În, Gulan 10, 2024
HomeÇalakîKêşeyên Veguhestina Navzimanî û Têkilîya Soranî û Kurmancî

Kêşeyên Veguhestina Navzimanî û Têkilîya Soranî û Kurmancî

Semînera me  bi mijara “Kêşeyên Veguhestina Navzimanî û Têkilîya Soranî û Kurmancî” li navenda komelê roja 30.10.021(şemî) hate li darxistin û li ser youtubê û li ser zoomê bi zindî hate weşandin.  Semînerê  nivîskar û akademîsyen Zülküf ERGÜN  pêşkêş kir.  Wîdeoya me wê di hesaba Nûbihar Komele de were weşandin hûn karin li ser youtubê temaşe bikin.

 

Kurtasîya mijarê:

Kurmancî û soranî wek du zarên sereke yên kurdîyê sed sal in di nav hewldanên xwe-vejandinê da ne. Herçend ev her du zar di serdema modern da li Stenbolê li tenişta hev di heman kovar û rojnameyan da bên nivîsîn jî piştî parçebûna dewleta Osmanî û dabeşbûna kurdan ji hev dûr dikevin. Ji wê demê û vir ve ji ber hin mercên sîyasî soranî ji kurmancîyê bêhtir derfetên geşesendinê bi dest dixe û ji alîyê bêjeyên nû ve dibe zarê serçavî û kurmancî gelek bêjeyan jê werdigire. Lê ji ber dûrketinê û nebûna peywendîyeke rasterast hin ji van bêjeyan bi çewtî tên wergirtin.

Ev gotar li ser van veguhestinên çewt radiweste û vê di bin sernavên tevlihevîyên semantîk, morfolojîk û fonolojîk da berçav dike. Li alîyê din bal dikêşe ser hin bêjeyan ku di soranîyê da hatine dariştin, lê niha tenê di kurmancîyê da tên bikaranîn û wan jî wek kêşeyeke din a veguhestina navzimanî dide zanîn. Ji bo berçavkirina vê rewşê me ji ferhengên sereke yên kurdîyê, pirtûk, kovar û rojnameyên giring ên kurmancî û soranîyê sûd wergirtin ku cara pêşî ev bêje di wan da hatine bikaranîn. Li ser vê bingehê ev gotar pêşnîyaz dike ku ji bo hevgirtina zarên kurdîyê giringîyeke taybetî ya veguhestina navzimanî heye, lê di vê veguhestinê da bikarînerên zarê wergir divê wan bêjeyan li gor zarê serçavî bi kar bînin û rê nedin tevlihevîyên navzimanî.

https://nubiharakademi.net/article/100-cend-keseyen-veguhestine-ji-kurdiya-sorani-bo-kurdiya-ku