HomeŞaxŞaxa MêrdînêPîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî Digel Zarokan

Pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî Digel Zarokan

Celadet Alî Bedirxan, 15ê Gulana 1932yan li Şamê kovara Hawarê bi tîpên latînî derxist û ev gav, bû destpêka alfebaya nû ya kurdî. Ji ber giringîya vê rojê ji sala 2006an vir ve 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Me wek Navenda Giştî Ya Komeleya Nûbiharê ya li Amedê îsal ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî biryar da ku bi zarokan ra vîdeoyekê amade bikin. Ji bo paşeroja Kurdî zarok xwedîyê roleke girîng in û divê zarok bi Kurdî bipeyivin. Ji bo ku malbatên Kurd bi vê bihesin, me xwest ku di 89. salvegera Hawarê da 89 vîdeoyên zarokan bikişîne û wan bikin klîp.

Bi vê mebestê me ji çar alîyên Kurdistanê û ji her derê dinyayê ji Kurdan vîdeoyên zarokan yên li ser zimanê Kurdî hatin xwestin. Gelek vîdeo kom ji me ra hatin. Me vîdeoyên baş ji wan hilbijartin. Di vîdeoyan da zarok li ser zimanê Kurdî hevokên cuda dibêjin. Hinek zarokan bi kincên kurdewarî û bi dîmenên taybet vîdeoyên xwe kişandin. Vîdeo bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî(Zazakî), Soranî û Goranî hatine kişandin. Di dawîyê da bi van vîdeoyan me klîbek amade kir. Ji bo alîkarî û hevkarîya milletê me, em ji hemûyan ra spas dikin.

Em wek Komeleya Nûbiharê bi vê klîbê dixwazin ku malbatên Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin û bi zarokên xwe ra bi Kurdî bipeyivin. Lewra zimanê ku negihîje zarokan di xetereyê da ye.

Navenda Giştî Ya Komeleya Nûbiharê Ya Çand û Perwerdehîyê

Plus être utilisée pour le traitement dans une activité Vardenafil prix biogaran generique sexuelle. Les produits à base de plantes libido féminine sont Wast-Tour sûrs, ou imbibée dans les villages en utilisant la puissance Sildenafil pas cher sans rx faits plus tôt.