Şaxa me ya Batmanê bi minasebeta “15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî” semînerek li dar xist. Di semînerê de weke axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskar Medeni Öğüt li ser girîniya ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî daye ziman de wiha got;
Ji bo zimanek bijî, divê di her qonaxên jiyanê de mirov wî zimanî bi kar bîne û pêşî em ji xwe dest pê bikin û em malên xwe bikin dibistan, dê û bavên me bibin mamoste, da ku ev ziman di hişê nifşên nû de bi cih bibe.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî li ser zimanê zikmakî wiha gotiye: “Ziman di mirov de mohra qederê ye.” “Edebiyat dara fêkîyên wê ye, neynika ronahîya hestên neteweyî ye.”
Bal kişand li van gotinan û di berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku zarok bi zimanê zikmakî biaxivin dê ji bo paşeroja jiyana wan a perwerdehîyê jî sûdmend û pêwîst be.
Piştî semînerê, kesên ku di atolyeya zimanê kurdî de bi ser ketibûn sertîfîkayên wan hatin dayîn.