Di serdema Kursên Zivistanê (2022) de 315 kes li ser zoomê Kursên Kurdî(Kurmancî, Kirdkî û Soranî) dîtin. Di van polan de kesên ku bawername heq kiribûn 128 kes bûn.
Îro kesên ku li Diyarbekirê bûn hatin komeleyê û bi merasîmê bawernameyên xwe ji komeleya me girtin.
Bi beşdarbûna mêvanên me hêja û ezîz Prof Dr. Tahirhan Aydın, nîviskar Roşan Lezgîn, Bedirhan İslamoğlu û helbestvan Diyadin Akdemir jî beşdarî merasîma me bûn.
Komeleya Nûbiharê