HomeGalerîJi bo Maxdurên Şer Nûbiharê Dest bi Kampanyaya Alîkariyê kir

Ji bo Maxdurên Şer Nûbiharê Dest bi Kampanyaya Alîkariyê kir

Birayên me yên ku ji ber sedema şer ji Iraq û Sûriyeyê û  Kurdîstan Başûr û Rojava hatine; war û welatên xwe terk kirine û koçber bûne, di rewşeke dijwar de dijîn. Hinek Kampanyayên alîkariyê ji bo wan hatine kirin; yekî jî em li dar dixin.  Em bi vê kampanyaya xwe ku bi dirûşma  “ Zivistan hat! Tu Jî Çirayekî Vêxe Ji bo birayê Xwe”  hatiye dest pê kirin. Armanca vê kampanyê  ew e ku em kul û êşên wan parve bikin û ji bo pêwistiyên wan bi cî bên alîkariya neqdî bikin.

Ji bo kampanya alikariyê destûra qanûnî hatiye wergirtin.

Nimreya Hesab:

 IBAN TR87 0020 5000 0912 5327 3000 01

(Heta 6 mehan dê alîkarî were berhev kirin.)

Çawa karim bibexşînim?

Bexşandin tenê bi vî hesabê dibe. Yên ku agahiya bi berfirehî bixwaze  bi riya peyamê an jî têlefonê  dikarin têkiliyê pêk bînin û li ser vî hesabî pereya bibexşînin

 

Têkiliya Komeleya Çand û Perwerdehiya Nûbîharê

Têlefon: 0412 237 22 20 – 0541 931 36 39

Peyam: komanubihar@gmail.com

nub'har komele-01