HomeDaxwuyanîJi Şaxa batmanê:Daxuyaniya "15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî"

Ji Şaxa batmanê:Daxuyaniya “15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî”

Bi Minasebeta “15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî” Daxuyanîya Çapemenîyê ya Komeleya Nûbiharê  ya Şaxa Batmanê ye

 

Weke tê zanîn 15ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin

Weşandina kovara “Hawar”ê ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve di sala 1932an de li Şamê weke xala destpêkê ya pîrozkirina vê dîrokê weke roja zimanê kurdî tê qebûlkirin.

Roja Zimanê Kurdî ji sala 2006an ve tê pîrozkirin.  Bi vê minasebetê bi balkişandina li ser girîngîya zimanê zikmakî; banga parastin û bikaranîna zimanê zikmakî tê kirin û çalakîyên cûrbicûr tên lidarxistin. Di eslê xwe de ji bo ku ziman bijî divê hertim çalakîyên bi vî rengî bên kirin.

Berdewamîya hebûna zimanekî, bi bikaranîna wî zimanî di her qonaxên jiyanê de pêkan e. Berîya her tiştî divê em ji xwe dest pê bikin, malên xwe bikin dibistan, dê û bavên me bibin mamoste da ku ev ziman di mejîyê nifşên nû de cih bigire.

Melayê navdar Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî li ser zimanê zikmakî wiha dibêje:” Mora qederê ya di mirova de ziman e. Edebîyat dara mêweyên wî ye.Ew neynika ronahîya hestên netewî ye.”

Zimanê zikmakî yê civakekê weke çarenûseke ku pêşeroj û paşeroja wê civakê vedişêre.  Edet û Kevneşopîyê berê, serpêhatî û danehev di zimên de derdikevin û pê re derbasî paşerojê dibin.

Ji ber vê yekê çand û zimanê ku mirov pê ji dayik bûye û mezin bûye di fikir û hestên mirov de mamosteyekî/e girîng û dibistaneke girîng e. Mirov bi zimanê ku ji dayîk û malbata xwe hîn bûye, karaktera xwe bi dest dixe. Peyam û zelalîya zimanê zikmakî di zimanê ku piştre hînbûyî de peyda nabe.

Di ayeta 22. ya Sûreya Rûmê ya Quranê de; Afirandina erd û asîmanan û cudabûna ziman û rengên we delîlên (hebûn û qudreta) wî ne. Bêguman di vêya de ji bo ew kesên ku dizanin îbret hene. Wiha tê fermankirin. Ji ber vê yekê parastina zimanê me pêwistîyeke dînê me ye.

Weke hemû gelan divê kurd jî zimanê xwe ne bi awayekî, berovajî divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê zimanê xwe wek zimanê perwerdehîyê bi kar bînin, bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehîyê bibînin û daxwazên siruştî divê bi destûra bingehîn bêne teqezkirin.

Bi vê minasebetê em 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê xwe pîroz dikin.