Yekşem, Nîsan 28, 2024
HomeRaya Giştî ReRoja Rojnamegerîya Kurdî

Roja Rojnamegerîya Kurdî

Rojnameya Kurdistanê di sala 1898an de li paytexta Misrê li Qahîreyê dest bi weşanê kiriye. Rojnameya Kurdistanê ji hêla Miqdat Bedirxan ve hatîye amadekirin û weşandin. Kurdistan yekemîn rojnameya Kurdî ye. Xwedîyê wê û belavkarê wê jî Miqdat Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd hatîye qebûlkirin. Pênc hêjmarên pêşî yên rojnameyê ji hêla Mîqdat Bedirxan ve li Qahîreyê,, hejmarên din jî piştî mirina Mîqdat Bedirxan ji hêla birayê wî Evdirehman Bedirxan ve li Swîsre û Îngilîstanê tê weşandin.

Rojnameya Kurdistanê di navbera salên 1898-1902an de tê weşandin. Bi tevahî 31 hejmar derketîye.

Rojname bi zimanê Kurdî û Tirkî tê weşandin. Her çiqas weşana xwe zêdetir bi kurmancî kiribe jî, helbestên soranî jî hatine weşandin.

Cara yekem Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî di vir de hate weşandin. Derketina Rojnameya Kurdistanê bi awayekî modern bi xwe re qadeke hişmendîyeke çandî û neteweyî anîye û bûye destpêka pêvajoyeke nû. Piştî vê tarîxê gelek kovar û rojname derketine.

Ji sala 1973an bi vir de 22yê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî tê pîrozkirin.

Em wek komeleya Nûbiharê Şaxa Batmanê Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz dikin.