În, Gulan 10, 2024
HomeŞaxŞaxa BatmanêDaxuyanî: 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî

Daxuyanî: 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî

Rojnameya Kurdistanê di sala 1898an de li paytexta Misrê li Qahîreyê dest bi weşanê kiriye. Rojnameya Kurdistanê ji hêla Miqdat Bedirxan ve hatîye amadekirin û weşandin. Kurdistan yekemîn rojnameya Kurdî ye. Xwedîyê wê û belavkarê wê jî Miqdat Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd hatîye qebûlkirin. Pênc hêjmarên pêşî yên rojnameyê  ji hêla Mîqdat  Bedirxan  ve li Qahîreyê,, hejmarên din jî piştî mirina Mîqdat Bedirxan ji hêla birayê wî Evdirehman Bedirxan  ve li Swîsre û Îngilîstanê tê weşandin.

Rojnameya Kurdistanê di navbera salên 1898-1902an de tê weşandin. Bi tevahî 31 hejmar derketîye.

Rojname bi zimanê Kurdî û Tirkî tê weşandin. Her çiqas weşana xwe zêdetir bi kurmancî kiribe jî, helbestên soranî jî hatine weşandin.

Cara yekem Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî di vir de hate weşandin. Derketina Rojnameya Kurdistanê bi awayekî modern bi xwe re qadeke hişmendîyeke çandî û neteweyî anîye û bûye destpêka pêvajoyeke nû. Piştî vê tarîxê gelek kovar û rojname derketine.

Ji sala 1973yan bi vir de 22yê Nîsanê  wek Roja Rojnamegerîya  Kurdî tê pîrozkirin.

Bi minasebeta giringîya vê rojê û bi beşdarbûna axaftvan Ahmet Seyarî re me xwest em senînereke li dar bixin.

Em wek Komeleya Nûbiharê Şaxa Batmanê Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz dikin.

Komeleya Nûbiharê Şaxa Batmanê