HomeÇalakîZiyafeta Şi‘rê

Ziyafeta Şi‘rê

Şaxa Komeleya me ya Wanê bi serenavê “Ziyafeta Şi‘rê” ji aliyê Akademîsyen Şair Mustefa Acar ve hat dayîn. Bi Moderetoriya nivîskar û mamoste Bedredînê Wanî bi beşdarbûna hezkeryê şi’rê li navenda komeleyê hat dayîn.

Di pêşîya ku bername dest pê bike serokê şaxa komelê ya Wanê xêrhatina mêvanan kir û çalakî dest pê kir. Serokê şaxê Hanefî Taşkin di destpêkê de şi’îrê Mela Cizîrî xwend:

Melayê Cizîrî dibêje:

“Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil
Lê xweş-i anîbit mizaç

Saqî ko dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kîn ‘ilaç”

 

Hezretî Ehmdê Xanî dibêje:

“Fate umrî fi hewake ya hebîbî kule hal

Ahu nalem hem demem şud der firaqet mah û sal

Ger benîm kanim dîlersen çokten olmuşdur helal

Dîn û ebter bûm ji eşqê, min neman eql û kemal”

…..

“Ser nameyê name namê ellah

bê namê wî natemame wellah”

helbest hikmeta xweda ye

helbest dengê ruh e

helbest halê tiransê ye

helbest mîrhakimiya melayê cizîrî ye

helbest hînkirina hemiyta ehmedê xanî ye

helbest evîna mem û zinê ye

helbest ey dîlbera mihemenêdê miksî ye

helbest gotina “ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman”

helbest tomarkirina jiyana li ber demê ye

helbest şoreşa agirî ye

helbest şîn e

helbest girîn e

helbest kenîn e

helbest awazê evdalê zeynikê ye

helbest dengê şakiro ye

helbest tembûra şivan e

helbest berxwedan e

helbest serhildan e

helbest na çi bêjim

helbest belkî ne ev bin

helbest de ka çi ye?”

Piştî qiseyên mamoste Hanefî moderator û Mamoste Mustefa Acar dest bi bernamê kirin…