HomeDaxwuyanîKomeleya Nûbiharê li Mêrdînê jî vebû

Komeleya Nûbiharê li Mêrdînê jî vebû

Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Nûbiharê piştî Batman û Wanê, li Mêrdînê jî dest bi xebatên xwe kir.
Nûbihar Komeleya Çand û Perwerdeyê ku navenda wê li Amedê ye, piştî Batman û Wanê, li Mêrdînê jî dest bi xebatên xwe kir. Nêzî sê salan e Nûbihara ku wek kovar û weşanxane dihate nasîn, êdî bi xebatên çand û perwerdeyên komeleyî jî dê di hizûra gel de  be.Komeleya ku navenda wê li Amedê ye, cara pêşîn li Batmanê hate avakirin, piştre li Wanê û îsal jî şaxeke nû li Mêrdînê vedike.
Serokê komelê Dr. Hayrullah Acar, sedema vekirina şaxa Mêrdînê wiha anî ziman: “Mîna ku hûn jî dizanin Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê bênavber 20 sal e di qada çand, huner, edebiyatê de kedeke bêhempa daye û xebateke giranbiha pêk aniye. Me jî xwest ku ev ked û xebat bi potansiyeleke komeleyî dîsa di warê çand, huner, edebiyat û bi taybetî jî perwerdeyê de bigihîje gelê me û gelê me jê sûd werbigire.” Dr. Hayrullah Acar, herwiha li xeberdana xwe zêde kir ku vê havînê dê hem kursên zimanê kurdî bên dayîn hem jî ji ber nêzîkbûna meha Remezanê; dê çalakiyên taybet ji bo meha Remezanê jî bên lidarxistin.  Dr. Acar ragihand ku ber bi payizê, bi vexwendina sazî û dezgehên sivîl, vekirina komeleyê bi kokteylekê, wê bê îlankirin.

Bernameya Kursa Kurdî ya Havînê:

Di Komeleya Nûbiharê de, di serdema Havînê de, xebatên zimanê Kurdî wê bêne lidarxistin. Ev bername wê du mehan dewam bike. Şertên serîlêdana kursê ev in:

  • Serîlêdan û qeyd: 1-10 Tîrmeh 2012
  • Navnîşan: 13 Mart Mah. Çağdaş Sk. Dört Mevsim Ap. altı No:3-4 (Ortadoğu Sitesi arkası – İletişim Matbaası üstü)
  • Telefon: 0505 2594352 – 0505 5814406
  • Dema destpêkirin û qedandina kursê: 15 Tîrmeh – 15 Îlon 2012
  • Nîşe: Kursa ku bê dayîn bi sertîfîka ye û bihayê wê 100 TL ye.

Faraç ÇOBANOĞLU/Mêrdîn (Rûdaw)