HomeÇandRoja Zimanê Kurdî Pîroz be!

Roja Zimanê Kurdî Pîroz be!

Roja Zimanê Kurdî Pîroz be!
Xwendina Rîsaleyê Nûr, bi Kurdî xweş e!
Di vê cografyaya qedîm ku pirraniya Kurdan tê de dijîn de, qedexeya li ser ziman dewam dike. Wekî tê zanîn, ziman sebebê hebûna milletekî ye. Li Tirkiyeya ku hê Kurdî wek zimanekî resmî nehatiye qebûlkirin û perwerdehiya bi zimanê dayikê qedexe ye de, Kurd roja 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.
Em wek Nûbiharê dibêjin ku çi Kurmancî, çi Zazakî; bila ji hemû zaravayên Kurdî re azadî were.
Nûbihara ku ev 23 sal e bêsekin weşana Kurdî dike; bi hezaran kes kiriye xwendekar û nivîskar û pira di navbera çand û pêşeroja Kurdî de ya ku hatibû xerakirin tamîr kiriye.
Di van salên ku Kurd bêdibistan mane de, Nûbihar bûye dibistana Kurdî.
Nûbihar, wê ji vir û pê ve, di her salvegera zimanê Kurdî de, bi armanca ku ji bo Kurdî rengîniyê zêde bike, bi kampanyayên cûda wê li rêya xwe dewam bike.
Nûbihar îsal bi slogana “Xwendina Rîsaleyên Nûr, bi Kurdî xweş e” dide destpêkirin. Bi vê kampanyayê bang dike ku hemû gelê me berhemên Rîsaleyê Nûr yên Ustad Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, bi wergera Kurdî bixwînin.
Bi gotina Bedîuzzeman a ku dibêje: “Milletê ku bi hezaran sal e, zimanê xwe û mîlliyeta xwe ji bîr nekiriye,” em jî hemû Kurdan û hezkiroxên zimanê Kurdî, vedixwînin vê kampanyayê û dibêjin 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be û xwendina Rîsaleyê Nûr, bi Kurdî xweş e!

 Komeleya Nûbiharê