Di 23.01.2016an, roja şemiyê, di Komeleya Nûbiharê Şaxa Wanê de Semînera “Rêbaza Nivîsandina Gotarên Akademîk” hat li dar xistin. Semînera ku ji aliyê Zafer Açar ve hat dayîn di saet 14:00an de dest pê kir.
Di semînerê de gotarên akademîk; makale, tez, gotarên sempozyûman çawa tên amadekirin, xusûsen makaleyên akademîk çawa tên nivîsandin hat pêşkeşkirin. Hemî beşên makaleyan (sernav, kurte, destpêk, lêkolîn/niqaş, encam û çavkanî) û naverokê van beşan ji aliyê mamoste Zafer Açar ve yek bi yek hat vegotin. Herwiha nîşankirina çavkaniyan, jêrenot, pîvanên nivîsandina makale û tezan yên kovar û zaningehan û standardên nivîsan bi mînakan hat dayîn.
Di dawiya semînerê de ji aliyê guhdaran ve gelek pirs hatin kirin û semîner piştî bersivan bi dawî hat.


