În, Gulan 10, 2024
HomeRaya Giştî ReNûçe21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê Pîroz Be!

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê Pîroz Be!

Weke ku tê zanîn, Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCOyê) 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê îlan kiriye. Neteweyên Yekbûyî dîtiye ku li ser rûyê erdê gelek ziman winda dibin û tên jibîrkirin û li ser vê yekê jî biryar daye ku her sal 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî were pîrozkirin.

Zimanê zikmakî dewlemendiyeke siruştî ye ku Xwedê daye mirovan, ji ber vê yekê jî xwedîlêderketin û parastina wî jî erkekî pîroz e. Qur’ana Pîroz dibêje ku: “Cudahiya ziman û rengên we ji ayetên Xwedê ne.” Zimanê zikmakî, mafekî hiqûqî û însanî ye ku bi destê qudreta îlahî ji mirovahiyê re hatiye diyarîkirin. Ya girîng jî ew e ku mafê ziman ne bi xwestina mirovan ve girêdeyî ye, ji îradeya Xwedê ye. Ew kesên ku li dijî bikaranîna zimanê zikmakî derdikevin û ji bo bidestxistina vî mafî astengiyan derdixin, yan bi zanetî yan jî bi nezanî li hember fermana îlahî derdikevin.

Li gor agahiyên UNESCOyê li ser rûyê cîhanê gelek ziman ji holê rabûne û niha jî gelek ziman di xeteraya jibîrkirinê de ne. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku zimanek li ser piyan bimîne, divê ew ziman di her hêla jiyanê de bê bikaranîn û di heman demê de bibe zimanê perwerdeyê . Ji ber vê yekê jî divê di serî de em ji xwe dest pê bikin û malên xwe bikin mîna dibistanekê, ku ev ziman bikaribe di nava mejiyên nifşên nû de rehên xwe biavêje. Divê Kurd jî mîna her neteweyekê, ne tenê ji bo ku bi derseke bijarte zimanê xwe hîn bibin, ji bo ku ji PÊŞDIBISTANÊ HEYA ZANÎNGEHÊ zimanê wan bibe zimanê perwerdeyê tevbigerin. Divê ev mafê siruştî, di zagona bingehîn de were pejirandin û pesendkirin.

Digel van hestan, em wek Komeleya Nûbiharê, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li gelê Kurd û li hemû gelên cîhanê pîroz dikin.

Nûbihar Komele