Komela me bi salan e ku çalakiyên çandî û kursên zimanî dide, piştî serdema Kursên Payîzê yên 2021ê, me kursên zivistanê jî vekiribûn. Em, niha di bin Atolyeya Zimanî da dîsa dest bi kursên nû yên online dikin. Di kursan da zaravayên Kurmancî, Soranî, Zazakî û Kelhurî hene. Komele, cara ewil e ku Kursa bo Zaravayê Kelhurî jî îlan dikin.
Me ji bo jinan jî kurseke Kurmancî îlan kir û mamosteyê wê polê dê jin be.(Jinên ku bixwazin karin têkevin vê polê)
Me serdema zivistanê de jî kurs vekiribûn ji gel eleqeyeke mezin dîtibû pir kes beşdarê kursê bibûn.
Serdema Kursên me yên Online ji 11ê Hezîranê heya 31ê Tebaxê ye.
Yên ku bixwazin kursên Kurdî bibînin heya 10ê Hezîranê karin qeydên xwe çêkin.
Ji bo têkilî: Whatsapp & Têl. 05528467532 (Navbera saet 12:00-19.00)


