HomeGiştîKonferansa Pergala Mirov û Gerdûnê di Hizira Bedîuzeman Seîd Nûrsî da

Konferansa Pergala Mirov û Gerdûnê di Hizira Bedîuzeman Seîd Nûrsî da

Bi serperiştîya serokê Zanîngeha Silêmanîyê Birêz Prof. Dr. Kosar Mihemed Elî Murad Bi serokatîya dekanê Fakulteya Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Silêmanîyê Birêz Doç. Dr. Xalid Ehmed Mistefa û Serokê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê Birêz Doç. Dr. Zülküf Ergün Fakulteya Zanistên Îslamî bi hevbeşîya Komeleya Nûbiharê – Dîyarbekir – Turkîye konferensa heftem a zanistî ya navneteweyî di bin vî navî da li dar dixe.

DEMÊN GIRING ÊN KONFERANSÊ

  • Dema dawî ji bo şandina kurteyan di gel jîyannameya kesî: 15. 11. 2026
  • Dema ragihandina kurteyên wergirtî: 1. 12. 2026
  • Dema dawî ji bo şandina vekolînê: 15. 2. 2027
  • Dema pêkanîna konferansê: 18-19. 4. 2027

Conference_ 3-2027_ Kurmanji

Pergala Mirov Û Gerdûnê Di Hizira Bedîuzeman Seîd Nûrsî Da

Di bin diruşma: Rehendên Şaristanîyê ji bo Damezirandina Aştîya Civakî û Bicihkirina Nasnameya Çandî

Bi piştevanîya Xwedê dê li Zanîngeha Silêmanîyê di dema 18-19/4/2027 da bê lidarxistin.

PÊŞEKÎYA KONFERANSÊ

Pesn û sipas ji bo Xwedayê perwerdekarê cîhanê, dirud û silav li ser gîyanê pak ê Pêxemberê me yê serwer Mihemedî û li ser malbat û hevalên wî bin.

Cîhana me ya îro di nav guherînên bilez ên hizirî, çandî û civakî ra derbaz dibe ku hin meydanxwazîyên kûr rûbirûyê wê bûne û karîgerîya wan li ser pergala nirxên mirovî çê dibe û şax davêje ser  seqamgîrîya civakî û nasnameyên wan ên resen.

Ji vî alîyî ve ji bo rûbirûbûna meydanxwazîyan pêwîstîyeke lezgîn derdikeve holê, bi sûdwergirtina wan nêrînên şaristanî ku komkerên resenî û nûxwazîyê ne û avakerê çanda aştî û pêkve jîyanê ne û li rêz li pirrengîyê digirin.

Bi vê nêrînê, fikra nûxwaz a pêşewa Bedîuzeman Seîd Nûrsî wek projeyeke gitşgir a çaksazîyê, kar dike ji bo dubare avakirina peywendîyên dîyalektîkî di navbera mirov, gerdûn û afirîner da bi rêya nêrîneke Quranî ku îmanê dike bingeha şaristanîyê, zanînê dike rêya pêşketinê û exlaqî jî dike payeya aştîya civakî.

Li ser binemaya vê rehenda epîstemolojîk, Fakulteya Zanistên Îslamî li Zanîngeha Silêmanîyê bi hevbeşîya Komeleya Nûbiharê ya Dîyarbekirê bi navnîşana jêrîn konferansa heftem a zanistî ya navneteweyî li dar dixe:

Pergala Mirov û Gerdûnê di Hizira Bedîuzeman Seîd Nûrsî da: Rehendên Şaristanîyê ji bo Damezirandina Aştîya Civakî û Bicihkirina Nasnameya Çandî

Ev konferans wek platformeke akademîk a astbilind kar dike ji bo komkirina desteyeke bijartî ya vekoler û bîrmendan ji bo vekolîna rehendên giring ên vê projeya çaksazîyê û ronîkirina rengvedana dîrokî û rastîya vê navçeya pirçand, bi taybetî li Kurdistan û navçeyê, ku hertim jîngeheke zindî bûne ji bo van cure berhemên hizirî û ronakbîrîyê.

Bi rêya vê hevdîtinê em bi kelecan li benda nîşandana rola mezin a kesayetîya Nûrsî ne di avakirina mirovê hişyar û bicihkirina nirxên dadperwerî û pêkve jîyana hevbeş, di gel vekirina asoyên lihevanîna zanistên şer’î û mirovî. Ev jî wek cextkirin e li ser wê yekê ku hizira resen a îslamî roleke zindî û karîger dibîne di çêkirina paşerojeke aramtir û geştir da.

VÎZYONA KONFERANSÊ

Ev konferans hewl dide fikra Bedîuzeman Seîd Nûrsî wek projeyekî şaristanî ya temamker bixwîne, ku şîyana wê ya beşdarîkirinê di avakirina mirovê hişyar ê hevçerx da heye, bi rêya hevsengkirina peywendîya navbera mirov û gerdûn û wergirtina îlhamê ji nirxên ruhî û epîtemîk li hember astengên fikrî û jîngehî û civakî yên niha.

PEYAMA KONFERANSÊ

Amadekirina zemîneke zanistî ya temam ji bo gotûbêj û rexne û şirovekarîyê, bi mebesta dubare anîna hizirên Nûrsî ji bo meydana vekolînên akademîk ên hevçerx, bi awayekî ku di navbera kelepor û nirxên mirovî yên cîhanî da lihevanînê pêk bîne, di heman demê da çareserîyeke realîst pêşkêş bike ji bo bihêzkirina nirxên aştîya civakî û parastina nasname û hestkirina bi berpirsyarî mirovî li hember gerdûn, siruşt û civakê.

ARMANCÊN KONFERANSÊ

  1. Ronkarina hevtemamkirina her du têgehên mirov û gerdûnê di Rîsaleyên Nûr da û rola dariştina nêrîneke gerdûnî ya tewhîdî ya giştgir.
  2. Pêşkêşkirina projeyên fikrî yên Nûrsî wek mînakeke şaristanî, ku xwedî amrazên epîstemîk e ji bo derbazkirina qeyranên hebûnî û têkçûna nirxên mirovên hevçerx.
  3. Destnîşankirina mekanîzmên teorîk û pratîk ên hizirî yên Nûrsî, bi mebesta xurtkirina pêkve jîyana aştîyane û derxistina rola karê baş û erênî di rêgirîya milmilaneyan û dabînkirina îstiqrara civakî da.
  4. Derxistina karîgerîya projeya şaristanî ya Nûrsî di parastina nasnameya kurdî û çandî, û îmanî da li hember bizavên cîhangîrî, regezperestî û rojavayîbûnê, di gel cextkirina li ser nirxên gotûbêj û vekirîbûna li hember hevbeşîyên mirovî da.
  5. Amadekirina derfetên nû ji bo vekolînên zanistî di fakulteyên îslamî da bi mebesta girêdana deqên şer’î û realîteya civakî û gerdûnî, bi rêya sûdwergirtina ji azmûna mamosta Bedîuzeman Seîd Nûrsî.
  6. Ronîkirina rêbaza Nûrsî li ser parastina jîngehê û vegerandina hevsengîya gerdûnî wek beşek ji berpirsyarîya exlaqî û şaristanî ya mirovî.

TEMAYÊN KONFERANSÊ

Temaya yekem: Nêrîna gerdûnî û hebûnî di hizira Nûrsî da

  • -Dîyalektîka afîrîner, gerdûn û mirovî di Rîsaleyên Nûr da
  • -Paqijkirina derûnî û avakirina kesayetîya mirovê hevseng
  • -Gerdûn wek kitêbeke vekirî û karîgerîya wê li ser bicihkirina bawerîyê
  • -Cihê mirov di hebûnê da: Ji mezaxtinê ber bi xelîfetî û berpirsyarîyê.
  • -Karîgerîya tefekura li gerdûnê  li ser zîzkirina derûna mirovî.

Temaya Duyem: Rehendên Şaristanî û Aştîya Civakî di Projeya Nûrsî da

  • -Têgeha şaristanî û medenîyetê di Rîsaleyên Nûr da
  • -Avakirina mirovê ronakger wek binemayek ji bo hişyarkirina umetê
  • -Rêbaza karê erênî û karîgerîya wê di bicihkirina aştîyê di civakên pirçand da
  • -Azadkirina hişmendîya musulmanan û hilweşandina gotara postkolonyalîzmê
  • -Rexnegirtin li hizira tundajotîyê û bihêzkirina nermajotîyê
  • -Etîka gotûbêjê di gel yên din (dînî, mezhebî û çandî)
  • -Berevanîkirina pêkhateyên civakî û pêkve jîyana navbera pêkhateyan li Kurdistanê

Temaya Sêyem: Nasnameya Çandî û Îmanî li cem Nûrsî

  • -Bingehên nasnameya îmanî di Rîsaleyên Nûr da.
  • -Rengvedana nasnameya kurdbûnê di jîyan û hizira Seîdê Berê da
  • -Projeya Medreseya Zehrayê: Lihevanîna zanistên modern û dînî wek derîyek ji bo çaksazîya epîstemîk li Kurdistan û navçeyê
  • -Rola Rîsaleyên Nûr di parastina ziman, nirx û exlaqê civaka kurdî da
  • -Rola Nûrsî di hevsengkirina navbera taybetmendîyên çandî yên kurdî û şaristanî da.
  • -Parastina nasnameya îmanî û çandî li hember pêlên rojavayîbûnê û vekirîbûna bêkontrol da

Temaya Çarem: Felsefeya Siruşt û Hişyarîya Jîngeyî di Rîsaleyên Nûr da

  • -Nêrîna şer’î û şaristanî ji bo parastina siruşt û rûbirûbûna qeyranên keşûhewayê
  • -Teyîsîna navê pîroz ê “el-Qudus” di pergala gerdûnê da û kêşeya pîsbûna jîngehê
  • -Rexnegirtina zêderewîyê û dîyardeya mezaxtinê wek derwazeyek ji bo çareserkirina qeyrana jîngeha cîhanî
  • -Dîyalektîka peywendîya navbera mirov û jîngehê, ji heza xweferzkirinê heta felsefeya emanet û xelîfetîyê
  • -Îlhamwergirtina fikra jîngehî di tefekura Nûrsî da ji bo siruşta çîyayî ya Kurdistanê û girêdana nasnameyê bi cihî ve

Temaya Pêncem: Mafên Mirov û Malbatê di Projeya Nûrsî da

  • -Maf û rûmet di Rîsaleyên Nûr da
  • -Parastina malbatê di civaka kurdî da bi rêya rênîşanderîya perwerdeyî û exlaqî yên projeya Nûrsî
  • -Avakirina nirxan û parêzbendkirina civakî ya jinê ji bo rûbirûbûna rojavayîkirinê
  • -Mekanîzmayên rûbirûbûna hilweşandina malbatê û herifîna nirxan di civakê da
  • -Jin û malbat wek hêlîna nasnameyê û aştîya civakî di projeya Nûrsî da
  • Temaya Şeşem: Xwendina Hevçerx û Asoyên Paşerojê di Çaksazîya Nûrsî da
  • -Jîrîya ruhî di rûbirûbûna madegerayîya zêderew û hişê çêkirî da
  • -Bikarxistin û karkirina hizira Nûrsî di pergala perwerdehîyê û bernameyên xwendinê da
  • -Berawirdkirin û pêdaçûna destnivîsên resen ên Rîsaleyên Nûr
  • -Qenaeta yên din ji bo projeya hizirî ya Nûrsî

MERCÊN BEŞDARÎKIRINÊ

  1. Divê vekolîn di çarçoveya temayên diyarkirî da bin
  2. Vekoler divê pabendî binemayên vekolînên zanistî bin ji alîyê binyatdanîn, wergirtina serçavîyan û şirovekirinê ve.
  3. Pêwîst e vekolîn taybetmendîyên resenî, metodnasî û nûgerîyê di mijar û armancê da li xwe bigirin di gel raçavkirina dirustîya ziman û hûrîya şêwaza dariştinê
  4. Divê vekolîn berê nehatibe weşandin yan belavkirin û di tu konferansekê da berê nehatibe pêşkêşkirin. Herweha nabe vekolîn ji nameyên zanistî yên mastir û doktorayê yan ji kitêbeke weşandî hatibin wergirtin.
  5. Pêwîst e navnîşana vekolînê, kurteya wê û bêjeyên sereke bi her sê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî bên nivîsîn.
  6. Pêwîst e hejmara rûpelên vekolînê di navbera 20-25 rûpelan da be, tevî jêrenot, çavkanî û jêderan ve.
  7. Pêwîst e vekolîn bi awayê Microsoft Wordê bê pêşkêşkirin, ji bo zimanê kurdî û erebî bi keybordeke Unicode, bi fonta Noto Naskh Arabic bi puntoya 12ê û ji bo zimanê îngilîzî jî bi fonta Times New Romanê be
  8. Pêwîst e pergala Harvardê di sîstema referansan da wek serçavî bê bikaranîn.
  9. Vekolîn ji bo vê navnîşana elektorîk tê şandin: conf.2027@gmail.com
  10. Vekolîn bi zimanên kurdî, tirkî, erebî, îngilîzî tên wergirtin.
  11. Vekolînên ku hatine wergirtin di kovareke zanistî ya resen li Zanîngeha Silêmanîyê tên weşandin.
  12. Beşdarîya konferansê bêberamber e.

LIJNEYA NAVENDÎ

  1. Doç. Dr. Xalid Ehmed Mistefa: Dekanê Fakultea Zanistên Îslamî (Serok)
  2. Doç. Dr. Zülküf Ergün: Serokê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê
  3. Dr. Osman Aslanoğlu: Serokê Komeleya Nûbiharê
  4. Dr. Şemal Ebdul Mihemed: Arîkarê Dekan
  5. Dr. Îsmaîl Mihemed Celal: Serokê Beşa Perwerdeya Dînî
  6. Doç. Dr. Aras Hemeemîn Usman: Serokê Beşa Şerîetê (Biryarderê Lijneyê)
  7. Doç. Dr. Zana Mihemed Emîn Seîd: Serokê Beşa Xwendina Îslamî
  8. Doç. Dr. Aso Reza Ehmed: Serokê Beşa Binemayên Dînî

LIJNEYA ZANISTÎ

  1. Dr. Bextyar Necmedîn Şemsedîn… Zanîngeha Silêmanîyê (Serok)
  2. Dr. Serdar Reşîd Heme Salih… Zanîngeha Silêmanîyê (Biryarderê Lijneyê)
  3. Dr. Mihemed Ebdulla Ehmed… Zanîngeha Silêmanîyê
  4. Dr. Kameran Ewrehman Mecîd… Zanîngeha Silêmanîyê
  5. Dr. Husên Mihemed Îbrahîm… Zanîngeha Silêmanîyê
  6. Dr. Usman Mihemed Seîdalla… Zanîngeha Silêmanîyê
  7. Dr. Fazil Mehmûd Qadir… Zanîngeha Silêmanîyê
  8. Dr. Zîya Hebîb Tofîq… Zanîngeha Silêmanîyê
  9. Dr. Ebdulla Mihemed Kerîm… Zanîngeha Silêmanîyê
  10. Dr. Îrfan Reşîd Şerîf… Zanîngeha Silêmanîyê
  11. Dr. Mücahid Bilici… Zanîngeha New Yorkê (Amerîka)
  12. Dr. Abdurrahman Adak… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  13. Dr. Hayrullah Acar… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  14. Dr. Mehmet Zahir Ertekin… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  15. Dr. Abdulhadi Timurtaş… Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê (Turkîye)
  16. Dr. Hasan Tanrıverdi… Zanîngeha Dîcleyê (Turkîye)
  17. Dr. Ahmet Erkol… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  18. Dr. Mehmet Bilen… Zanîngeha Dîcleyê (Turkîye)
  19. Dr. Metin Bozan… Zanîngeha Dîcleyê (Turkîye)
  20. Dr. Mustafa Öncü… Zanîngeha Mersînê (Turkîye)
  21. Dr. Serdar Şengül… Zanîngeha Kirşehîrê ya Ahî Evranê (Turkîye)
  22. Dr. Abdurrahim Alkış… Zanîngeha Şirnexê (Turkîye)
  23. Dr. Nurettin Beltekin… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  24. Dr. Taha Nas… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  25. Dr. Akif Akto… Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Turkîye)
  26. Dr. Nesim Sönmez… Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê (Turkîye)
  27. Dr. Bayram Kanarya… Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê (Turkîye)
  28. Dr. Husên Ebdulhadî… Vekolerê serbixwe (Şahnişîna Siûdîyeyê)
  29. Dr. Mehmet Gürses… Zanîngeha Floridayê (Amerîka)
  30. Dr. Mehmet Asutay… Zanîngeha Durhamê (Îngiltere)
  31. Dr. Ehmed Ewad… Vekolerê serbixwe (Lubnan)
  32. Dr. Ebdulrehman Xetîb… Zanîngeha Qeterê (Qeter)
  33. Dr. Deniz Çiftçi… Zanîngeha Cambridge (Îngiltere)
  34. Doç. Dr. Umîd Usman Ehmed… Zanîngeha Silêmanîyê
  35. Doç. Dr. Abid Ehmed Pişderî… Zanîngeha Silêmanîyê
  36. Doç. Dr. Mihemed Ebdulrehman Mihemed… Zanîngeha Ezherê (Misir)
  37. Doç. Dr. Ebdulrezaq Ehmed Mihemed… Zanîngeha Ezherê (Misir)
  38. Celal Celalîzade… Zanîngeha Tehranê (Îran)
  39. Suheyl Sepan… Zanîngeha Qeterê (Qeter)
  40. Mamostayê arîkar Xallan Celîl Rustem… Kovara Zanîngeha Silêmanîyê

LIJNEYA AMADEKARÎYÊ

  1. Doç. Dr. Umêd Mihmed Necme (Serok)
  2. Doç. Dr. Saman Wehab Emîn (Biryarderê Lijneyê)
  3. Dr. Nasih Fetah Nesrulla
  4. Doç. Dr. Sebah Resûl Mehmud
  5. Doç. Dr. Hawkar Ebdulrehman Seîd
  6. Doç. Dr. Peyam Cafir Elî
  7. Ebdulla Qurbanî Kerem
  8. Mamosta Rêzan Mihemed Elî
  9. Mamosta Rêbwar Ehmed Salih
  10. Mamosta Rêbîn EBdulwehab Cemîl
  11. Mamosta Serhed Ehmed Selîm
  12. Mamostayê arîkar Mistefa Mihemed Ebdulla

LIJNEYA PEYWENDÎ Û PÊŞWAZÎYÊ

  1. Dr. Mehmûd Ebdulla Mehmûd (Serok)
  2. Dr. Mihemed Husên Ebdulla (Biryarderê Lijneyê)
  3. Dr. Ekrem Bayîz Mihemed
  4. Doç. Dr. Sebah Setar Seîd
  5. Serbest Nadir Ebdul
  6. Sirwe Ebduletîf Mecîd
  7. Kejal Mihemed Emîn Seîd

LIJNEYA RAGIHANDINÊ

  1. Dr. Mehdî Qadir Ehmed (Serok)
  2. Mamosta Aram Elî Mecîd (Biryarderê Lijneyê)
  3. Sertîb Ezîz Fars
  4. Celal Cemal Xefar
  5. M. Karwan Elî Ehmed
  6. Kardo Mehmûd Hesen
  7. Dîye Burhan Salih

PEYWENDÎ

Prof. Dr. Bextyar Necmedîn Şemsedîn

(Serokê Lijneya Zanistî)

+9647701924631

Prof. Dr. Serdar Reşîd Heme Salih

(Biryarderê Lijneyê)

+9647866988606

sul.conf.2027@gmail.com

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here