
Di rojên 21-22 Îlon 2013yan de, li Amedê, bi hevkariya Kovara Nûbihar û Komeleya Nûbiharê, “Sempozyuma Navneteweyî ya Dîn, Ziman û Nasnameyê” hatiye lidarxistin. Kovara Nûbiharê ku 21 sal e, bi berxwedêriyeke mezin, jiyana xwe ya weşanê, bi Kurdî didomîne, sernavên “Dîn”, “Ziman” û “Nasname” ku di nav hevdû de ne û bi hevdû re têkildar in, kir ku ji aliyê pisporên van mijaran ve bêne nîqaşkirin. Wê weke amanc daye pêşiya xwe ku bi vê sempozyuma navneteweyî, ji hêla xwe ve, kedeke pozîtîf û erênî tevlî van pêşveçûnên neyînî yên ku cîhana me ya îro û bi taybetî jî, cografyaya me girtiye bin tîna pêt û şewata xwe, bike.
Hem ji zanîngehên cûr bi cûr ên Tirkiyeyê, hem jî ji gelek welatên mîna Kurdistana Iraqê, ji Yekîtiya Dewletên Emerîkayê, ji Frensa, Hollanda, Elmanya û Bulgaristanê, akademisyen, siyasetmedar, lêkoler, nûnerên saziyên fermî û medenî, gelek kes beşdar bûne. Di sempozyumê de, 30 teblîx hatine pêşkêşkirin, 4 konferans hatine dayin û panelek hatiye lidarxistin. Bi sê awayên cihêrengî, naveroka bernameyê hatiye dewlemendkirin û mijarên ku li ber dest hatine girtin, bi awayekî dorfirehî hatine nikirandin. Sempozyumê, sê rojan dewam kiriye û van her du rojan jî salon, ji aliyê temaşevanan ve, bi awayekî baldarî hatiye şopandin. Digel ku li Amedê, çalakiyên bi vî rengî, li ser hev, gelek zêde têne kirin jî, eleqedariyeke germ jê re hatiye nîşandan. Ev nîşan dide û diselmîne ku awayê xweragirtina Kovara Nûbihar û Komeleya Nûbiharê û merivên ku di vê bunyeyê de cî digirin, qedirşînas hatine dîtin.
Vê sempozyumê, weke hedef daniye pêşiya xwe ku têkiliyên navbera dîn, ziman, desthilatdarî, dîrok, çand û siyasetê û ew nasnameya ku di nav têkiliyên van de teşe digre, di asta akademîk de bide nîqaşkirin. Di nav vê çarçoveyê de wê kiriye ku ev mijar, bi aliyên xwe yên cihê cihê bête nîqaşkirin û di dawiyê de, wê perspektîfeke dewlemend derxistiye holê. Vê sempozyumê kiriye ku li ser vê “Pirsgirêka Kurd” a ku ev serê du sed salî ye tê gengeşîkirin û di vî sî salî de dawî de jî, bi riya pevçûnan hebûna xwe berdewam dike, perspektîfên cihêrengî yên çareseriyê bên berepêşkirin û li gor wê reçeteya ku Ustad Bedîuzzeman Seîdê Kurdî qewî kiribû, ev mijar ji nû ve bête nirxandin.
Di encama pêşekiyên ku di maweya sempozyumê de hatine dayin, ev fikir û encamên jêr, li ber çavan hatine raxistin:
-Cihêrengiyên di tebîetê de çiqas fitrî/siruştî bin, cihêrengiya zimanan jî ewqas fitrî ye. Înkarkirin û guhertina tiştê fitrî, eynî mîna ye înkarkirin û guhertina tiştên îlahî. Lewre, îşaret pê hatiye kirin ku ji bo parastina siruştê, parastina fitretê çendîn girîng be, parastin û berevaniya zimanan jî, ew qas girîng e.
-Riyên ‘adil ên naskirina zimanên cihê cihê û gihandina zimanan a bi ayendeyê ve hatine pêşniyazkirin û hatiye diyarkirin ku ji bo qewîkirina ziman û çandên neteweyên serdest, çi destek û fersend hatibin dayin, divê ku heman destek û derfet, ji neteweyên dî re jî bên dayin.
-Li ser rola kûr û dûr a dîn ku li ser ferd û civakê heye û di çêbûna nasnameyan de karîger e, hatiye rawestîn û bal hatiye kişandin ku têgehên dîn û ziman, ji hêla nasnameya civakî û siyasî ve, hevgirteyên eslî ne. Gihîştine wê encamê ku ev her du hêmanên bingehîn, nasnameyê pêk tînin û hevdû temam dikin. Dîsa ew qenaet çêbûye û hatiye tesbîtkirin ku gava hinek, ferdan, an jî civakê mecbûr bike ku yan ji xwe re dîn tercîh bike, yan jî ziman tercîh bike, rast e.
-Hatiye derbirîn ku di civakên Misilman de çêbûna nasnameya li ser bingeha ziman û dîn, nirxekî jênager e. Li ser vê bingehê, hatiye diyarkirin ku her ferd û her civaka ku li ser bawerî û fikrên cihêrengî ne, xwedî mafê eslî yê însanî ne ku ew wê bawerî û çanda xwe, di bin ewledariyeke huqûqî de bijîn. Her wiha, weke mecbûriyekê ye ku ev ewledariya huqûqî, di jiyanê de ciyê xwe bibîne.
-Hatiye pêşniyazkirin ku ew problemên li dormedora pirsgirêka Kurdan derketine, bi riya berdewamkirina vê pêvajoya diyalogê, bêne çareserkirin; ew lêgerînên çareseriyê ku li derveyê tund û tîjiyê têne meşandin, her berdewam bikin û hê bêtir aştiyane bibin û gelek girîng hatiye dîtin ku li ser temamê wan pirsgirêkên siyasî ku di nav her du aliyan de hene, bi riya diyalog û muzakereyê bête rawestin.
-Li ser girîngiya ku ziman û dîn wehyî ne û bi hebûnê ve girêdayî ne û xwedî wateyên felsefî ne hatiye sekinîn û ew nêzîktêdayinên eslî û rast ên dînê Îslamê ku li ser heqîqeta hebûnê hene, li ser eksena edalet û wekheviyê hatine destnîşankirin û bûne mezherê qebûlê. Bi awayekî têrzêde hatiye eşkerekirin ku di dîrokê de dîn, tim di destê desthilatdaran de, weke navgîneke siyasî hatiye bikaranîn û di encama vê yekê de, reelî û rastiya dîn ji ferd û civakê bi dûr ketiye. Lewre bal hatiye kişandin, ji bo ku ew nefxeya zindîker a dîn, careke dî bête bidestxistin, divê ku heqîqetên Quranê û pratîka Pêxember weke esas bête girtin.
-Ew polîtîkaya bişaftîner û îmhakirinê ya ku ev serê sedsalekê ye ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve, di serî de li ser Kurdan û li ser neteweyên dî û li ser nasnameyên komên dînî tê meşandin û bûye sedemê pevçûnan, di vê sempozyumê de hatiye zimên û hatiye diyarkirin ku vê polîtîkaya dewletê, kiriye ku pevçûn û jihevdeketin, hîn zêdetir bibe.
Ew analîzên bîrbir û ronakbîrên Îslamî û analîzên Bedîuzzeman ku li ser nasname û têgehên modern in, hatine lêkolîn û ew nêzîktêdayinên Bedîuzzeman ên ku di wan de tu hedefeke menfaeta şexsî tune ye û li hember neheqiyan, wî xwestiye ku muxalefeteke civakî înşa bike, li ber çavan hatine raxistin û hatiye destnîşankirin ku ev nêzîktêdatinên wî, ji van têkoşînên modern ên îro ku li hember bêedaletiyên civakî yên roja me derketine re bibin îlham.
-Bal û dêhn hatiye kişandin ku di civakên pirdînî û pirneteweyî de, nasnameya tu komekê weke esas neye girtin û lihevkirina civakî, neye xerabkirin. Ji bo vî awayî jî, baş e ku ji tecrubeyên wan civakên îro yên dunyayê, îstîfade bête kirin û çareseriyên berbiçav bêne dîtin.
-Ew nêrîna ku perwerdeya bi zimanê maderî weke mafekî eslî dibîne, bi temamî, bi awayekî bênîqaşî hatiye qebûlkirin û li ser pêdiviya wê hatiye sekinîn. Tevî vê yekê, îşaret pê hatiye kirin ku ew ziman, sembol û çandên cihêrengî, bi destê dewletê, di qada fermî de bêne qebûlkirin û bikaranîn.
-Hatiye destnîşankirin ku ew unsûrên mîna Zaza, Kurmanc, Soran, Goran û Lor ku ruknên eslî yên nasnameya Kurdan in, divê ku di riya qelskirin û lawazkirina yekîtiya nasnameya Kurdan de nayên bikaranîn. Ew qenaet hasil bûye ku heke ev polîtîkaya qelskirinê bête bipêşxistin, hem dê zerarê bide gelê Kurd, hem jî dê zerarê bide cografyaya me.
Weke Kovara Nûbiharê û Komeleya Perwerdehî û Çandê ya Nûbiharê ku me ev sempozyum li dar xistiye, ji ber pêdiviya xwe ya berpirsiyarî û rola civakî, em ji raya giştî re bi hurmetkarî didin xuyakirin ku em dê xebatên xwe yên bi vî rengî, di vê hêlê de berdewam bikin û em dê piştgiriyê bidin hewldanên ku li ser bingeha heq û wekheviyê tên meşandin.
Licneya Amadekar a Sempozyûmê
* * *
Encamnameya “Sempozyuma Navneteweyî ya Dîn, Ziman û Nasnameyê” ya Nûbiharê (Bi Tirkî) li jêr e:
Nûbihar’ın “Uluslararası Din, Dil ve Kimlik Sempozyumu”
Sonuç Bildirgesi
21-22 Eylül 2013 tarihinde Diyarbakır’da, Nûbihar Dergisi ve Nûbihar Derneği işbirliği ile “Uluslararası Din, Dil ve Kimlik Sempozyumu” gerçekleştirilmiştir. 21 yıldır büyük bir özveri ile Kürtçe olarak yayın hayatını devam ettiren Nûbihar Dergisi, birbirleriyle geçişken ilişki içinde olan “Din”, “Dil” ve “Kimlik” konu başlıklarının alanın uzmanları tarafından tartışılmasını sağlamak amacıyla gerçekleştirdiği bu uluslar arası sempozyumla, günümüz dünyasını ve özellikle coğrafyamızı kasıp kavuran gelişmelere kendi açısından bir katkı sunmayı hedeflemiştir.
Sempozyuma, Türkiye’nin farklı üniversitelerinin yanı sıra, Irak Kürdistan’ı, ABD, Fransa, Hollanda, Almanya, Bulgaristan gibi pek çok ülkelerden akademisyen, siyasetçi, araştırmacı, kamu ve sivil toplum kuruluş temsilcileri katılmışlardır. Sempozyumda 30 tebliğ sunumunun yanı sıra 4 konferans ve bir panel faaliyeti de gerçekleştirilmiştir. Üç ayrı sunum şekliyle programın içeriği zenginleştirilmiş ve ele alınan konular detaylı bir şekilde irdelenmiştir. Sempozyum iki gün boyunca devam etmiş ve her iki gün de salonlar izleyiciler tarafından takip edilmiştir. Diyarbakır’da sıklıkla gerçekleştirilen bu tarz faaliyetlere rağmen teveccühün bu kadar yoğun olması; Nûbihar Dergisi, Nûbihar Derneği ve bu bünyede yer alan insanların yaklaşım biçimlerinin kıymetlendirilmiş olduğunun kanıtı olarak görmek mümkündür.
Din, dil, iktidar, tarih, kültür, siyaset ilişkileri ve bu ilişkiler ağında kimlik oluşumunun akademik düzeyde tartışılmasını hedefleyen sempozyum; bu çerçevede konunun farklı vecheleriyle tartışılmasını sağlamış ve zengin bir perspektif ortaya koymuştur. Yaklaşık iki yüz yıldır tartışılan ve son otuz yıldır çatışmalar çerçevesinde varlığını devam ettiren “Kürt sorununa” farklı açılardan çözüm perspektifleri sunulmuş ve bu bağlamda Üstad Bediüzzaman Said-i Kürdi’nin geliştirdiği reçete bağlamında da konu yeniden değerlendirilmiştir.
Sempozyum boyunca gerçekleştirilen sunumlar sonucunda, aşağıdaki düşüncelere ve sonuçlara ulaşılmıştır:
-Tabiattaki farklılık ne kadar fıtri ise, dillerin farklılığı da o kadar fıtridir. Fıtri olanı inkar veya tebdil, ilahi olanı da inkar ve tebdil anlamındadır. Dolayısıyla tabiatın tahrip olmaması için fıtratın korunması ne kadar önemli ise dillerin korunması da o kadar önemli olduğuna işaret edilmiştir.
-Farklı dilleri tanımanın ve geleceğe taşımanın adil yolları önerilmiş; çoğunluk ulusun kendi dilini ve kültürünü ayakta tuttuğu tüm desteklerin ve fırsatların diğer ulusal gruplara da verilmesinin gerekliliği vurgulanmıştır.
-Dinin bireysel ve kollektif kimlik oluşumlarındaki derin rolüne vurgu yapılmış; din, dil kavramlarının toplumsal ve siyasal kimlik açısından temel bileşenler olduğuna dikkat çekilmiştir. Kimliği oluşturan bu iki temel öğenin biri diğerini tamamladığı sonucuna varılmış, birey veya toplumun dil ve din arasından birisini tercihe mecbur etmenin doğru olamayacağı tesbit edilmiştir.
-Müslüman toplumlarda dile ve dine dayalı kimlik oluşumlarının vazgeçilmez bir değer olduğu ifade edilmiş, farklı inanç ve dünya görüşüne mensup birey ve toplulukların da temel insan hakları çerçevesinde inanç ve kültürlerini yaşamının hukuki güvenceye kavuşturulmasının bir zorunluluk olduğu belirlenmiştir.
-Kürt sorunu etrafında beliren problemlerin başlatılan diyalog süreciyle çözümünün sürdürülmesi önerilmiş; şiddet dışı çözüm arayışlarının süreç sekteye uğratılmadan daha barışçıl hale getirilmesi ve taraflar arası tüm siyasal sorunların diyalog ve müzakere yoluyla ele alınmasının gerekliliği önemle dile getirilmiştir.
-Dinlerin ve Dillerin, vahyi, varoluşsal ve felsefi anlamlarının önemine değinilmiş; özüne uygun yorumuyla İslam dininin konunun varoluşsal hakikatine dair yaklaşımlarının adalet ve eşitlik ekseninde olduğu ortak kabule mazhar olmuştur. Tarih boyunca dinlerin, egemenlerin emrinde siyasal bir araç olarak kullanılmış olmasının neticesinde, dinin özünden uzaklaşılmış olduğuna dikkatler çekilmiş ve dinin diriltici nefhasına ulaşılmak isteniyorsa Kur’an hakikatleri ve peygamber pratiğinin esas alınması gerektiği vurgulanmıştır.
-Cumhuriyet Türkiye’sinde yüzyıla yakındır süren toplumsal çatışmaların temelinde Kürtler başta olmak üzere diğer ulusal ve dini grupların kimliklerine yönelik asimilasyon ve imha politikalarının yer aldığı dile getirilmiş ve bu yaklaşımların çatışma ve ayrışmayı derinleştirdiğine dikkatler çekilmiştir.
Genelde İslam düşünürlerinin özelde Bediüzzaman’ın kimlik başta olmak üzere modern kavramlara yönelik analizleri incelenmiş; onun, şahsi menfaatleri hedeflemeyen, hukuksuzluklar karşısında değerler üzerinden toplumsal bir muhalefet söylemi inşa etmeye çalışan yaklaşımlarının günümüzdeki sosyal adaletsizliklere yönelik mücadelelere ilham veren bir model olduğu ifade edilmiştir.
-Çok dinli ve çok etnisiteli toplumlarda herhangi bir grup kimliği esas alınarak tanımlanmaması ve bütün kimlikleri anayasal güvenceye bağlayan bir vatandaşlık tanımının yapılmasının toplumsal uzlaşma ve barış için kaçınılmaz olduğunun önemi vurgulanmış, dünyadaki benzer toplumların tecrübelerinden istifade edilerek çözümler üretilebileceği sonucuna varılmıştır.
-Yoğun olarak Cumhuriyet sonrası geliştirilen farklılıkları inkar politikalarında kimi dini değerlerin bir argüman olarak araçsallaştırılmasıyla yanıltılan toplumsal zihnin, eşitliğe dayalı bir perspektifle düzeltmesinin doğru dini anlayış açısından zorunlu olduğu vurgulanmıştır; dinin asla bir milletin varoluşsal haklılığına engel olacak bir yerde durmadığının altı çizilmiştir.
-Anadilde eğitimin tartışılmaz temel hak olarak görülmesinin gereği vurgulanmış; bu duruma paralel biçimde farklı dil, sembol ve kültürlerin devlet tarafından kamusal alanda geçerli hale getirilmesinin haklı bir talep olduğu vurgusu yapılmıştır.
-Zaza, Kurmanc, Soran, Goran, Lor gibi Kürt kimliğinin temel bileşenlerini oluşturan unsurların Kürt kimliğinin birliğini zayıflatmak amacıyla kullanılamayacağı belirtilmiştir. Bu doğrultuda geliştirilen politikaların özelde Kürt halkına genelde ise bütün bir coğrafyamıza zarar vereceği kanaatine ulaşılmıştır.
Sempozyumu düzenleyen Nûbihar Dergisi ve Nûbihar Eğitim ve Kültür Derneği olarak; toplumsal sorumluluk ve rollerimiz gereği, bu ve buna benzer alanlardaki çalışmaları sürdüreceğimizi; hak ve eşitlik ekseninde yürütülen tüm fikri ve politik çabalara destek vereceğimizi; kamuoyuna saygıyla ilan ederiz.
