HomeRaya Giştî ReNûçeNewroza We Pîroz Be!

Newroza We Pîroz Be!

daxuyaniNewroza ku di nav gelên Aryenî de bi tevahî û di nav gelê kurd de bi taybet, zêdetirî hezar salan e weke mizgîniya biharê û sembola destpêkeke nû tê pîrozkirin, îsal bi xemgînî em dibînin ku bûye hedefa qedexekariya hêzên dewletê û di encamê de bûyerên diltezîn qewimîn. Ev nêzîktêdayîn li gorî ruhê Newrozê nîn in û bo mizgîniya bihara pêkvejiyan û demokrasiya di navbera xelk û gelên vê cografyayê de jî derbeyek e.

Newroz, zêdetirê deh salan e li nav kurdên Tirkiyeyê bi coş û kelecaneke bilind û dilxweşî tê pîrozkirin. Di hilkirina vî agirê Newrozê de xuh, xwîn û rondikên bi sedan hejar û kedkarên vî gelî heye; ji ber wê, nabe ku bend li ser vê destkeftê bêne danîn û rê li coş û pîrozbahiyên wê bête girtin.

Newroz, çêtir e ku weke destpêka biharê di heman demê de bibe destpêk û mizgîniya mesilhet, aştî, peydabûna kultûra tehamul û hevqebûlkirinê, bibe xîm û çîmentoya biratî û xweşbîniyeke aştiyane di navbera xelkên li vî welatî dijîn û nexasim hemû cografyaya rojhilata navîn heta bi hemû parçeyê zemîna gilover a ku mirov jê re “cîhan” dibêjin.

Bi van pênima û dilxwaziyan wek malbata Nûbiharê em cejna Newroza gelê kurd û Kurdistanê pîroz dikin.

Komeleya Nûbiharê