Şemî, Nîsan 27, 2024
HomeDaxwuyanîKursên Kurdî Yên Payîzê

Kursên Kurdî Yên Payîzê

Komeleya me ji damezrandina xwe û vir ve nêzî 13 sal in li ser mijarên ziman û çanda kurdî gelek xebatên girîng dimeşîne, piştî dewreya havînê wê vê payîzê di çarçoveya Atolyeya Ziman de kursên kurdî li dar bixe.

Kurs di bin Atolyeya Ziman de li gorî daxwazên xwendekaran pola amadekariyê, asta 1, 2 û 3, vedibe, êvaran û dawiya hefteyê jî bi roj tên dayîn. Kesên ku bixwazin qeyda kursan bibînin heta 21.10.2022an serî li komeleyê bidin. Kurs dê li ser Zoomê bên dayîn.Kursên ku dê di 25ê Cotmeha 2022an de dest pê bikin ji bo mezinan dersên kurmancî, zazakî û soranî yên kurdî bên dayîn.Di vê heyamê de, ji bo zarokên ku herî kêm di pola 4an de dixwînin, kursa Kurmancî jî heye û kursa bi zaravayê Kurmancî ye. Ji aliyê mamosteyên jin ve, bi taybetî ji bo jinan pola kurmancî heye.Kurs wê di 22ê Kanûna Pêşîn, ya 2022an de biqede û dê bi qasî du mehan berdewam bike. Di dawiya heyamê de ji kesên ku heq dikin wê Bawername (Sertîfîka) bê dayîn.

Di vê heyamê de berevajî qursên berê, du dersên axaftinê/bi Sohbetê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî tên vekirin.Serlêdanên dersê wê heta 21ê cotmehê bên qebûlkirin.Serlêdan ji bo qursên rû bi rû li şaxên komeleyê tên kirin.

Ji bo serîlêdanê û agahdariya berfireh:

  • Navenda Giştî(Diyarbekir): 0505 552 846 75 32 (saat: 12.00-19.00 arası)
  • Şaxa Batmanê: 0543 416 2503
  • Şaxa Wanê: 0505 487 9716