HomeRaya Giştî ReNûçeDi Derbarê Cejna Zimanê Kurdî De Daxuyanî

Di Derbarê Cejna Zimanê Kurdî De Daxuyanî

Daxuyaniya Komeleya Nûbiharê ya Çapemeniyê ya Derbarê Cejna Zimanê Kurdî de:

Wekî ku tê zanîn 15ê Gulanê  mîna Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.  Di sala 1932yî de ku li Şamê ji aliyê Mîr Celaldet Bedirxan ve bi derxistina kovara “Hawarê” re, ev tarîx mîlada/destpêkirna pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî tê pejirandin.

Ew zîmanê me yê ku sed sala ne qedexe ye û ku di binê zordestiyê û zordariyê de ne, heke ku em heta îro hê jî vî zimanî ku dîaxivin ev rewş babetê teqdîrê ye. Divê em vê jî bizanibin ku; jiyana zimanekî ancex, ku tu wî zimanî di her asta jiyanê de bi kabrînê gengaz e. Divê di serî de em di xwe de dest pêkin, malên xwe bikin mîna dibistanekî, divê bav û diyên me jî bibin mîna mamosteyan û ku ev ziman bikaribe di nava mejiyên nîşfên nu de  rehên xwe biavêje.

Divê Kurd jî mîna her neteweyekî zimanê xwe ne weke derseke bijare, berevajiyê wî ji; “PÊŞDIBISTANÊ  Û HEYA ZANÎNGEHÊ” divê zimanê wan bibe zimanê perwerdehiyê  û bikaribin bi  zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Divê ev mafê sirûştî, di Zagona Bingehîn  de were pejirandin û pesendkirin.

Bi vê armancê em Cejna Zimanê Kurdî ya 15 Gulanê li gelê xwe tev pîroz dikin.

Komeleya Nûbiharê / Navenda Giştî