
Dr.Metin Bozan di derbarê jiyana Şêx ‘Adî û Baweriya Êzidiyan de lêkolîn kiribû û bi navê “Şeyh ‘Adi Bin Müsafir (Şêx ‘Adî Bîn Mûsafîr )” di nav Weşanê Nûbiharê de hatibû weşandin.
Doç.Dr. Metîn Bozan li ser xebata xwe ya pirtûkê di 10ê Adarê, 2013an roja Yekşemê Li Navenda Komeleya Nûbiharê(Amedê) bi mijara “Şêx ‘Adî û baweriya wî ya di nav Êzîdiyan de” semînerek da.
Semîner li gor çavkaniyên Îslamê, li gor pirtûkên menkibeyan, ji dîrokê û bi giranî jî li ser lîteratûra Êzîdiyan axivî û tiştên balkêş pêşkêşê beşdarên semînerê kir.
