Seyid Eliyê Findikî-Sidiq Gorîcan

Xebeta Nivîskar Siddiq Gorican  li jêr e:

Seyid Eliyê Findikî

 

Dost û hevalên delal û mêvanên hêja, hûn bixêr hatine.
 
Hewldan û niyeta min ew e ku îro li ser kesekî; li ser jiyan û berhemên wî, taybeten jî li ser Dîwana wî ya Kurdî xeberdan û sohbeteke kurt bikim. Ew kes jî Seyid Eliyê Findikî ye, ku di dewra xwe de alimekî zana û şairekî dilane û melal e. Belê, li ser alimtiya wî xeberdan jixwe ne heddê min e. Em ê li ser kurtejiyana wî û li ser helbestên wî hinekê bisekinin.
 
Kitaba ku niha di destên min de ye, çapa dîwana wî ya ewilê ye, ku ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 1999’an de, di meha Tîrmehê de hatiye weşandin. Min jî ev pirtûk di heman salê, di meha Çiriya gûzan de li Stenbolê standiye. Ji wê demê heta niha min lê fekiriye, xwendiye, ji xwe re binê hinê hin malik û çarînekan çixêz kiriye; hetta hin bendên wan şiîran wek notên derkenar min li ser rûpelên kitabê nivîsîne. Bi xwendinên xwe yên carcarnayî hevnasî helbesta Findikî me. Lê ya ku zêde di binê tesîra wan de mame, ku qet ji bîra min neçûne, du malik in ku dixwazim bi wan malikan destpê sohbeta xwe bikim. Her du malik jî di helbestên cuda cuda de derbasî dibin:
Diçim bi rê va bi sê pa
Ya tazetir kopal e 
Seyid Eliyê Findikî, helbesta ku ev malik jî tê de ye, di salên extiyariya xwe de nivîsiye. Çanê ku bi helbestî ji yekî re nameyekê binivîse, şiîreke biçûk û sade nivîsiye. Ev şiîr wiha destpê dike:
51.
Ger pirsa min tu dikî
Ka halê min çi hal e
 
Piştî te dê çawa bim
Bûme petote û kal e
 
Van rojan ez ketî me
Lingê me nalenal e
 
Diçim bi rê va bi sê pa
Ya tazetir kopal e
……
 
Bi ya min, ji bo derbirin û îfadekirina hal û bêmecaliya kalbûn û pîrbûnê, ji vê malikê xweştir û zelaltir kêm gotin hene:
Diçim bi rê va bi sê pa
Ya tazetir kopal e
Piştî vê malikê, malika duduyan ku ji bîra min neçûye û xulqiyet û derûniya însên dide nîşan, û ku ji bo hizr û emelên me mîna neynikekê ye, ev e:
 
Spî ne bêhnekê em, bêhnekê qîr in
Wekî kuç bêhnekê, bêhnekê wek hevîr in
Li pey vê girîzgeha hûznebar, biçûk û melhezeyar, dixwazim bi xwendina helbestekî Seyid Eliyê Findikî destpê bikim, da ku terh û zimanê şairê hêja di hiş û bîra me de eşkere û zelal bit, da ku cardin haya me, hindik jî be, ji qumaşê helbesta wî çêbibe.
50.
Wefadarî nemaye ey birader
Bi cem kê ve biçit ew wê dikit der
 
Xedir cih girtiye şûna emînî
Ji bo te ez çi bêjim tu dibînî
 
Gelek kêm in gelek kêm in wefadar
Ji me bawer dikit yê dîtî bazar
 
Bira hişyar bibe taze binêre
De tu bizanî kî mêrkok e kî mêr e
 
Ne heçyê ku bi dev xweş kir zelam e
Zelamî tiştek e derman dewam e
 
Belê hetta tu karî bike idare
Nema gelkî ‘umur ha ha êvar e
 
Me cerbandin gelek ehlê zemanî
Ne wek xwe derketin bûne beranî
 
Hira wêra nebûn cem xwe temam bûn
Hinek sofî hinek şêx hin îmam bûn
 
Dizî j’kelha dibit ev hatiye gotin
Şete l’derna dinêrî vêle wê bin
 
Welê baş e ku dostê mû Xuda bit
Ew e kafî ti tişt bê wî qe nabit
 
Belê hin jî hene dostê Xudayî
Bila j’wan re miro bikit canfidayî
 
Nîşanê wa hene cem imtîhanê
Heçî aqil bitin ew wan dizanê
 
Heçî dost bit heq e dostek wefî bit
Ne wek te w min j’dizî va dostê sist bit
 
Ez jî j’wan im ne ez dostek wefî me
Hemî kes min dizanê ez Elî me
 
Spî ne bêhnekê em, bêhnekê qîr in
Wekî kuç bêhnekê, bêhnekê wek hevîr in
 
Ji bo te ey birader ez çi bêjim
Ne lazim ez kula dil j’dil birêjim
 
Hema hindek dibit nîşanê gelkî
Dişewtit fêrisek gunda bi pelkî
 
Li axret herkesê bighête ya xwe
Ne xwezya wî bibit poşman li ya xwe
 
Hûn dibînin ku çavenêrî, melheze û hestên xwe bi ewayekî wecîz û aforîzmal berhev kiriye û bi helbestê hûnandiye.
 
Li Ser Edebiyata Klasîk
Her tiştek esl û bingehekê wê heye. Tê zanîn û tê qebûlkirin ku heyîna milletekî, bi qasî welatê wî, bi çand, hûner û edebiyata wî ve pêbend e. Ango çand, hûner û edebiyata wî milletî navnîşan, rûmet û heyîna wî miletî ye. Ev daneheva çandî û edebî ya ku heyînê pêk tîne, li ser bingehekê ava dibe. Ev jî berê me dide rabirdû û klasîkê. Mîrasa klasîkê bingeh û xîmgeh e ji bo zimanê edebiyata gelekî. Di dawiya bernameya televizyonekê de ji Jan Dostê ku nivîskarekî pirr serkeftî ye, hat pirskirin ku ka ew kesên ku bi ziman û edebiyatê ve mijûl, divê ewila ewilîn ew çi bikin. Bersiva wî kurt û girîng bû ya rastî: Divê ew kes berî her tiştî, ji bingeha wî zimanê agahdar bin. Yanê, divê haya wan kesên eleqeder ji klasîka wan hebe. Bê esl û binyad avahî muhal e an jî xirpilak e.
Mijara me jî îro şairekî edebiyata klasîkê ye; jiyan û berhemên wî, û helbestên wê ên Kurmancî ne. Mûhîm e, loma di edebiyata Kurdî ya klasîk û gelêrî de riknekî hêja ye Dîwana Seyid Eliyê Findikî.
 
Jiyana Wî
Di sala 1892’an de li Findikê tê dinê. Findik nehiya Dihê ya qeza Sêrtê ye. Jê re Findika Botan jî tê gotin. Navê bavê wî Seyid Silêman e. Navê diya wî Mirarî Xanim e. Ev malbat ji silsileya seyidiyê tê. Bi navgîna Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmam Hesenê kurê Hz. Elî. Wextê ku Moxol/Tataran Bexda îstîla kir, kalikên vê malbatê koçî vî aliyê ve dikin û tên li Erzenê ciwar dibin. Erzen di navbera Diyarbekir û Misircê de ye wê demê. Cihekî bi kelehan dorpêçkirî bûye. Paşî re, ev cih jî ji aliyê Tîmurleng û artêşa wî ve tê dagirkirin. Malbat dîsa naçar dimîne û vî carî bar dikin Sêrtê. Bi sê û çar bavikan li vir dimînin. Mesela, bapîrê bapîrê Seyid Elî, Şêx Hesen Xetîp liha melatî û waîztî dike, û bi navê wî jî mizgeftek ava dibe. Paşî, zarokên Şêx Hesen Şêx Omer û Şêx Ebdullah bi mêvantî diçine nahiya Findikê. Xelkê Findikê ji wan pirr hez dikin û dixwazin ew hema wisa her dem liwê bimînin û melatiya wan bikin. Ew jî qebûl dikin û dimînin. Piştê wê jî Findik bûye navenda vê malbatê.
Zarokatiya Seyid Elî li Findikê derbasî dibe. Xwendina xwe ya ewilê jî li ba bavê xwe dike. Paşî diçe Harûnan ku ew jî gundekî Findikê bûye û li wir feqetiya xwe dewam dike. Bi dorê ve li hin cihan û ji hin Seyda û aliman ders werdigre, û ku ev cih û alim jî ev in: Li gundê Bafiyê ji Mele Îsmaîl, li gundê Korikê ji Mele Îbrahîm, li Kercosê ji Mele Necmeddîn ders wergirtiye û feqetî kiriye. Paşî diçe Farqînê, ji alimên navdar ders dibîne. Miftiyê Farqînê Seyid Evdirrehman seydatiya wî dike. Her wiha, li wir, ji Mele Hûseynê Kiçik, Mele Hemîd, Mele Yaqûb, Hecî Fettahê Hezroyî dersan hildide.
Seyid Eliyê Findikî bê navber heft salan li Farqînê dimîne (1915-1922). Zemanekî dirêj e ya rastî, loma jî malbata wî fikar kirine ku ka dibe ku tiştek hatiye li serî. Ev jî diyardeyek e ji me re ku Seyid Elî hiş û dilê xwe daniye li ser xwendin û feqetiya xwe. Bawername/icazeya xwe ya ewilîn ji Seyid Evdirrehmanê ku wê gavê miftiyê Farqînê bû, distîne.
Piştî ku vedigere Findikê, demekê jî li ber destê apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikî dixwîne ku alimekî mezin ya dewra xwe bûye. Icazeya xwe ya ilmî ji wî distîne, û ku ev icaze di heman demê de dibe îmkan ku ji eskerîkirinê mûaf bibe. Lewra ev icaze wek belgenameyeke bilind  ya perwerdehiyê tê pejirandin ji hêla hikûmeta wê demê ve. Her wiha bi keça wî Rehîme Xanimê re jî dizewice. Seyid Elî bi qasekî li Findikê dimîne, melatiyê dike, dersa feqeyan dide. Hetta, fetwayên wê derdorê bi hêviya wî ve dimînin.
Di vê hînê re navê wî û alimtiya wî belav dibe. Bi xwestina ehlê gund û bi teklîfa Şêx Ebdullah, Seyid Elî diçe gundê Senatê, ku gundekî Cizîrê ye û liwê bi qasekî melatî dike. Paşî bi seydayekî mezin re hevnas dibe, ku ew jî Şêx Seydayê Cîzîrî ye. Bi xestina seydayê wî li gundê Cinibrê, ku ew jî gundekî Cizîrê ye, destpê seydatî û tedrîsatê dike û 30 salan li vî gundî dimîne. Ev dever dibe navenda ilim û xwendina feqeyan. Ji zehf deverên Kurdistanê ji bo tehsîla medreseyê feqeyên dilêr têne vê derê. Li vir alim û xelîfeyên mezin rabûne. Seyid Elî îcazetekê jî li vir distîne. Seyda û şêxê wî Şêx Seydayê Cizîrî icazeta ilim û terîqetê didetê. Ev dibe icazeta sisêyan ji bo Seyîd Elî.
Piştî temenekî ku bi ilim, xîret, tesewif, seydatî tijî bû, Seyid Eliyê Findikî nexweş dikeve, 14 mehan bi felcê derbasî dibe. Tedawiya wî her çi qasî li Cizîr û Diyarbekirê tê kirin jî, Seyda di 1’ê Nîsana sala 1967’ê de wefat dike. 1’ê Nîsanê di heman wextî de roja Xwedêdana wî ye jî. Yanê Xwedêdayîn û wefata wî rastî eynê roja salê tê. Ev jî wek tewafiqeke ecêb bala insanan kêşaye. Wefata wî 55 roj piştî wefata seydayê wî bûye. Gorên her duyan jî niha li Cizîrê, li rexê hev in.
 
Kesayetiya Wî
Kesekî zana û teb’etşair bû. Jêhatî û bi xîret bû. Evîndarê xwendin û kitaban bû. Ji biçûkên xwe re heziyar, ji mezinên xwe re hûrmetkar û siyanetnas bû. Ehlê terîq bû. Rîayetî heq û hiqûqê dikir. Xwarin, vexwarin û lixwekirinê de her dem bi qaîde bû. Haya paqijiya bi ser û cilên xwe hebû. Şaşîtiya însanan ti carî li rûyên wan nedida. Kesekî rûken, beşaş û zehrxweş bû. Di baxçê xwe de dixebitî. Li hemberî heywan û tebîetê pirr baldar bû. Kesekî alim bû, bes nûktedan jî bû.
 
Çend Bîranîn û Rîwayet di er barê Wî de
Biraziyê wî Seyîd Seîd Erzen dibêje ku dema Seyda Seyid Elî li Farqînê feqetî dikir, di mehên havînan de feqiyên din ji bo temînkirina debara xwe li gundan digeriyan û genim didan hev, lê belê Seyda bi wan re nediçû û hem xwendina xwe didomand hem jî dersa telebeyan dida.
Bi gotina biraziyê wî dîsa, Seyda ji wan re qala bîranîneke xwe kiriye û gotiye: ‘ji ber ku tenê cilekî min hebû, dema min cilên xwe dişûştin, malbata apê min ji bo îdarekirinê cilek ji min re didîtin. Heta ku cilê min dihat şûştin û ziwa dibû, min bi wî cilî îdare dikir’.
Dîsa biraziyê wî dibêje ku daxwaz û miraza wî ya mezin ew bû ku kitabên wî bên çapkirin, lê mixabin ji ber bêderfetiyê berhemên wî di saqiniya wî de nehatin çapkirin.
 
Berhemên Wî
1-      Dîwan
2-      Der’uş-Şubuhat Fî Nezm et- Terehat (Li ser fikr û ramanê ye).
3-      Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Li ser tefsîrê ye.)
4-      Rîsalet el- Lem`e Fî Îadetî el-Cumû’e (Li ser fiqhê ye.)
5-      Rîsaletun Fi Necatî Ebeweynî en-Nebiyyî (Li ser bawerî û jiyana pêxember e.)
6-      Rîsaletun Fî Cewazî def‘ i ez-Zekatî Îla Benî Haşim we Benî el-Mutt’Elîb (Li ser dayina zekatê ye.)
7-      Zulfeqarê ‘Elî ‘ela Reqebetî Munkîr el- Îstimdadî Mîn Nebyyîn ewwelî (Li ser ‘Eqîdê ye.)
8-      Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî ( Li ser Dîwana Cizîrî hatiye nivîsandin.)
Dîwana Wî
Her çi qasî berhemên wî hemî jî di nav xelkê de eleqe dibînin jî, zêdetir Dîwana wî li Kurdistanê rexbetê dîbine, lew ku Kurdî ye, zimanê wê hêsan e, li ser meseleyên însanî yên ku herkesê eleqeder dike, disekine. Heta niha 6 caran hatiye çapkirin û gelekî jî tê xwendin.
Di dîwana wî ya çapa pêncan de 55 helbest hene. Helbestên wî ji malik û çarînan pêk tên. Di nav helbestên wî de 2 helbest Erebî, 1 helbest jî bi Farisî ye. Di dîwanê de wergera wan ya kurmancî hene. Helbestên wî sade ne. Loma jî di fêhmkirina helbestên wî de îzatî û astengî çênabe ji xwendevên re. Wek mexles, di helbestên xwe de navê xwe bikar tîne. Bo mînak:
…….
Elî ji bo te bibit ev ders
Nexapî b’lefz û şiklê kes
Xuda bigre tenê tu bes
Xudadar î çi xemdar î
An jî
Li dinya mana me îmtihan e
Di heddê zatê xwe ew bê kemal e
Nekin gazind j’Elî ku qirqirê kit
Birîndar e j’kezeb nebêjin nenale
Naveroka Helbestên Wî
Mijarên sereke yên ku di helbestên wî de dixwiyên exlebî mijarên tesewifê ne. Normal e, lew ku di daîreya tesewif û terîqê de jiyaye. An jî em dikarin wiha bibêjin ku Seyid Eliyê Findikî bi çavekê tesewifî li mijar û meselên heyatê nihêriye. Her wiha helbesta xwe jî bi termînolojiya tesewifê ava kiriye.  Bes, ev nayê wê wateyê ku ji heyatê dûr û berî ne. Bileks, ev mijarên ku bi helbestê derdibirîne bi ewayekî aktûel û zînde bi heyatê ve girêdayî ne. Meriv ku li pey hev rêz bike, çend mijarên sereke yên helbesta wî ev in:
-li ser fanîbûna jiyan û heyata dinê
-li ser mirin û qebrê
-li ser nefsê
-li ser dostanî û wefadariyê
-li ser edeb û adabên jiyana rojane
-li ser qencî û xirabiyê
-li ser wefata kesên ji bo wî qîmetdar
-li ser xurbet, hîcran û xerîbiyê
-li ser xem û kederê
-li ser paqijî û gemariya dil
-li ser sitem û gazinda dost û eqribayan
-li ser xeflet, tewbe, heşr û hesabê
-li ser nexweşî û çewtiyên însan û heyatê
-li ser eşq û evîn û sebrê
-li ser jiyana rojane ya gundan
-li ser nefbiçûkî û nesfmeziniyê
-li ser mal û milkiyeta dinê
-li ser extiyarî û bêmecalbûna însên
……….
Îman, baweriya bi Xwedê û dostiya Wî li ba Seyid Eliyê Findikî pirr mûhîm e. Di nav toz û xirboza jiyana dinyayê de, ya ku însan, alem û jiyanê watedar dike, Xwedadarî ye. Muhiba rast û dostê ebedî Xwedê ye. Ev hizr û hissiyata xwe jî bi vê helbestê aniye ziman, ji 15 çarînan tê pê:
…….
Bes e j’bo te Xudayê te
Bi şûn bav û birayê te
Dirêj e macerayê te
Xudadar î çi xemdar î. 
……
Di vî wextî xweşî nîn e
Hemî bêbextî û kîn e
Tu jî wek min bicerbîne
Xudadar î çi xemdar î.
 
Me cerbandin ji xelkê pur
Heta dost û bira û kur
Heçî gotî hemî bûn vir
Xudadar î çi xemdar î. 
 
Eger ewwel ji te hez kin
Ewê paşehiyê bes kin
B’vir û bêbextî te kes kin
Xudadar î çi xemdar î. 
 
…..
Ji bo rê zadî teqwa ye
Ne nan û şekir û ça ye
Li nik ehlullah peyda ye
Xudadar î çi xemdar î. 
……..
Qelb û niyeta însên gelekî mûhîm e li ba Seyid Elî. Misilmantiyê jî ewilê ji paqijî û xalisiya dil dibîne:
…….
Musulmanî bi dev nabê
Bi hirt û hirtê çênabê
Bibêj ew kes bila şabê
Ku safî bî ji riyayê
……
Nêziktêdayîn û fikra wî ya li ser mal û milkê dinê ji îfrat û tefrîtê dûr e. Wiha dibêje:
…..
Elî dunya gelek baş e
Ji wî re ku nekî şaşe
Li pêş rêkî nedê paşe
Kesê ha bê, Xudê dayê
 
Dîsa di helbesteke xwe ya dî de:
…..
Gelek dîn e gelek dîn e gelek dîn
Kesê j’dinê re bibit dost û heval e
 
Binêrin wan mulûkê b’tacê zêrîn
Ku dunya l’destê wan da bibû tal e
 
Ji rutba xwe ketin ew bûn perîşan
Qebir nişka ji wan ra bûye mal e
 
Esîr bûne di qebra teng û tarî
Xwezî we bzaniya ka wan çi hal e
…..
Li nik ehlê Xudê pîrek petot e
Li nik bêaqilan şeng û şepal e
…….
Di nav atmosfera ilm û zanîna dewra xwe de, di nav cezbeya desthilatdariya rayedar, hikûmet, şêx, beg, axa û mîrên zemanê xwe de, di nav dewlemendiya mal û milkê wextê xwe de, Seyîd Elîyê Findikî, ku alimekî mezin e,  lê zêdetirîn wek şairekî nefsbiçûk xwe dide nasîn û xwe ji xirrinçafiya masîvaya dinê dide alî û wiha dibêje:
…….
Ez ne şêx im ku we’zê kim
Ne maldar im ku xêrê kim
Du sê beyta ezê çê kim
Ji xeyrê vê ji min nayê
…….
Wefat û çûna seydayê Wî kartêkeke zehf melûl li ser dihêle:
…….
Ezabê narê hîcranê
Eger bête wesifdanê
Kesê dîtî tenê zanê
Meded Seyda meded Seyda
 
Ji hicra bejn û balayê
Wekî Mecnûnê Leylayê
Dikim nakim tu nay rayê
Meded Seyda meded Seyda
……
Ez im Mecnûnê bê Leyla
Ketim ber pêl û seyla
Dikim hawar û waweyla
Meded Seyda meded Seyda
………
Gelek têhn im di vê rê de
Tenê mame di çolê de
Me bîr bîne ji vir pê de
Meded Seyda meded Seyda
……
Elî bes ke ji vê şînê
Wekî Ferhadê Şirînê
Sebir ke wek Memê Zînê
Meded Seyda meded Seyda
……..
Mijareke ku Seyîd Eliyê Findikî zehf girîngî dayê û di helbestên xwe neqişandiye û bilêv kiriye, dostanî û wefadarî ye; dostaniya heqîqî û bi dilûcan, dostaniya bi wefadarî û fedekarî; dostaniya ku ya ehlê dunyê jê dûr û berî… Pêwîstiya dost û dostaniyan…. Dibêje ku divê dostanî bi dil û can be:
Elî pal de were rayê
Bişo xwe j’ehlê dunyayê
Gelo ma qet te bîr nayê
Nedît te j’wan ji xeyr sarî
 
Eger zahir de ew dost in
Di batin de tenê post in
Hemî yek kêş û yek bost in
Jê dûr be bi hişyarî
…….
Hezar heyf e ku dostanî
Na safî bê j’dil û canî
Biye b’hîle û du’ezmanî
Me cerbandiye sed carî
…….
Divê dost lev bikin sebrê
Şerîk bikin xweşî û qehrê
Heta ke ew biçin qebrê
Eger ne hîç e ew yarî
…….
Wekî tê zanîn, di kesên sirûştşair de meyla dinyê exlebî tune. Yanê dilên wan bi dunyayê nabanin. Ji ber vê yekê, Seyid Eliyê Findikî jî ji dinyayê bêzar bûye, ev jî teyîsiye helbesta wî:
Dinê milkê kesê nîn e
Çiqa bêbext û xayîn e
Kesê guh bidyê ew dîn e
Xwe hinde bernede tê da
…………
Keyfa dinê bê feyde ye
Wek xewneke beyhûde ye
Qebra reş mala me ye
Çawa dinê hûn guh dinê
 
……….
Mulketa dunya denî hemmî temamî serteser
Nahêje zerreyek înayet lê li nik ehlê kemal
 
……
Hezar hemd ji te re ku musulman im ez
Li kes nadim ez ne pehîn û ne gez
Feqîrek veşartî di kunca xwe me
Di îro û sibe li hêviya mirina xwe me
Gengeşî, hetikbirin, hevêxistin, reşkirin, hevkenîna ku navbera şêx, mela û sofiyan de çêdibin, xweşî Seyîd Elî naçin. Bi zimanekî rexneyî û şîretî wiha dibêje:
 Şeyx û mela ku ha bibin
Cem hev sik û ‘eybdar bibin
Cahil dê bê hefsar bibin
Guneh stuwê şeyx û mela
 
Hûn in şivanê ummetê
Ku hûn bi xwe xwehr kin xetê
Cahil dê çêkin hêcetê
J’pey we bibin tert û bela.
Li ser zehf kesan şiîr nivîsiye Seyid Eliyê Findikî. Ji wan yek jî Bedîûzzeman e, ku wextê wefat dike, li ser wiha dinivîse:
Ey dilê meskenê derda ma tu zanî ku çi bî
Ew Seîdê canfida j’dînê me ra j’kîsê me bî
 
Beyreqa ku wî hilanî ji bo vî dînê mûbîn
Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî
 
 
Çepera dîn girtibû pakî ji keskî nedikir
Heq dizanî heq digot û heq dikir herdem wî
 
Ew dikana ku wî danî ew meta’ê difirot
Ew li Şam û Misr û Bexdayê nihû peyda nebî
 
Çû wefat kir çi mûsîbet sed hezar rehmet li ser
J’ehlê vî dînê mûbîn ra çi numûnek taze bî
 
Sêsed û heftê w nehê piştî hezarê hîcretê
Dergehê baxê bihişta keremê l’ber wî vebî
 
Ew li Nûrsê hate dunyê wî li Urfayê wefat kir
Ew Şehîr bû ew Bed’î bû ez çi bêm serdeste bî
 
Ey Seîdê her du dunya dîtina te bû keder
Em j’Xwedayê xwe dixwazin l’axretê em l’cem te bî
 
Ey Elî ger çi Seîd çû lê Rîsalê nûr neçûn
Sed emanet min li te da tu ji wan mehrûm nebî
 
Di helbestên wî de em zehf cihan rastî biwêj û gotinên pêşiyan jî tên, ku ew jî dide nîşan Seyîd Eliyê rehmetî edebiyata gelêrî mûhîm dîtiye û zimanê wî gelêrî ye:
Hewar e hey hewar e hey hewar e
Nezanê ehlê weqt em kirne sar e
 
Ji destê wan nizanin em çewa kin
Xeber naçin guhê wa wek dîwar e
 
Nezan in ew nizanin ku nezan in
Kî kare wa j’riya wan bînî xware
 
Dinêrî sofiyê şêst salî rihspî
Eger şîretkî lê kî ew neyar e
 
Dibînî bêhn bi bêhn ‘îş tê xirabtir
Heçî sal e dibêjî xwezka par e
 
Bira nabê j’bira ra dostê safî
Kure j’bavê xwe re wek guryê har e
…..
Mirovê zane jê re nîne lezzet
Nezanê bê eqil jê re bihar e
 
…..
Ta kengî bêjî Elî
Tu d’gotinê wek bilbilî
Fayde çi ye tu ne j’dil î
Te l’gotinê ne l’kirinê
 
………….
Ey Elî tu xweş dibêjî lêbelê napêjî tu
Gotina xalî ji kirinê hîç e wek xewn û xeyal
22.
Helbestek li ser evînê:
Xemrevînek min hebû pur nazik û zîbaxîsal
Ez ji wê dûr bûm bi telbîsa reqîbê dînbetal
 
Ez pijandim firqeta wê nazika şirînkelam
Bêkes im nabit li min qet pursiyar û hem sual
 
Ez birîndar û xerîb im bê dewa bê tebîb im
Kuştiyê cewra reqîb im hêviya min Zûlcelal
 
Her dema tête xiyalim suhbet û bezma wîsalim
Pur dinalim pur dikalim firqetê kir me hîlal
 
Wek Elî zanit kesî camek ji hîcranê vexwar
Saetek dûra firqetê purtir e j’sala wîsal
 
Ey gelo dîsa dibîtin ez bibînim dîlberê
Da bi desta dim li ser weqtê firaqê erzûhal
 
Herkesê mizgîniya weslê ji bo min bînitin
Ruhê xwe ez dê bidim jê re di şûna milk û mal
 
                          Siddiq Gorican
                  10ê Adarê, 2013/ Wan
Semînera Komeleya Nûbiharê ya şaxa Wanê
 
Çavkanî:
 
- Dîwan, Seyid Eliyê Findikî, Weşanxaneya Nûbiharê
-Seyid Saît Erzen, Li Ser Jiyan û Ilmê Seyîd Eliyê Findikî;
  Peyam, kovara çand, hûner û ramanê,hej. 3;
 -M.Zahir Ertekîn, Naveroka Helbestên Seyid Eliyê Findikî
-Nezîr Gümüş, Li ser Jiyan û berhemên Seyid Eliyê Findikî
rêvebir