin çêbû.Kesên ku besdarî Panela Melayê Cizîrî bibûn kêfxwesîya xwe anîn ziman û bi dana plaketê panelîstan panel bi dawîbû.

Parbike

Comments are closed.