HomeRaya Giştî ReNûçeBangewaziya Aştî û Edaletê

Bangewaziya Aştî û Edaletê

Ji ber ku aktorên ‘’Pevajoya Çareseriyê ya 2013an‘’ a ku mebesta wê ji diyalog, siyaset, aramî û aştiyê re amadekirina zemînekê bû, dîsa li çek û tundiyê vegeriyan, ev demek e ku li gelek jîwarên Kurdistanê derfetên jiyanê nemane. Ev rewşa şer, di serî de mafê jiyanê, bûye sebebê binpêkirina gelek maf û hiqûqan. Nêvenga pêvçûnê ya ku dibe sebebê mirina însanan, xwedî lêderneketina cenazeyen, qedexeya derketina kolanan, karesatan û travmayên nû, înşîkaka civakî jî kûrtir kiriye.

Bi hincetên mîna peyam danê, şikandina vînê û damezrandina desthilatiyê, hewldana meşrûkirina ‘’ sîyaseta hêzê ‘’ ji dubarekirina nexwestina çareseriyê pê ve ji tiştekî re xizmet nake. Ji dêlva êrîşkariyê, ji şer re li hev anîna hincetan û bêqîmetkirina bangewaziyên aştiyê; ji bo her kesê ku dixwaze pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bike tişta herî divê ev e; zilm ji kî tê bila bê bi meyleke herî piçûk jî be alîkarî pê re neke û dev ji bertekên mafdar, aştîxwaz,adil ên ku wê lihevnekirinê çareser bike bernede. Sedemên ku pirsgirêkê xwedî dikin, mîna navgînê çareseriyê dan nasîn û bi awayekî bêhiqûq û bêetîk domandina pevçûnan, tenê qada zilmê berfirehtir dike.

Bedîûzeman Seîd Nûrsî, çi bêhiqûqî û mirinên sivîl ên ku di Herba Cîhanê a Duyem de çêbûbûn, çi jî rêbazên takrîr-î sukûn ên ku di serkutkirina serhildanên ku di salên ewil ên cumhûriyetê de rû dabûn de hatibûn bikaranîn, bi fehma ku ji Qur’anê ders girtiye, bi tundî rexnekiriye û gotiye : ‘’ Heqê yek masûmekî, ji bo hemû kesî jî naye betal kirin. Ferdek bi tenê jî, ji bo selameta giştî nayê feda kirin ‘’. Salox dide ehlê siyasetê yên ku ji bo selameta welêt dixebitin da ku heqîqeta borî li ber çavan bigrin û rê nedin polîtîkayên ku vê rêbazê binpê dikin, bi vî awayî:

‘’ … di ciyekî ku ku tê de bi hezaran zar û zêçên masûm, extiyar, nexweş hebin, bi hinceta ku yek- dudu leşkerên dijmin di wir de hene, bi bombeyan mehf kirina wan…’’,

’ Dustureke xedar ya siyaseta zalim a ku dibêje ‘’ ji bo cemaetê ferd tê fedakirin ‘’ gelek bûyerên pir zalimane, di bin navê ehvenu’ş-şerê de, bi navê wekî cûreyeke edaleta îzafî ji desthilatdariya xwe re wekî meslehetekî nîşan dane. Heta di vê sedsalê de, bi hukmê wê dustura xedar, bi şaşiya zilamekî, gundekî wêran dike. Bi dilxuşûşiya ku wê neh –deh mirov zirar bidin siyaseta wan, hezar mirovan perîşan dike.’’

’ ……. Ew kesên wisa ên niha nuqteya ku sîyaseta wan pişta xwe didê ev e: ‘’ Ji bo silametiya cemaetê, ferd tê fedakirin. Ji bo silametiya welêt mirov li mafê şexsan nanêre. Ji bo silametiya siyaseta dewletê mirov li niheqiyên piçûk nanêre.’’ Ji ruyê sûcdarekî bi mehfkirina gundekî mafê hezar masûmî nabîne. Li gorî wan caîz e ku ji ruyê sûcdarekî tenê, serê hezar mirovî bê jêkirin. Bi birîndarbûna mirovekî, bi hezaran kesên bêguneh dixe tengasiyê. Û bi vê hincetê dused mirov jî bêne gulebarankirin, li gor wî ne girîng e… ‘’

Tu rêxistinên ku bi ruhê hevokên li jor ên ku bal dikşînin ser etîka şer tev negerin nikarin edaletê saz bikin.

Yek daxwaza civaka ku pişta xwe daye heqaniyetê heye ew jî aştî û aramî ye. Li gor armanca avakirina wan divê dînamîkên civakî berê îradeya sîyasî bidin bal bi rêyên aştiyane. Lê mixabin tewekula wan a bi polîtîkaya tundiyê, bingehên sosyolojîk ên vê aştî û aramiyê xera dike. Komeleya Nûbiharê, domandina konsepta şer û gorîkirina Gelê Kurd a ji polîtîkayên şer re, ku tê wateya qet nehesibandin û girîngî nedayina van prensîbên însanî û Qur’anî, bi zimanekî tund red dike.

Em wekî Komeleya Nûbiharê bi vê bîr û baweriyê ( Ku ew jî ev e ): ‘’Jiyana yek mirovekî û hiqûqê wî, bi qasî jiyan û hiqûqa hemû mirovahiyê bi qîmet e û masûn e’’ dibêjin ku;

  • Divê qada siyasetê bê bihêzkirin û dev ji hesabên stratejîk ên ku dibin sedemê mirina însanan bê berdan.
  • Divê hemû derdor, ji bo ev rewşa xedar a ku li ser Gelê Kurd tête ferzkirin bi dawî bibe însiyatîf bistînin.
  • Ji bilî êncamên ji mirovahiyê der, ji hêla rûxandina nirxên şaristaniyê yên pevcivîna hezar salan ve jî divê şerê ku di navenda bajaran de didomin bên rawestandin.
  • Divê meclîs ji bo tesbîtkirina bêhiqûqiyên ku di bûyerên li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn û Sûrê de hatine kirin, lijneyên heqîqetê ava bike.
  • Û di vê nav berê de, em bi israr ew daxwazên me yên ku me ew di heyna hikûmeta borî de dabûn Lijneya Lihevkirinê ya Makezagonê bi lêv dikin.

Komeleya Nûbiharê