Komeleya Nûbiharê ya şaxa Wanê bi navê “Di Edebiyata Kurdî de Çend Rengên Sereke” panelek amade kir. Panel bi axaftina alîkarê serokê Nûbiharê, yê şaxa wanê Adîl YILDIRIMÇAKAR dest pê kir. Yıldırım ÇAKAR got:
“Ez dixwazim bi kurtasî behsa Komeleya Nûbiharê bikim. Nûbihar bêjeyek kurdî ye û tê wateya bihara nû. Nûbiharê îlhama xwe ji Nûbihara Ehmedê Xanî standiye.
Kovara Nûbiharê bi dan pêşa pakrewanê qedir bilind Şehîd Îzettîn yildirim û bi xebatên çend hevalên vî di sala 1992an de di bin derfetên dijwar de dest bi weşanê kir. Di bin şert û mercên dijwar de heyanî îro hebûna xwe berdewam kir. Nûbiharê ji wê salê heta îro jî li ser berhemên Kurdî hem bi weşangeriya xwe ve hem jî bi kovargeriyê ve gelek karên pîroz pêk aniye.
Mêvanên hêja,
Navenda Komela nûbiharê di Pûşpera 2011an li Amedê hat damezirandin. Ji bilî navendê sê şaxên nubiharê vebûne. Ev şaxana yek li wanê, yek li Mêrdînê û ya din jî li Elihê ye. Armancên komela nûbiharê çi ne? Em dikarin bersiva vê pirsê bi çend xalan bidin.
1. Pêşvebirina Çand, Hûner,Wêje û Zimanê kurdî.
2. Çand û baweriya xwe bi hevdu re bidin jiyandin. Ji ber ku bawerî ne astengê çandê ye û pêşiya çandê nagire.
3. Em ne li hemberî tu bawerî û çandan in. Deriyê me ji hemû gerdûna mirovahiyê re vekirî ye, em hemû mirovahiyê hembêz dikin.
4. Em her sal di derbarê Zimanê kurdî û Wêjeya kurdî de civînan dikin û di vî warî de panel, semîner û konferansan didin.
5. Em qursên Zimanê Kurdî vedikin. A niha di du astan de kursên me berdewam dikin.”
Yıldırımçakar gotina xwe wiha bi dawî anî:
“Belê barê li ser milê me giran e, lê em vê rastiyê baş dizanin. Em bawer dikin ku wê dîrok xebatên nûbiharê bi tîpên zêrîn binivisîne. Ji ber ku nûbihar pira navbera do û îro ye. Cardin ez dibêjim hûn bi xer hatine panela nûbiharê. Bibînin di xêr û xweşiye de”
Piştî vê axaftinê panelîstan bi moderatoriya Sidîq GORÎCAN dest bi axavtinên xwe kirin. Doç. Alk. Dr. Abdurrahman ADAK bi mijara “ Rengên Terîqetan di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de”, Remezan ALAN bi mijara “ Rengê Folklorê di Edebiyata Kurdî ya Modern de” û Zülküf ERGÜN bi mijara “Rengê Bajarvaniyê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk û Modern de” bêşdarî panelê bûn. Piştî axavtinan nivîskaran pirtûkên xwe şanenav kirin.WAN


