Qursa zimanê kurdî ya ji bona xaniman (asta yekem) bi dawî bû. Piştî qedandina qursê bi merasîmekê, bawernameyên xwendakaran ji aliyê mamoste û rêvebirin Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Wanê hate dayin.
Mamoste Hecî Yilmaz di derbarê qursê de wiha axivî: ” Ez bi dayina van bawernameyan pirr bextewar im. Em dibêjin Zimanê Dayikê girîng e, hebûna mirovan e. Hevî dikim ku ev xanimanan wê bibe ronahî ji bo nivşên ayende. Wê bi alîkariya van xaniman zimanê me hîn pêjde here. Ez ji bo van xîretkêşan serkeftinê dixwazim.” Bi tevahî 15 xwendevanan bawername girtin. Bi axawtinên rêvebirên komeleyê bername bi dawî bû.
