Weke ku tê zanîn UNESCO 21 Sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê îlan kiriye.
Koma miletan dîtiye ku li ser ruyê erdê gelek ziman hûnda dibin û tên jibîr kirin.
Li ser wê biryar dane ku bila her sal 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî were pîroz kirin.
Lewra li ser ruyê dinyayê nêzîka 6000 ziman tê axaftin.
Zimanê zikmakî dewlemendiyeke sirûştî ye ku Xweda daye mirovan xwedîlêderketin û parastina wî jî erkeke pîroz e.
Qur’ana pîroz dibêje ku: “Cudahiya ziman û rengên we ji ayetên Xweda ne.”
Zîmanê zikmakî mafekî huqûqî û însanî ye ku bi destê qudreta îlahî ji mirovahiyê re hatiye diyarkirin.
Yê gîrîng jî ew e ku mafê ziman ne bi xwestina mirovan ve girêdeyî ye ji îradeya Xweda ye.
Ew kesên ku li dijî bikaranîna zimanê zikmakî astengiyan derdixin, ger bi zanayî yan jî bin nezanî li hember fermana îlahî derdîkevin.
Li gor agahiyên UNESCOyê li ser rûyê cîhanê gelek ziman ji holê rabûne û niha jî gelek ziman di talûkeya helandinê de ne.
Ew desthilatên ku ji bo bîkaranîna zimanê zikmakî li her qadên jiyanê astêngiyan derdixin. Dibin sedema kuştin, pevçûn û pirsgirêkên di nav gelan de. Ji ber vê yekê jî ji bo aşîtiyeke mayînde ku di nava gelan de pêk were gere mafên çand û zimên neyên înkarkirin.
Tevgerên ku ku li ser zimanê zikmakî tên meşandin hêz û qeweta gelên vî welatî dikuje û çareserkirina vê pirsgirêkê zortir dike.
Di vê çarçoveyê de divê em vê baş bizanibin ku domdariya zimanekî ancex bi bikaranîna wî ya li her hêla jiyanê û bi perwerdeya bi wî zimanî gengaz e. Ji ber vê yekê jî divê di serî de em ji xwe de dest pê bikin û malên xwe bikin mîna dibistanekî, ku ev ziman bikaribe di nava mejiyên nîşfên nû de rehên xwe biavêje.
Divê Kurd jî mîna her neteweyekî ne tenê ji bo ku bi derseke bijarte zimanê xwe hîn bibin ji bo ku ji PÊŞDIBISTANÊ HEYA ZANÎNGEHÊ zimanê wan bibe zimanê perwerdeyê tevbigerin. Divê ev mafê sirûştî, di zagona bingehîn de were pejirandin û pesendkirin.
Digel van hestên xwe, em wek Komeleya Nûbiharê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li gelê xwe û li hemû gelên cîhanê pîroz dikin.
Komeleya Nûbiharê
