Ev çend mehên dawî ji ber bidawîanîna pêvajoya aştiyê û destpêkirina pevçûnên dijwar mixabin bi sedan mirov ji aliye kesên diyar û ne diyar ve hatin kuştin, bajar hatin kavilkirin û dijberî û cemserbendiyeke kûr di nav welatiyan de hat çêkirin.
Mixabin Serokê Baroya Amedê birêz Tahir ELÇÎ piştî daxûyaniya şermezarkirinê a li ser navê Baroya Amedê ji bo texrîbkirina Minara Çarling, roja 28/11/2015 de di nav êrîşek bigûman de hat qetilkirin.
Dîsa em bi vê minasebetê bang li rayedarên dewletê û aliyên peywendîdar dikin ku dawî li vê sîyaseta xwe bînin, rê li ber azadiya fikrî vekin û di şûna bihêzkirina karen qirêj de, zemîna azadî û hevqebûlkirinê saz bikin.
Em wek Komeleya Nûbiharê li dijî faşizan, şer û bêserûber û kuştina mirovên bêguneh bi dengekî bilind dibêjin NA! Bi vê minasebetê em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku Tahir ELÇİ bi rehmeta xwe şad bike,sebr û hedarê bide malbata wî û van ewrê reş ên li ser gele me belav bike.
Nûbihar Komele
