Birêz Sadînî di axavtina xwe de Edebiyat bi hûr û kûr nirxand. Piştî xwenasandin û silavê birêz Sadînî wisa berdewam kir: “ Edebiyat ji peyva edebê tê. Edeb: Zerafet, nezaket, delalî, xweşikî, xweşikatî, xweşkokî ye. Peyva edebê bi du riyan xwe nîşanî civata mirovan dide:
- Exlaq: Ji xweşî, zerafet û nezaketa exlaqê re Edeb tê gotin. Beytek farisî wiha dibêje : “Ayet ayet hemegî me’nayê Qur’an edeb est.”
- Danûstandin- Mû’amelat: Ji delaliya axavtinê re “Edeba Kelamê” ji xweşikahiya rabûn û rûniştinê re “ Edeba Mû’amelatê” tê gotin.”
Sadînî ji bilî van agahiyan di derbarê beşên edebiyatê (devkî, nivîskî) , cûreyên edebiyatê di derbarê Xezel, Qesîde, Mesnevî, Rûbaîyê de û di derbarê hinek nûnerên van hûneran de agahî dan.



