HomeDaxwuyanîJI BO BÊHNA SÊVAN NEYÊ! JI BO BÊHNA SÊVAN NÊYÊ!

JI BO BÊHNA SÊVAN NEYÊ! JI BO BÊHNA SÊVAN NÊYÊ!

Em di 34emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de ê ku mirina rehma Xwedê li wan be Rihê wan şad be
Di 16ê Adara 1988an de, bi gazên kîmweyî êrîş bi ser Helebçeyê de hate kirin û bi hezaran kesî jiyanê xwe ji dest dan. Hê jî bandora vî sûcê mirovahiyê berdewam e û em ji ber vê li ser navê mirovahiyê şerm dikin.
Komkujiya Helebçeyê, tenê xelekek ji rêzekomkujiyên bi navê “Operasyona Enfalê” ye. Komkujiya Helebçeyê bi plan hatiye kirin û li gorî armancekê hatiye pêkanîn. Armanca rejîma BEE’Sê ew bû ku gelê Kurd ji ser axa xwe ya qedîm dûr bike û qira wî bîne. Gava mirov bi vî awayî lê dinêre, dibîne ku ev êrîş li dijî gelê Kurd nijadkujiyek e!
Di encama berteka têgihiştineke mîna vêya weke Bedîuzzeman Seîd Kurdî jî gotiye: “Eger hûn karibin miletê kurd yê ku bi milyonan ferdên wî hene, ev hezar sal in miletbûna xwe û zimanê xwe ji bîr nekirine û hûn miletê kurd ji holê rakin û zimanê wan bi wan bidin jibîrkirin, piştre ev pêşnîyaza ku we ji bo miletekî wekî me cuda kiriye, dê bibe rêzikeke hovane.”
Em hêvî dikin, ev qirkirina zalimane û derhiqûqî ya ku bi serê kurdan de hatiye careke din bi tu awayî neyê dubarekirin.
Me ev roja reş a miletê kurd, birîna reş a Helebçeyê ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

 

Komeleya Nûbiharê Şaxa Batmanê