Rêzikname

Rêziknameya Komeleya Çand û Perwerdeyê Ya Nûbiharê

 Nav û Navenda Komeleyê

Xala 1- Navê Komeleyê: “Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Nûbiharê” ye.

Nûbihar, di wateya bihara nû de ye.

Navenda komeleyê li Diyarbekirê ye.

Komele, di nav welat û li derveyî welat dikare şax veke.

 Armanca Komeleyê û Ji bo Pêkanîna Vê Armancê Mijarên Xebatê yên ku Komele dê li ser Kar bike û Awa û Warê Çalakiyan

 

Xala 2– Armanca Komeleyê

 Di serî de li ser mijarên ziman, edebiyat, çand, mîrateya çandî, dîrok, hûner û folklora Kurdî, li Turkiyeyê û li Rojhilata Navîn li ser mijarên ziman, edebiyat, çand, mîrateya çandî, dîrok, hûner û folklora neteweyên din lêkolînkirin, danasîn, geşepêdan, di van mijaran de dayîna perwerdeyê û madî û manewî arîkarîkirina xebatên ku bên kirin.

 Mijarên Xebatê yên ku dê Ji aliyê Komeleyê ve bên kirin û Şêwazê Karkirinê

 1- Ji bo karîgerkirin û pêşvebirina çalakiyan lêkolînkirin,

2- Lidarxistina xebatên mîna kurs, semîner, atolye, konferans û panelan,

3- Ji bo pêkanîna armancê, bidestxistina her cure zanyarî, belge, dokuman û weşanên pêwîst, avakirina navenda dokumantasyonê, ji bo ragihandina xebatên xwe di çarçoveya armancên xwe de derxistina weşanên mîna rojname, kovar, pirtûk û ji bo belavkirina ser bi endamên xwe, derxistina bultenan,

4- Ji bo pêkanîna armancê dabînkirina zemîneke tendirûst a xebatê, bidestxistina her cure hacetên teknîkî, malzemeyên nivîskî û kelûpel,

5- Bi merca wergirtina îznên pêwîst, çalakiyên berhevkirina arîkariyê û li nav welat û li derveyî welat qebûlkirina bexşê,

6- Ji bo pêkanîna armancên rêziknameyê û ji bo dahatên ku pêdivî ne, damezirandin û xebitandina kargehên aborî, bazirganî û pîşesazî,

7- Ji bo sûdwergirtina endaman û derbaskirina dema xwe ya vala, vekirina lokal, damezirandina dezgehên çandî û raxistina wan,

8- Ji bo geşepêdan û dirêjepêdana peywendiyên mirovî yên endamên xwe, lidarxistina çalakiyên mîna konser, şano, pêşangeh, werziş, geşt û şahî yan jî dabînkirina sûdwergirtina endaman ji her cure çalakiyan,

9- Ji bo çalakiyên komeleyê; kirîn, firotin, kirêkirin û kirêdana malên hilgir û hilnegir ên pêwîst û li ser malên hilnegir çêkirina mafên eynî,

10- Ji bo pêkanîna armancê, ku pêwîst bê dîtin avakirina waqifê, damezirandina federasyonê yan jî beşdarbûna federasyoneke damezirandî, piştî wergirtina destûra pêwîst damezirandina dezgehên ku bi îznê bên avakirin,

11-Tevlîbûna çalakiyên navneteweyî, endambûna komele û dezgehên derveyî welat û di gel van dezgehan li ser projeyan kirina xebatên hevbeş yan hevkarîkirin,

12- Ji bo pêkanîna armanca komeleyê, wergirtina arîkariya madî ji komeleyên ku armaca wan nêzîkê xwe dibîne, ji sendîkayên karker û karsazan û dezgehên pîşeyî û arîkarîdayîna dezgehên navborî,

13- Ji bo pêkanîna armancê dema pêdivî bê dîtin, tevî parastina hukmên qanûnî yên peywendîdar ên jimare 5072 ya Dezgeh û Damezraweyên Komele û Waqifan, di gel dezgeh û damezraweyên giştî li ser wan mijarên ku dikeve qada xebata wan birêvebirina projeyên hevbeş,

14- Danîna sandoqê, bi armaca pêdana malzemeyên pêdivî yên zeruri yên mîna xorak û cilûberg ên endamên komeleyê û bi armaca ku îhtiyaca wan bibîne bi mal û xizmetên din, dayîna krediyên mawe kurt,

15- Bo xwendekarên muhtac, arîkarîkirina her cure pêdiviyên hîndekarî û perwerdeyê. Ji bo gihîştina vê armancê vekirina navendên îlmî, lêkolînî û geşepêdanê yên mîna pansiyon, mêvanxane, pirtûkxane, malên lêkolînê, holên xwendinê, kurs, enstîtu û bo van dezgehan dayîna her cure arîkariya eynî û neqdî,

16- Li ciyên ku pêwîst bê dîtin vekirina şax û nûnertiyan,

17- Bi wan damezraweyên ku peywendiya wan bi armanca komeleyê re hene û bi komele, waqif, sendîka û dezgehên sivîl ên mîna vana re ji bo pêşvebirina armanceke hevbeş avakirina platforman,

Warê Çalakiyên Komeleyê

 Komele, di warê civakî de çalakiyên xwe pêk tîne.

Mafê Endambûnê, Mameleyên Endambûnê û Berpirsiyariyên Endam

 Xala 3- Hemû ew kes û komên ku armanc û prensîbên komeleyê pesend bikin, di pêkanîna karên xwe de xwedan ezmûn bin, di vê aresteyê de xebatê qebûl bikin û hilgirên mercên komeleyê bin dikarin bibin endamê vê komeleyê. Lê ji bo kesên biyanî ku bixwazin bibin endam divê xwedî mafê rûniştina li Turkîyeyê bin. Ji bo endamên rûmetê ev merc derbas nabe.

Ji bo endambûna komeleyê herî kêm referansa du endamên lijneya giştî şert e. Serîlêdana endambûnê ya nivîskî bi awayekî ku îmzaya her du referansan hebe dema bo serokatiya komeleyê bê kirin, ji alîyê lijneya rêvebiriya komeleyê ve di nav sî rojî de biryar li ser qebûlkirin yan redkirina endambûnê tê dayîn û encam bi awayekî nivîskî bo serîhildêr tê ragihandin. Ku serîlêdan bê redkirin mecbûriyeta nîşandana sedema wê nîne. Endamê ku serîlêdana wî bê qebûlkirin, li defterê tê qeyîdkirin.

Damezrînerê komeleyê û kesên ku serîlêdana wan ji alîyê lijneya rêvebirîyê ve hatiye qebûlkirin, endamên rastîn ên komeleyê ne.

Ew kesên ku bi arîkariyên madî û manewî piştgirî dane komeleyê bi biryara lijneya rêvebiriyê weku endamên rûmetê tên qebûlkirin.

Di şaxên komeleyê de serîlêdanên nû li şaxan tê kirin. Mameleyên qebûlkirin yan avêtina ji endamtiyê bi heman rêbaz ji aliyê lijneyên rêvebiriyê yên şaxan ve tên kirin û herî zêde di nav sî rojan de bi nivîsekê bo Navenda Giştî tên ragihandin.

 Berpirsiyariyên Endaman

Her endamekî li hember komeleyê; di çarçoveya azadiya şexsî, nîzama giştî û qayîdeyên rewiştî yên gelemperî de berpirsiyar e. Ev berpirsiyarî ev in; xebat ji bo pêkanîna armanca komeleyê, beşdarîkirin di rêvebirî û çalakiyên komeleyê de, pabendbûna bi rêkûpêkiya komeleyê, dilsozîya bi komeleyê re, dayîna aîdata xwe û beşadarîkirin di dayîna mesrefên komeleyê de.

Derketina Ji Endamtiyê

Xala 4- Her endam bi mercê ku bi nivîskî ragihîne, dikare ji endamtiya komeleyê derkeve. Dema ku daxwaznameya îstîfaya endam bigihîje lijneya rêvebiriyê, mameleyên derketinê bi dawî dibe. Derketina ji endamtiyê, deynê wî yê komeleyê ji holê ranake.

 

Derxistina Ji Endamtiyê

Xala 5- Rewşên ku dibin sedemê derxistina ji endamtiyê

1- Pêkanîna reftarên li dijî rêziknameya komeleyê,

2- Xwedizîna ji peywirên ku pê tên sipartin,

3- Dema şeş meh deynê aîdatê neyê dayîn,

4- Pabendnebûna bi biryarên organên komeleyê,

5- Bê hincet tevlînebûna civîna lijneya giştî.

Eger van rewşên li jor hatine jimartin bên tespîtkirin, bi biryara lijneya rêvebiriyê ew kes dikare ji endamtiyê bê derxistin.

1- Bi mirin û wundabûna endam,

2- Ji holê rabûna mercên qanûnî û pratîk ên endamtiyê,

3- Bi tasfîyekirina komeleyê û piştî temamkirina mameleyên tasfîyeyê endamtiya endam xwe bi xwe dawî lê tê.

Kesên ku ji komeleyê derdikevin yan tên derxistin, ji deftera qeydê ya endaman tên derxistin û nikarin di hebûna malî ya komeleyê de mafekî îddîa bikin.

Organên Komeleyê

 Xala 6-Organên komeleyê li jêr hatiye nîşandan.

1- Lijneya Giştî,

2- Lijneya Rêvebiriyê,

3- Lijneya Sihêtiyê,

 

Awayê Damezirandina Lijneya Giştî ya Komeleyê, Dema Civînê, Bangkirin û Rêbaza Civînê

 Xala 7-Lijneya giştî, organa herî biselahîyet a komeleyê ye; ev lijne ji delegeyên ku ji aliyê endamên qeyîdkirî yên komeleyê, dema hejmara şaxan bigihîje sisiyan ji delegeyên siruştî yên şaxan û endamên qeyîdkirî yên şaxan hatine hilbijartin, pêk tê.

Lijneya giştî;

1- Weku di rêziknameyê de hatiye di dema asayî de dicive.

2- Dema rêvebirî yan jî lijneya sihêtiyê pêwîst bibîne yan jî li ser daxwaza ji pêncan yekê endamên komeleyê di nav sî rojî de bi awayekî awarte dicive.

3- Lijneya giştî ya asayî, sê salan carekê, di nav meha yanzdehan de, di roj û cih û saeta ku ji aliyê lijneya rêvebiriyê de bê diyarkirin dicive.

4- Lijneya giştî ji aliyê lijneya rêvebiriyê ve bo civînê tê bangkirin.

5- Eger lijneya rêvebiriyê, lijneya giştî bangî civînê neke; li ser serîlêdana endamekî, hakimê aştiyê, ji bo bangkirina hatina civînê ya lijneya giştî sê kesî peywirdar dike.

Rêbaza Bangkirinê

Lijneya rêvebiriyê, li gorî rêziknameya komeleyê lîsteya endamên ku mafê wan ê beşdarbûna lijneya giştî heye rêk dixe. Endamên ku mafê wan ê beşdarbûna lijneya giştî hene, herî kêm panzdeh roj berê, bi riya îlana rojnameyekê yan bi peyameke nivîskî yan elektronîk yan jî bi riya peyama telefonî ji bo wan roj, saet, cih û rojeva civînê tê dîyar kirin û ji bo civînê tên bangkirin. Di vê bangê de dema piranî çênebe û civîn pêkneyê, roj, saet û cihê civîna duyem tê diyarkirin. Maweya di navbera civîna yekem û duyem ji heft rojan kêmtir û ji şêst rojan zêdetir nabe.

Eger civîn, ji bilî çênebûna piraniyê ji ber sedemeke din bê paşdexistin, ev rewş tevî diyarkirina sedemên paşdexistinê, li gorî rêbaza bangkirina civîna yekem bo endaman tê ragihandin. Civîna duyem ji dîroka paşdexistinê pê de herî dereng divê di nav şeş mehan de bê kirin. Endam li ser esasên benda yekem divê careke din bo civîna duyem bên bangkirin.

Civîna lijneya giştî ji carekê zêdetir nayê paşdexistin.

 

Azîna Civînê

Lijneya giştî, bi piraniya zêde ya endamên ku mafên wan ên beşdarbûnê heye dicive. Ji bo guherîna rêziknameyê û di rewşa girtina komeleyê de bi beşdarbûna ji duduyê sisiyan ê lijneyê dicive; heke piranî necive û ji ber vê sedemê civîn bê paşxistin, di civîna duyemîn de hewcehî bi piranîyê namîne. Lê belê, hejmara endamên ku beşdarî vê civîna duyemîn dibin, divê herî kêm du car li endamên lijneyên rêveberî û venihêrtinê hebin.

Endamên ku mafê wan ê beşbarbûna lijneya giştî heye, bi lîsteyekê li ciyê civînê tên aşkerekirin. Nasnameyên endamên ku tên ciyê civînê, ji hêla andamên lijneya rêveberîyê yan jî ji hêla peywirdarên lijneya rêveberîyê ve tên venihêrtin. Endam, di lîsteyê de ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve tê amadekirin, li hemberî navê xwe îmzeya xwe diavêjin û derbasî ciyê civînê dibin.

Heke ji bo civînê hejmara endaman bes be, ev yek bi girtenameyê tê destnîşankirin û ji hêla serokê lijneya rêveberîyê yan jî kesekî endamê lijneya rêveberîyê bi peywirdariya serok civînê vedike. Heke ji bo civînê hejmara endaman ne bes be, ji hêla lijneya rêveberiyê ve girtenameyek tê amadekirin.

Piştî vekirina civînê, ji bo birêvebirina civînê, serokek û têra xwe cîgirên serok û nivîsyarek tê bijartin û bi vî awayî desteya dîwanê tê avakirin.

Di dema dengdayîna ji bo dezgehên komeleyê de, endamên ku dengê xwe didin, mecbûr in ku nasnameya xwe nîşanî desteya dîwanê bidin û di lîsteya beşdarvanan de li hemerî navên xwe îmzeya xwe biavêjin.

Birêvebirin û ewlehîya civînê bi destê serokê dîwanê tê kirin.

Di lijneya giştî de tenê maddeyên rojevê tên axaftin û nîqaşkirin. Lê belê heke mijarek bi awayekî nivîskî, ji yekê dehan ê andamên amade ve bê daxwazkirin, divê ew mijar jî bikeve rojevê.

Di lijneya giştî de ji her endamî re mafê dengekî heye; endam mecbûr e ku bi serê xwe dengê xwe biavêje. Endamên rûmetiyê dikarin tevli civînên lineya giştî bibin; lê belê nikarin deng bidin. Heke hukmê şexsî bibe endam, serokê lijneya rêveberiyê ya hukmê şexsî an jî kesekî ku bi temsîlî hatibe peywirdarkirin, dikare dengê xwe bide.

Mijarên ku di civînê de tên axaftin û nîqaşkirin û biryarên ku tên dayin, di girtenameyekê de tên nivîsîn û ji hêla serokê dîwanê û nivîsyaran ve tê îmzekirin. Bi dawîbûna civînê re, girtename û belgeyên din, teslîmê serokê lijneya rêveberiyê tê kirin. Serokê lijneya rêveberiyê berpirsyar e ku van belgeyan biparêze û di nava heft rojan de teslîmê lijneya rêveberiyê ya ku nû hatiye bijartin, bike.

 

Azîn û Awayên Dengdayin û Biryargirtina Lijneya Giştî

Xala 8– Di lijneya giştî de, heke berevajî biryar nehatibe girtin, bijartina endamên lijneyên rêveberî û venihêrtinê, bi dengdayîna veşartî tên bijartin; biryarên mijarên din jî bi awayekî vekirî tên dayin. Dengên veşartî, ew deng in ku kaxizên ku ji hêla serokê civînê ve hatine morkirin an jî pisûleyên ku ji hêla endaman ve piştî dengdayînê avêtina hundirê qabek vala û piştî bi dawîbûna dengdayinê re bi awayekî aşkere tên destnîşankirin.

Di dengdayina vekirî de, rêbaza ku serokê lijneya giştî destnîşan kiriye, tê pêkanîn.

Biryarên lijneya giştî, bi piranîya zêde ya endamên ku beşdarî civînê bûne, tên dayin. Lê belê guherîna rêziknameyê û biryarên girtina komeleyê, tenê bi beşdarbûna ji duduyê sisiyan ê endaman dikare were dayin.

 

Biryarên ku Bê Civîn û Bang Tên Dayin

Biryarên bi bê civîna hemû endaman ku bi beşdarbûna bi awayekî nivîskî tên girtin û biryarên hemû endamên komeleyê ku bi awayekî li dijî azîna banga nivîskî ya rêziknameyê dicivin, derbas dibin.

Biryargirtina bi vî awayî, nakeve ciyê civîna asayî.

 

Peywir û Rayeyên Lijneya Giştî

 Xala 9– Babetên ku li jêr nivîsandî ne, ji hêla lineya giştî ve tên axaftin û biryargirtin.

1- Bijartina dezgehên komeleyê,

2- Guherîna rêziknameya komeleyê,

3- Hevdîtina li ser raporên lijneyên rêveberî û venihêrtinê û fîhila lijneya rêveberiyê.

4- Hevdîtina li ser budçeya ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve tê amade kirin; bi heman awayî an jî piştî guherandinan pejirandina budçeyê,

5- Venihêrtina dezgehên din ên komeleyê û heke pêdivî bê dîtin bi sedemên mafdar, dûrxistina wan a ji peywirê,

6- Heke lijneya rêveberiyê ji bo kes an jî kesan biryara redkirina endamtî û derxistina ji endamtiyê dabe; ew kes jî di civîna pêşî ya lijneya giştî de bi awayekî nivîskî daxwazname û îtirazên xwe pêşkêşî serokatiya dîwanê kiribin, lijneya giştî li ser vê yekê disekine û biryar dide,

7- Ji komeleyê re ji bo sitendina malên ku li ciyê xwe dimînin an jî di derheqê firotina malên heyî de rayedayina lijneya rêveberiyê,

8- Di derheqê rêvebernameyên de ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve ji bo xebatên komeleyê hatine amadekirin; venihêrtin û bi heman awayî an jî bi guhertinan erêkirina wan,

9- Biryargirtina destmiz, diravdanîyên her cure, zewade û tezmînatên serok û endamên lijneyên rêveberî û venihêrtinê yên komeleyê ku ne peywirdarên tu sazîyan in û rojane û zewadeyên ji bo peywirdarên xizmeta komeleyê.

10- Biryargirtina li ser beşdarbûn û veqetîna komeleyê ji federasyonê û li ser vê yekê rayedayina lijneya rêveberiyê,

11- Çalakiyên komeleyê yên navneweteweyî, bi awayekî endamtî peywendî û beşdarbûna sazî û komeleyên li derveyî welêt û veqetîn û derketina ji wan,

12- Avakirina Weqifan ji hêla komeleyê ve,

13- Girtin û betalkirina komeleyê,

14- Lêkolîna pêşniyazên din ên lijneya rêveberiyê û biryargirtina di derheqê wan de,

15- Bi awayekî dezgeha komeleyê ya xwedî rayeya herî bilind, hevdîtina karûbarên ku ji bo dezgeheke din a komeleyê nehatiye dayin û bi kar anîna rayeyan,

16- Biryargirtina li ser zêdekirin û kêmkirina barbû û aîdatên mehane yên despêka endamktiyê,

17- Ji bo vekirina şaxên komeleyê biryar dayin û ji bo karûbarên şaxa ku biryara vekirinê hatiye dayin, rayedayina lijneya rêveberiyê,

18- Ji hêla lijneya giştî ve bicihanîna peywirên din ên ku di mewzûatê de cî girtine.

 

Birêxistina Lijneya Rêveberiyê û Peywir û Rayeyên Wê

 Xala 10– Lijneya Rêveberiyê bi awayekî 5 esîl û 5 yêdek ji hêla lineya giştî ve tên bijartin.

Lijneya rêveberiyê, di civîna pêşî ya piştî hilbijartinê de bi biryarek paywiran li hev parve dikin û serok, cîgirê serok, sekreter, jimêryar û endam destnîşan dikin.

Lijneya rêveberiyê, bi şertê ku bang li her endamî hatibe kirin, dikare her gav banga civînê bike. Li ciyê civînê ji nîvê hejmara endaman yek zêde amade bin, civîn pêk tê. Biryar, bi piraniya zêde ya beşdarvanên civînê ve tên dayin.

Heke ji lijneya rêveberiyê bi rêya îstifayê an jî bi sedemek din valahiyek çêbibe, divê endamên ku di lijneya giştî de herî zêde deng girtine, li gorî dengirtina zêde, bang li wan bê kirin.

 

Peywir û Rayeyên Lijneya Rêveberiyê

Lijneya rêveberiyê taybetiyên li jêr bi cî tîne.

1- Temsîlkirina komeleyê an jî ji bo vê yekê rayedayina endamekî xwe an jî kesekî sêyemîn,

2- Kirina hîsabên dahat û lêçûnan û amadekirina budçeya serdemeke din û pêşkêşkirina lijneya giştî,

3- Amadekirina rêvebernameyên karûbarên komeleyê û pêşkêşkirina lijneya giştî ji bo erêkirinê,

4- Bi rayedayina lijneya giştî sitendina malên cîmayî, firotina malên cîmayî û necîmayî yên komeleyê, avakirina bîna an jî tesîsan, çêkirina peymana kîrayê, ji komeleyê re tesîskirina îpotek anjî heqên aynî,

5- Bi rayedayina lijneya giştî birêvebirina karûbarên vekirina şaxeke nû,

6- Birêvebirina venihêrtina şaxên komeleyê û heke sedemên di cî de hebin, ji peywirê dûrxistina lijneyên rêveberiyê yên şaxan,

6- Li ciyê ku pêdivî hebe vekirina temsîldariyan

7- Pêkanîna biryarên ku di lijneya giştî de hatine dayin,

8- Di dawiya her çalakiyên salekê de, çêkirina tabloya hîsabên dezgehê; tabloya bîlanço û dahatîyê; rapora ku xebatên lijneya rêveberiyê dihundirîne û di dema civînê de ji lijneya giştî re pêşkêşkirina wan,

9- Kirina rêveçûna budçeyê

10- Biryargirtina li ser endamgirtina ji komeleyê re an jî ji derxistina endamtîyê,

11- Ji bo ku komele bigihîje armanca xwe, di bin rayeya xwe de girtina her cure biryarî û birêvebirina wan,

12- Kirin û bicihanîna peywir û rayeyên ku ji hêla mewzûatê de jê re hatiye dayin,

 

 Birêxistina Lijneya Venihêrtinê û Peywir û Rayeyên Wê

 Xala 11- Lijneya Venihêrtinê bi awayekî 3 esîl û 3 yêdek ji hêla lineya giştî ve tên bijartin.

Heke ji lijneya venihêrtinê bi rêya îstifayê an jî bi sedemek din valahiyek çêbibe, divê endamên ku di lijneya giştî de herî zêde deng girtine, li gorî dengirtina zêde, bang li wan bê kirin.

 

 Peywir û Rayeyên Lijneya Venihêrtinê

 Lineya venihêrtinê, dinêre ka gelo komele li ser rêça armancên komelê ye ku di rêziknameya komeleyê de hatine nivîsîn û li gorî mijarên xebatê tevdigere yan na. Dinêre ka gelo lênûsk, hîsab û tomar li gorî mewzûatê û rêziknameya komeleyê tên kirin an na. Li gorî asas û azînên ku di rêziknameya komeleyê de hatine destnîşankirin û berî ku salek bi ser de biçe venihêrtinan dike. Encamên venihêrtinên xwe dike rapor û pêkêşî lijneya rêveberiyê dike û dema ku dicive pêşkêşî lijneya giştî dike.

Lijneya venihêrtinê, heke pêdivî hebe ji bo civînê dikare bang li lijneya giştî bike.

 

Çavkaniyên Dahatiyên Komeleyê

Xala 12– Çavkaniyên dahatiyên komeleyê li jêr hatine rêzkirin.

1- Aîdatê Endaman: Ji endaman di destpêka endamtîyê de 10 TL, mehane jî 5 TL aîdat tê sitendin. Biryara zêdekirin û kêmkirina van mîqdaran di destê lijneya giştî de ye,

2- Barbûyê Şaxan: Ji bo ku lêçûnên giştî yên komeleyê bên bidestxistin, ji sedî 10’ê barbû û aîdatên ku ji hêla şaxên komeleyê ve ji endaman hatine civandin, ji şeş mehan û carekê ji navenda giştî re tê şandin,

3- Bexş û alîkariyên ku ji hêla şexsên rastîn û hukmî ve bi dilê xwe ji komeleyê re dikin,

4- Dahatinên ku ji çalakiyên komeleyê yên wekî civînên bi çay û xwarin; kermes; ger û şahî; konser; pêşbirkên sporê û ji konferansan tên bidestxistin,

5- Dahatinên ku ji malên komeleyê tên bidestxistin,

6- Li gorî hukmên mewzûatê yên di derheqê civandina alîkariyan de, bexş û alîkariyên ku dê bên civandin,

7- Ji bo ku komele bigihîje armanca xwe, pêdivî bi çi dahatinê hebe, ji bo wî bikaranîna çalakiyên tîcarî û dahatinên ku ji wan tên bidestxistin,

8- Dahatinên din.

 

Esas û Azînên Lênûskgirtina Komeleyê û Lênûskên ku dê Bên Girtin

Xala 13- Asasên Lênûskgirtinê;

Li Komeleyê, li gorî asasên hîsabê dezgehê lênûsk tê girtin. Lê belê, heke dahatina brut ji mîqdara ku di Birêvenameya Komeleyan a ku di Maddeya 31. de hatiye destnîşankirin, derbas bibe, ji serdema hîsabkirina di rêzê de tê dest pê kirin û li gorî asasên bîlançoyê lênûsk tê girtin.

Heke ku derbasî asasên bîlançoyê bûbe û li ser hev di du serdemên hîsaban de bikeve binê heddê ku li jor hate gotin, ji sala nû û pêve dê bifetile asasên hîsabên dezgehê.

Bêyî ku girêdayî heddê li jor bimînin, dikarin bi biryara lijneya rêveberiyê, li gorî asasên bîlançoyê lênûsk bigrin.

Heke dezgeheke bazirganîyê ya komeleyê vebibe, ji bo vê dezgeha bazirganîyê, li gorî hukmên Zagona Azînê ya Bacayê lênûsk tê girtin.

 

Azîna Tomarkirinê

Lênûsk û tomarên komeleyê, li gorî azîn û asasên Birêvenameya Komeleyan tên girtin.

 

Lênûskên ku dê Bên Girtin

Li komeleyê, lênûskên ku li jêr hatine nivîsîn tên girtin.

a) Lênûskên ku dê di asasên hîsabê dezgehê de bên girtin û asasên birêvebirinê li gor jêrîn in:

1- Lênûska Biryaran: Biryarên lijneya rêveberiyê li gorî rêza dîrok û jimareyê di vê lênûskê de tên nivîsandin û binê biryaran ji hêla endamên ku beşdarî civînê bûne ve tên îmzekirin.

2- Lênûska Tomarkirina Endaman: Zanînên nasname, dîroka ketin û derketina ji komeleyê yên kesên ku wekî endam dikevin komeleyê di vê lênûskê de tên nivîsandin. Mîqdarên aîdatên destpêk û salane yên ku endam dane jî dikarin di vê lênûskê de bên tomarkirin.

3- Lênûska Tomarkirina Ewraqan: Ewraqên ku diçin û tên, li gorî rêza dîrok û jimareyê di vê defterê de tên nivîsandin. Eslê ewraqên ku tên û zêdeyê ewraqên ku diçin, tên dosyakirin. Ewraqên ku bi rêya postaya elektronîk tên jî bi rêya prîntirê sûretek ji wan tê hilanîn.

4- Lênûska Mîrî: Mîrîyên komeleyê li gorî ciyê ku jê hatine, dîroka hatinê, ciyê çûyînê û yên ku ji bikaranînê ketine di vê lênûskê de tên tomarkirin.

5- Lênûska Hîsabê Dezgehê: Li ser navê komeleyê, dahatinên ku tên girtin û lêçûnên ku tên dayin, bi awayekî vekirî û bi rêk û pêk di vê lênûskê de tê nivîsandin.

6-Lênûska Tomerkirinê ya Belgeyên Hatine Girtin: Belgeyên ku hatine girtin, li gorî numareyên serî û rêzê; nav, paşnav û îmzeya kesê ku wê belgeyê girtiye û fetilandiye û dîroka fetilandinê di vê lênûskê de tê nivîsandin.

b) Lênûskên ku dê di asasên bîlançoyê de bên girtin û asasên birêvebirinê li gor jêrîn in:

1- Lênûskên ku di bendên binî yên 1, 2, 3 û 6. ê benda (a)yê de ku destnîşankirî ne, heke li gorî asasê bîlançoyê lênûsk bê girtin, tê girtin.

2- Lênûska Destmizan, Lênûska Mezin û Lênûska Jimêryariyê: Azîna girtin û tomarkirina van lênûskan, li gorî Zagona Azînê ya Bacayê û li gorî asasên Danezanîna Giştî ya Birêveçûna Pergala Mûhasebeyê ku bi rayeya vê zagonê daye Wezareta Darayî hatiye weşandin, tê kirin.

 

Erêkirina Lênûskan

Li Komeleyê, lênûskên ku divê bên girtin, beriya bi kar anînê, divê li gerînendetiya komeleyan ên bajêr an jî li noterê bên tesdîqkirin. Heta ku rûpelên van lênûskan xelas bûn tê bikaranîn û di navberê de pêdivî bi tesdîqê tune ye. Lê belê, lênûskên ku li gorî asasên bîlançoyê tên girtin û form an jî lênûskên ku misêwa xwedî rûpelên bi form in, beriya sala ku dê bê bikaranîn, di meha paşîn de her sal divê bê tesdîqkirin.

 

Tabloya Dahatê û Sazkirina Bîlançoyê

Heke li gorî asasên hîsabê dezgehê tomar bê girtin, di dawiya salan de (Çileyê Pêşîn 31) (Li gorî tiştê ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-16’an de hatiye destnîşankirin) “Tabloya Hîsabê Dezgehê” tê çêkirin. Heke li gorî asasên bîlançoyê lênûsk bê girtin jî, di dawiya salan de (Çileyê Pêşîn 31) li gorî asasên Danezanîna Giştî ya Birêveçûna Pergala Mûhasebeyê ku di her dawiya salan de ji hêla Wezareta Darayî ve tê weşandin, tabloya bîlanço û dahatinê tê çêkirin.

 

 Karûbarên Dahat û Lêçûnên Komeleyê

Xala 14- Belgeyên dahat û lêçûnê;

Dahatinên komeleyê, (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-17’an de mînak heye) bi “Belegeya Girtekê” tê tehsîlkirin. Heke dahatinên komeleyê bi rêya bankayan çêbûbe, dekontên ku ji hêla bankayan ve tên çêkirin û belgeyên ku wekî kurtasîya hîsab nîşan didin jî dikevin ciyê belgeye hate girtinê.

Lêçûnên komeleyê jî, bi rêya belgeyên zêhakirinê yên wekî fatûre, fîşên firotinên perakende û meqbûzên pîşeyên serbest tên kirin. Lê belê, ji bo lêçûnên komeleyê yên ku dikevin bin maddeya 94’an ê Zagona Bacayên Dahatinê, li gorî hukmên Zagona Azînê ya Bacayê, pisûleya lêçûnê tê amadekirin; ji bo lêçûnên ku nakevin bin vîya jî (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-13’an de mînak heye) “Meqbûza Lêçûnê” tê çêkirin.

Ji hêla komeleyê ve, mal û xizmetên ku bê bergîdan ji sazî û dezgehan re tên teslîmkirin, (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-14’an de mînak heye) bi “Belgeya Teslîmê ya Alîkariya Aynî” tên kirin. Mal û xizmetên ku ji hêla kes, sazî û dezgehan ve bê bergîdan teslîmê komeleyê tên kirin jî (Ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-15’an de mînak heye) bi “Belgeya Girtekê ya Bexşa Aynî” tên qebûlkirin.

 

Belgeyên Girtekê

“Belgeyên Girtekê” ku di tehsîlên dahatinên komeleyê de dê bên bikaranîn (bi meznahî û teşeyê ku di Birêvenameya Komeleyan, Zêdehî-17’an hatiye nîşandan) bi biryara lijneya rêveberiyê ve, li çapxaneyê tê çapkirin.

Çapkirin û kontrola belgeyên girtekê, teslîmgirtina ji çapxaneyê, tomarkirina lênûskê, dewr û teslîma jimêryarên kevn û nû û bi belgeya girtekê re kesê ku li ser navê komeleyê tehsîla dahatinan dike an jî ji hêla kesan ve bikaranîna van belgeyên girtekê û asasên li ser teslîma dahatinên ku hatine civandin, li gorî hukmên Birêvenameya Komeleyan tê kirin.

 

Belgeya selahiyetê

Kes an kesên ku li ser navê komeleyê dahatê tehsîl dikin, bi biryara lijneya rêveberiyê û bi destnîşankirina dema selahiyetê, tên diyarkirin. Belgeya selahiyetê ya ku nasnameya diyar a kesên tehsîldar, îmze û sûretên wan tê de (Di pêveka 19’an a ku nimûneya wê di rêziknameya komeleyan de heye) hene, ji hêla komeleyê ve wek sê nusxe tên amadekirin û ji hêla serokê lijneya rêveberiya komelê ve, tê erêkirin. Nimûneyek ji belgeya selahiyetê, teslîmê yekîneya komeleyan, tê kirin. Guhertinên derbarê belgeya selahiyetê de, di maweya panzdeh rojan de, ji hêla serokê lijneya rêveberiyê ve, ji bo yekîneya komelayan, tê ragihandin.

 

 Ew kesên ku li ser navê komeleyê dahatê tehsîl dikin, encax di dû belgeyên selahiyetê ya ku li ser navê wan hatiye çêkirin û ji aliyê yekîneya komeleyan ve nimûneyeke wê hatiye girtin de, dikarin dest bi tehsîla dahatê bikin

Derbarê bikaranîna belgeya selahiyetê, nûkirina wê, îadekirina wê û xuzûsiyetên din de, li gorî hikmê Rêziknameya Komeleyan, kar tê kirin.

 

Dema Mehfizekirina Belgeyên Dahat û Lêçûnan

Ji bilî defteran, belgeyên meqbûzan ên ku ji hêla komeleyê ve hatine bikaranîn, belgeyên mesrefê û belgeyên din, li gorî demên diyarkirî yên bi qanûnên taybet, bi defterên ku li gorî sîstema hêjmar û dîrokê hatine qeydkirin re, 5 sala tên mihefezekirin.

 

Dayîna Beyannameyê

Xala 15- “Beyannameya Komeleyê” ya ku li gorî encamên dawiya salê ya ku li ser fealiyetên dahat û lêçûnên komeleyê yê sala borî (Di pêveka 21’e ya ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîşankirin), di dû erêkirina ji hêla lijneya rêveberiyê, ji aliyê serokê komeleyê ve, di nav her çar mehên sala salnameyê de, ji bo amirtiya rêveberiya bajêr re, tê birêkirin

 

Mukelefiyeta Îxbarnameyê

Xala 16- Îxbarnemeyên ku ji amirtiya bajêr re tên şandin;

 

Îxbarnameya Encamê ya Lijneya Giştî

Di nav sî rojên di dû civînên lijneyan ên awarte û asayî de, “Îxbarnameyên Encamê yên Lijneya Giştî” û pêvekên wê, yên ku di xwe de endamên esîl û yêdek ên ku ji bo rêveberî, lijneyên teftîşê û dezgehên din hatine hilbijartin dihebîne (Di pêveka 3’an a ku di Rêziknameya Komelayan de hatiye nîşandan), ji hêla serokê lijneya rêveberiyê ve, ji amirtiya bajêr re, tê birêkirin.

Ji bo îxbarnameya encamê ya lijneya giştî;

1- Nimûneya zabitê ya cîvîna lijneyê ya giştî ya ku ji hêla serokê dîwanê, alikarê serok û nivîsevan ve hatiye îmzekirin,

2- Heke di rêziknameyê de guhertin hatibe çêkirin, şiklên xalê berê û yên nû û rûpelê nimûneya rêziknameyê ya ku halê wê yê dawiyê yê ku ji hêla lijneya giştî ve hatiye îmze kirin,

pê ve tên zeliqandin.

 

 Îxbarnameya Xeyrî Menqûlan

Xeyrî menqûlên ku ji hêla komeleyê ve hatine girtin, di dû 30 rojên ku di dû tescîlkirina wan a di tapûyê de (Di pêveka 26’an an ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîşandan), divê “Îxbarnameya Malên Xeyrî Menqûl” bê tijekirin û ji bo amirtiya rêveberiya bajêr re, bê rêkirin.

 Îxbarnameya Girtina Alîkariyê Ya Ji Derveyê Welat

Heke komele, ji derveyê welat alikariyê bigire, divê komele beriya girtina alîkariyê, (Di pêveka 4’an, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîşandan) du nusxe “Îxbarnameya Girtina Alîkariyê Ya Ji Derveyê Welat” tenzîm bike û wê ji bo amirtiya rêveberiya bajêr re, bişîne.

Divê, nimûneya biryara lijneya rêveberiyê ya ku derheqê girtina alikariyê ya ji derveyê welat de hatiye girtin, heke hebe protokola ku li ser alîkarîgirtinê hatiye tenzîmkirin, peymanname, belgeyên din ên wek vana, dekont û belgeyên din ê razandinê ya derbarê şandina pere (alîkarî), bi formê ve bên derzîkirin.

Gava, alikariyên neqdî, bi rêyên bankayan bên girtin, divê beriya bikaranîna wan, şert e ku şertê îxbarnameyan bên cîkirin

 Îxbarnameya Projeyên Hevbeş ên Ku Bi Sazî û Damezraweyên Giştî re Tên Meşandin

 Di mijarên ên ku dikevin qada wezîfeya komeleyê de, nimûneyên projeyê û protokola têkildarê projeyên ku bi sazî û damezraweyên giştî re bi hev re tên meşandin (Di pêveka 23’yan, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîşandan), divê bi “Îxbarnameya Projeyê” ve bê derzîkirin û di maweya meha ku di dû projeyê de hatibû çêkirin de, ji bo parêzgariya wî ciyê ku komele lê bi cî ye, tê teslîmkirin.

 

Ragihandina Guhertinan

Guhertinên cî û warê komeleyê, (Di pêveka 24’an, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîşandan) di “Îxbarnameya Guhertinê ya Cî û War” de û guhertinên din ên ku ji bilî civîna lijneya giştî (Di pêveka 25n, a ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye nîşandan), di “Îxbarnameya Guherînan Ên Di Dezgehên Komeleyê De” tên tije kirin û di nav 30 rojan de ji bo amirtiya rêveberiya bajêr, tê ragihandin.

Guherînên ku di rêziknameya komeleyê de tên kirin jî, di dû cîvîna lijneya giştî ya ku guherînên rêziknameyê tê de hatine kirin de, di nav 30 rojên di dû vê civînê de, bi pêveka îxbarnameya encama lijneya giştî, ji bo amirtiya rêveberiya bajêr, tê ragihandin.

 

Teftîşa Hundirîn A Komeleyê

Xala 17- Di komeleyê de, çawa ku ji hêla lijneya giştî, ji hêla lijneya rêveberiyê yan ji hêla lijneya teftîşê ve teftîş tê kirin, her wisa jî ji hêla saziyeke teftîşê ya serbixwe ve jî teftîş dikare bê kirin. Teftîşa ku ji hêla lijneya giştî, ji hêla lijneya rêveberiyê yan ji hêla saziyeke teftîşê ya serbixwe ve jî hatibe kirin jî, wê mukelefiyeta lijneya teftîşê, ranake.

Divê ji hêla lijneya teftîşê ve, herê kêm ji salê carekê, teftîşa komeleyê bê kirin. Lijneya giştî yan lijneya rêveberiyê, heke pêwistiyê bibîne, ew dikare bi xwe yan bi saziyeke teftîşê ya serbixwe, teftîşê bike.

 

Qaîdeyên Deyndarbûna Komeleyê

Xala 18- Komele, ji bo ku bikaribe armanc û fealiyetên xwe bimeşîne, heke pêwistiyê pê bibîne, bi biryara lijneya rêveberiyê, dikare deyn bike. Ev deyndarbûn, her çawa dikare bi krediyê kirîna mal û xizmetê de, be; her wisa jî dikare bi nakîtê jî be. Lê belê ev deyndarî, divê ne di binê çavkaniyên dahatûya komeleyê de be, û komeleyê jî nexe binê zexta ku nikaribe deynê xwe bide.

 

Avakirina Şaxên Komeleyê

Xala 19- Komele, heke pêwistiyê bibîne ku li hinek ciyan şaxên xwe veke, bi biryara lijneya giştî yan jî li ser selahiyeta xwe ya ku wergirtiye, bi biryara lijneya rêveberiyê ya navenda giştî, dikare şaxan veke. Bi vê mebestê, îxbarnameya herî kêm sê kesên damezrîner ên lijneyê yên ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve selahiyet wergirtine, îxbarnameya avakirina şaxê ya ku di Rêziknameya Komeleyan de hatiye diyarkirin û belgeyên din ên ku pewistî pê hene, divê ji bo amirê herî mezin ê wî ciyê ku şax lê tê vekirin, bê dayîn.

 

Wezîfeyên Komeleyan û Selahiyetên Wan

Xala 20- Şax, ew e ku takekesiya wî ya hukmî tune ye û xwudanselahiyet û wezîfedar e ku di çarçoveya armanc û xizmeta komeleyê de fealiyetên xweser bi cî tîne û rêxistineke di nav zikê komeleyê de ye ku ji ber encamên kar û barên xwe deyndar an maldar be, ew berpirsiyar e.

 

Dezgehên Şaxan û Hukmên Li Wan Tên Tetbîqkirin

Xala 21- Dezgehên şaxan; lijneya giştî, lijneya rêveberiyê û lijneya teftîşê ye. Lijneya giştî, ji endamên qeydkirî pêk tê. Lijneya rêveberiyê, ji 5 esîl û 5 yêdekan; lijneya teftîşê ji 3 esîl û 3 yêdekan pêk tên û ev kes ji aliyê lijneya giştî ya şaxê ve tên hilbijartin.

Wezîfe û selahiyetên van dezgehan û hukmên din ên di rêziknameyên derheqê komeleyê de, li gorî mewzûat dest dide, di şaxê de tên tetbîqkirin.

 

Demên Kombûna Lijneyên Giştî Yên Şaxan û Wê Çawa Bê Tesîlkirina Wan Di Lijneya Giştî Ya Navenda Giştî De

Xala 22- Şax, divê civînên xwe yên asayî yên lijneya giştî, herî kêm du meh beriya civînên lijneya giştî ya navendê, biqedînin.

Lijneya giştî ya asayî ya şaxan, ji 3 sala carekê, di nav meha îlonê de, di roj û saet û cîyê ku ji hêla lijneya rêveberiya şaxê ve tê diyarkirin de, divê bicive.

Şax; nimuneyeke ji îxbarnameya encama lijneya giştî, divê di nav 30 rojên di dû civî nê re, mecbûre ku ji bo amirtiya revebiriya bajêr û ji navenda giştî ya komeleyê re, bişîne.

Şax; di lijneya giştî ya navendê de, bi hilbijartinî û bi delegeyên normal tên temsîlkirin. Serokên rêveberiyê û yên lijneyên teftîşê, endamên tabiî ne. Ji bo her 20 (bîst) endamên di komeleyê de qeydkirî 1 (yek), ji yên ji 10’an zêde mayî re yan jî heke endamên wan ji 20’î kêm bin, ji bo wan re jî 1 (yek) delege tê hilbijartin. Ev delege, wek delegeyên hilbijartinî, li ser navê şaxê, mafên wan heye ku têkevin lijneya giştî ya navenda giştî.

Delegeyên ku herî dawiyê di lijneya giştîya şaxan de hatine hilbijartin, dikarin beşdarî lijneya giştî ya lijneya navendê, bibin.

Ew kesên wezîfedar ên ku di lijneyên revebirî û teftîşê de ne, heke ji bo rêveberiya navenda giştî yan lijneya teftîşê bên hilbijartin, divê ew dev ji wezîfeyên xwe yên şaxê berdin

 

Vekirina Nûnertiyê

Xala 23- Komele; ji bo ku fealiyetên xwe yên komeleyê bi rêve bibe, heke pêwistî bi ciyekî bibinê ku li wê derê şaxeke xwe veke, bi biryara lijneya revebiriyê dikare nûnertiyê veke. Navnîşana wê nûnertiyê û ew kes an kesên ku bi biryara lijneya rêveberiyê ve hatiye wezîdarkirin, ew mesele ji hêla wî kesî yan wan kesan ve, ji bo amirtiya rêveberiya wî bajarî, bi awayê nivîskî tê ragihandin. Nûnertî, di lijneya giştî ya komeleyê de, nayê temsîlkirin. Şax, nikare nûnertiyê veke.

 

 Awayê Çawa Guhertin a Rêziknameyê

 Xala 24- Guhertina Rêziknameyê, bi biryara lijneya giştî tê çêkirin.

 Di lijneya giştî de, ji bo guhertina rêziknameyê bê çêkirin, pirraniya ji 2/3’yê endamên ku dikarin beşdarî lijneya giştî bibin û mafên wan ê dengdanê heye, lazim e. Heke di civînê de pirranî pêk neyê û ji ber vê sedemê civîn bê li paşxistin, di civîna duyemîn de pêwistî bi pirranîyê nakeve. Lê divê hejmara endamên ku beşdarî civînê bûne, ji du qatê tam ê hejmara endamên lijneya rêveberî û lijneya teftîşê hindiktir nebe.

Pirraniya ku ji biryara guhertina rêziknameyê lazim e, ji 2/3’yê wan emdamên ku beşdarî civînê bûne û mafên wan ên dengdanê heye, pêk tê. Di lijneya giştî de, guhertina rêzinameyê li ber çavan û aşkera tê kirin.

 

 Fesha Komeleyê û Şiklê Tesfîyekirina Hebûna Malê Wê

 Xala 25– Lijneya giştî, ji bo feshkirina komeleyê her dem dikare biryarê bide.

Di lijneya giştî de, ji bo ku mijara fesihkirinê bê muzakerekirin, divê rêjeya pirraniya endaman ji 2/3’yê wan endamên ku dikarin beşdarî lijneya giştî bibin û mafên wan ên dengdanê heye, pêk bê. Heke di civînê de pirranî pêk neyê û ji ber vê sedemê civîn bê li paşxistin, di civîna duyemîn de pêwistî bi pirranîyê nakeve. Lê divê hejmara endamên ku beşdarî civînê bûne, ji du qatê tam ê hejmara endamên lijneya rêveberî û lijneya teftîşê hindiktir nebe.

Pirraniya ji girtina biryarê ya ji bo fesihkirina komeleyê re lazim e, ji 2/3’yê dengên wan endamên ku beşdarî civînê bûne û mafên wan ê dengdanê heye, pêk tê. Ev dengdan, di lijneya giştî de, bi navê dengdana biryara feshê, tê çêkirin

 

Mameleyên Tasfîyeyê

Gava biryara feshê ji alîyê lijneya giştî ve bê dayîn, ji alîyê lijneya tasfîyeyê ve ku ji endamên lijneya rêvebirîyê ya dawî pêktê tasfîyeya pere, mal û mafên komeleyê tê kirin. Ev mamele piştî biryardayîna lijneya giştî ya derbarê feshê yan jî piştî dîroka ku rewaşa dawîlêhatinê tekez dibe tê destpêkirin. Di pêvajoya tasfîyeyê de di hemû mameleyan de berî navê komeleyê îbareya “di rewşa tasfîyeyê de ye” tê bikaranîn.

Lijneya tasfîyeyê li gorî mewzuatê ji serî heta dawî di temamkirina mameleyên tasfîyeya pere, mal û mafên komeleyê de erkdar û xwedî selahîyet e. Ev lijne, pêşî hesabên komeleyê lêdikole. Di maweya lêkolînê de defterên komeleyê, belgeyên wergirtinê, belgeyên mezaxtinê, qeydên tapû û bankayan di gel belgeyên din tên destnîşankirin û erkên wan bi nivîskî tên dîyarkirin. Di maweya tasfîyeyê de ew kesên ku deynê wan li komeleyê ye tên bangkirin û eger malên wê hebin bo wan kesên xwedî maf tê dayîn. Eger deynê komeleyê li hin kesên din hebe, ev deyn tên tehsîlkirin. Piştî wergirtin û dayîna deynan hemû pereyê mayî, mal û mafên wê bo cîyê ku di lijneya giştî de hatîye dîyarkirin tê dewrkirin. Eger di lijneya giştî de cîyê ku bê dewrkirin nehatibe destnîşankirin, di wî bajarî de piştî dîroka feshê ji alîyê endaman ve bo komeleya herî mezin a ku di armancê de nêzîkiya wan hebe tê dewrkirin.

Hemû mameleyên derbarî tasfîyeyê di tomara nivîskî de tê nîşandan û mameleyên tasfîyeyê, maweyên zêde yên ku ji aliyê rêvebiriyên îdareya mulkî ku li ser egereke mafdar hatiye dayîn ne tê de, di nav sê mehan de tê temamkirin.

Piştî temamkirina tasfîyeya pere, mal û mafên komeleyê û mameleyên veguhestinê, zerûrî ye ku ji alîyê lijneya tasfîyeyê ve, rewş di nav heft rojan de bi nivîsekê tevî tomara nivîskî ya tasfîyeyê bo rêvebiriya îdareya mulkî ya ku navenda komeleyê li wî cîyî ye bê ragihandin.

Endamên lijneya rêvebiriyê ya dawî bi sîfeta lijneya tasfîyeyê peywirdar e ku defter û belgeyên komeleyê veşêre. Ev peywir ji bo endamekî lijneya rêvebiriyê jî dikare bê sipartin. Maweya veşartina van defter û belgeyan pênc sal e.

Kêmaniya Hukum

Xala 26- Di şûna taybetiyên ku di vê rêziknameyê de nehatine dîyarkirin, qanûna komeleyan, Qanûna Medînî ya Turk û rêvebirnameya komeleyan ên ku amaje bi van qanûnan dikin û hukmên mewzuatên din ên derbarî komeleyan tê peyrewkirin.

Xala Demkî 1- Di lijneya giştî ya pêşî de heta ku organên komeleyê bên pêkanîn, endamên lijneya rêvebiriyê ya demkî ku nûnertiya komeleyê dikin û mameleyên derbarî komeleyê de bi rê ve dibin li jêr hatine destnîşankirin.

Endamên Lijneya Rêvebiriyê ya Demkî;

 Nav û Paşnav Nasnavê Wî yê Peywir
MEHMET RAUF ÇİÇEK SEROKÊ LIJNEYA RÊVEBIRIYÊ
Mehmet YERGİN CÎGIRÊ SEROKÊ LIJNEYA RÊVEBIRIYÊ
Fehmi ÇİFTÇİ SEKRETER
Abdulkadir KANKILIÇ JIMARYAR
Ömer YİKİTLER ENDAM