Semînera “Romanên Biyanî û Wergerê” li bajarê Amedê tê li dar xistin. Axêferê semînera vê mehê nivîskar û wergêr Mamoste Medenî Öğüt e.
Medenî Öğüt heya niha du pirtûkên navdar yên klasîk “Însan Bi Çi Dijî” û “Sûc û Ceza” wergerandiye Kurdîya Kurmancî, pirtûkeke wî ya nû ya klasîk jî li ber çapê ye.
Semîner 13ê Sibatê 2022an roja yekşemê saet:15.00an de li Navenda Giştî ya Komeleya Nûbiharê ye.
Semîner rû bi rû ye. Yên ku neyên komelê karin semînera me li ser Youtubê jî bi zindî temaşe bikin. (Li ser Youtubê “Nûbihar Komele” binivîsînin û bitikînin.
Nivîskar Medenî Öğüt wê piştî semînerê pirtûkên xwe wê îmze bike.

