Komeleya Nûbiharê Şaxa Batmanê bi mebesta “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” roja yekşemî(13.05.2018) li navenda komelê semînerek hat li darxistin.
Dr. Zulkuf Ergun di semînerê da axivî û li ser girîngîya ziman û nasnameya Kurdî sekinî. Ergun di axaftina xwe de bal kişand ser girîngîya ziman û wiha got: “Divê di her qadê jîyanê de bi zimanê zikmakî were axaftin û nivîsandin. Hiş û mêjîye xwe bi zimanê xwe têr bikin da ku em xwe bi netewên din re bidin nasîn ne ku ew me bidin nasîn û wiha domand weke ku ‘Celadet Bedirxan di Hawarê de gotîye Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn rêya felatê vedike. Hawara me berî her tiştî heyîna me dê bide naskirin lewma ziman şertê pêşîn yê heyînê ye… ”



Bername bi dayîna bawernameyan û xwarina ecînê bi dawî bû.
