Mele Husênê Batêyî (1689-1755)
Mela Hisênê Bateyî, yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.
Eslê wî ji Bateyê ye. Bate gundek ji gunden Hekariyê ye(Colemêrg). Dîwaneke mexsûs heye û mewlûda kurmancî nivîsîye. Di Kurdistanê de jî mewlûda herî meqbûl e; û niha di nav gundê Bateyê de medfûn e.Bate 85 km’yan ji Hekariyê dur e. Û girêdayî navçeya Bêşebabê ye.
Bav û bapîrên wî kengî hatiye Bateyê nayê zanîn
Em li ser serdema ku Bateyî tê de jiyayî bifikirin, Mixabin zêde belge di destê me de tune ne. Li ser vê mijarê du cure fıikir hene
Beşa yekemîn dibêjin ku Melayê Bateyî di 1414ê mîladî de hatiye dinyayê û di 1495ê mîladî de jî çûye ser dilovaniya xwe. Lê belê di destê yên ku vê beşê dipejirînin de zêde delîl tune ne. Yen ku vê beşê di pejirînın hinek ji wan evin: Muhemmed Emin Zeki , Kemal Burkay,Minorsky,Mehmet Uzun,Bazid Nîkitîn,Aleksandır Jaba hwd.
Beşa duyemîn jî sedan sed li ser dîrokekê nabin tifak lê belê dîrokên ku diden nezî hevin.Yên vê beşê jî dipejirînın evin:
Feqe Huseyn Saxniç’’Dîroka wêjeya Kurdî’’ Dibê ku Melayê Bateyî sala 1755’an, di 66 saliyê de, koça dawî kiriye û li gundê Bateyê hatiye veşartin)
Prof.Maruf Xeznedar: Dibêje Bateyî 1675ê hatiye dinyayê lê behsa mirina wî nake.
Tehsîn îbrahîm Doskî, Amir Hassanpour, Abdurreqîb Yusif hwd.
Delîlek vê Beşê jî ev Helbesta Xaniyê nemir ya di Mem û Zinê de derbas dibe de ye. ,
Bînave ru’ha melayê Cizîrî
Pê ‘hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek wê bida Fekiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî ‘heyran
Lewra ku Bateyî berî Hz. Xanî bûya ew Xaniyê ku dixwaze ruhê van hersê zana û pêşengan vegerîne(şa bike), dê xwestiba ruhê Bateyî jî vegerîne, lewra Bateyî ji herêma wî ye. Û ji van lehengan kêmtir nine.
Bateyî di helbestek xwe de çarînek wiha nivîsiye.
Du eslanan wereng hatin
Bi tabur û tiveng hatin
Bi şimşîr û xedenk hatin
Qîrên îna musilmanan
Bateyî di vê helbestê de behsê tabur û tivengan dike.
Nişe :Ya em dizanin tiveng piştî 1550yê li Londonê icad buye.( Meydan Larousse 1993)
Nevîyê wî yê heftê niha li gundê Colemêrgê Qewalê dijî.
Nav û Mexlesa wî
Her çi qas berê, hinek vekolîneran navê Mela Huseynê Bateyî wekî Ahmet hinekan jî wekî Mûhemmed nîşan dabe jî, lê di gelek destxetên ku paşê hatine dîtin de navê helbestvanê me wekî Huseyn hatiye nivîsîn
Mexlesa Mela Huseyn jî ‘Bateyî/Melayê Bateyî’ ye, her wekî ku di dawiya mewlûda wî û di dawiya helbestên wî de jî bi vî awayî dibore.
Bo cemî’ê muslêmîn û salîhe
Bo feqîrê “Bateyî” el fatîhe
Ji ber kû gelek nigaş li ser jîyana Melayê Bateyî hene,me jî tiştên piranî li ser tifak hatine kirin, gotine.
Li ser Hemahilka(Nivîsek ji duayan pêk tê) wî bi xwe, ya ku nevîyên keça wî Zulfê heta îro jî parastine û niha jî li cem Mela Hecî Mihemedê Şembî ye(li Mêrsînê dijî) , bi destê xwe nivîsî ye:’ Sahîbûhû we Malîkûhû Huseyn bîn Mustefa ‘ anku xweyî û xwedanê wê Huseynê kurê Mustefa ye.
Navê gundê Melayê bateyî herwekî ku ji mexlesa wî jî tê famkirin gundê Bateyê ye.Bate gundekî girêdayî navçeya Bêşebabê ya girêdayî Hekarîyê ye.
ZAROKÊN WÎ
Ya em dizanin du keç û kurek Melayê Bateyî hebune: Navê keçên wî ;Asmîn û Zilfê û navê kurê wî jî Tahir e.
Neviyên keça wî Zilfê niha jî lî gundê bateyê ne. Hecî Muhemedê Şembî yê neviyê Zulfê jî niha li Mêrsînê dijî
Helbesta Bateyî ya ji bo keça xwe Zilfê nivîsî ye.
Aşiqê zilfa reş im
Aşiqê şeydayê zilf
Bi bade lew serxweş im
Serxweş û sewdayê zilf
Rahet û sebr û selam
Tu yî çawa bikî xwoş xeram
Kolê te me ez xulam
Bateyî kil şayê zulf
Neviyên Kurê wî Tahir a niha Li gundê Qewalê dijîn.(Mela Salih)
Mela Dirbazê neviyê wî li ser Hemahîlka bapîrê xwe ‘’Sewedehû Mela Dirbaz bîn Mela Tahir Bîn Mela huseyn’’ nivîsîye.
Neviyên keça wî Asmînê jî niha li Dihokê dijîn
Helbesta ji bo keça xwe Asmînê nivîsîye
Bi zêrîn û toq û xilxalan
Meşa selwa me ebdalan
Xwihê avête alalan
Şepala taze Asmîn e
Ji asmîn û terazîm bû
Bi naz û işwe mezin bû
Xirêna toq û bazin bû
Guhar şor bûn li ser sîne
Melayê Bateyî, hem zanayekî pir mezin bûye û hem jî helbestvanekî şehreza. Bi qasî ku tê zanîn, nasnameya Bateyî weha ye
Navê wî : Huseyn
Mexlesa wî :Bateyî/Melayê Bateyî
Navê Bavê wî :Mustefa
Gundê wî : Bate
Herêma wî :Hekarî
Berhemên wî :1-Mewluda Pêxember(s.a.v.) 2-Helbestên wî(Dîwan)
3-Hema’il (Dua) 4 – Destana Zembîlfiroş
Di berhemên wi de mewlud ciyekî giring digire. Lewra hemî miletan piştî mewluda erebî , bi zimanê xwe mewlûd nivîsîne û di civatên xwe de xwendine. Dema ku mirov li edebiyata kurdî jî di nihêre tê dîtin ku mesnevînivîsê yekemîn Ehmedê Xanî û mewlûdnivîsê yekemîn jî Melayê bateyî ye.Mewlûd û mesnewiyên kû paşê hatine vejandin, roniya çiraya wan li ber tîrêjên roja Xanî û Bateyî tarî mane heta niha nêzîkî bîst mewlûdan hatine nivîsandin lê kesekî li meydana edebiyatê hespê xwe negihandiye yê Bateyî
Destxeta herî kevin ya ku Husên Şemrexî di mewlûdê de bingeh girtîye di sala 1240ê hicrî (Mîladî 1824) de hatiye nivîsandin.
Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn
Ew xwedayê daye me dînê mûbîn
Em kirine ûmmeta xeyr-ûl beşer
Tabi”ê wî muqtedayê namuwer
Ew xwedayê malikê mûlkê azîm
Daye me mîrasa Qur”anâ kerîm
Dînê me kir kamîl û ni”met temam
Yanî daye me Ehmed û dar-ûs selam
Ew xwedayê bê nezîr û zûlccelâl
Bê mîsal û bê heval û bê zewal
Raziqê bê dest û pa û mar û mûr
Alîmê sirra ne gotî der sudûr
Karî sazê bende û sultannê can
Rahîm û rehman latîf û mîhrîban
Asîmanê bê sitûn Wi kir bedîd
Suretê bê xal û xat wî aferîd
Hîwîdarin em ji te şahê kerîm
Îhdîna ya rab sîrat-el mûsteqîm
Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem
Ya rab îmanê di xwazin em mûdam
Jêrî alâya muhemmed wes-selam
GER DİVÊTİN HÛN Jİ NARÊ BİB NECAT
Bİ EŞQ Û ŞEWQ HÛN Bİ BÊJİN ES-SELAT
PERVERDEYA BATEYÎ
Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, kurmanciyeke gelek têkûz û bêçewtî bi kar aniye. Wisa dixuyê ku di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtiye; hiş û bîra wi jî di cih de bûye. Di helbestên wî de dixuyê ku ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û welatê xwe û cîhan baş nas kiriye.
Melayê Bateyî ji malbateke odlar hatiye dinyayê. Mustafayê bavê wî bi sofîtiyê hatiye nasîn. Sê birayên Bateyî hebûne. Osman, Mihemed û Ehmed. Pêşiyê li dev birayê xwe yê mezin Ehmed dest bi xwendinê kirîyê. Piştî bûyê panzdeh salî li medresa Mîr Zeynel Begê Hekarî Xwendina xwe domandiye.
Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de jî li gel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn.
Dibêjin ku sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya payizê de, ji bo ku biçe mala xwe xatir ji Mîr xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîştiye Zozana Berçelan tê gotin ku berf û bagerê dest pê kiriye û li wir çûye ber rehma Xwedê. Cenazê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê cenazê wî dibînin ku serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de derdikeve.Helbest hinek qujujî ye, beşa ku hatiye xwendin ev e:
Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê
Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê
Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
Coşil tên û sitar nabin
Çi cindî tên siyar nabin
Bûye tarî li kolanê
Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê
Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê
Perîşan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê
Helbasta Evini/lîrîk
Ev çarîna Bateyî Evîna Zembîlfiroş û Gulxatunê wiha Tîne ziman“Ey dil werin dîsan biçoş, / Carek ji caran mey bînûş, / Bikin qiseta Zembîlfiroş, / Da seh bikin hîkayetê.”
Zembilfroş
Xatun
Zembîlfiroş lawkê derwêş e
Kerem ke tu were pêş e
Heqê zembîlê xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im
Als Wirkstoff wird hier der Wirkstoff Vardenafil eingesetzt der währen des Sexualakts die Durchblutung in einem für den Orgasmus positiven Maß lenkt. Ich habe es ja selbst versucht über die Krankenkasse zu nehmen, pillede.com starten und während der Therapie alle erforderlichen Untersuchungen machen und diese mit Psychopharmaka behandelt werden.
Zembilfiroş
Lê Xatunê çavê te mîna zeytûnê
Di tirsim Ji yarê eydûnê(gerdun)
Ya xatun ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
Ser toba xwe ez nayêm xwar im
Xatun
Zembîlfiroş lawkê nanasî
Tana depê û kirasî
Tu ji destê min nabî xilasî
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş
Xatuna gerden bi morî
Qet nabî bi kutek û zorî
Tirsam ji wî Rebbê jorî
Xatunê ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebbar im
Li ser toba xwe ez nayêm xwar im
“Xatûn dibê tu lawê beyanî,
Lew dibêm da tu bizanî,
Min tu ji bo dilê xwe anî,
Da em bikin misilhetê.
Law bi Xatûnê re dibête,
Tu mixaziya dil divête,
Dayim ji heq nekin vehête,
Rû sipiyîn di axretê.
Xatûn dibêje bavê xeyalan,
Were ser doşek û palan,
Bîhn ke zulf û xalan,
Law dibe zilfê herîrê.
Pîroz be lawê mîrê,
Çi hede lawê feqîrê,
Tev bide vê misilhetê,
Xatûn dibê lawê verêvan.”
Tê gotin ji bo bermaliya xwe ev helbeste nivîsî ye
Ji bextê min reşî rabû
Xiyala min ne batil hat
Li min roja xem ava bû
Siyahzulfê miqabil hat
Çi gul bû ew çi bilbil bu
Mirad û metleba dil bû
Eger çî ew ji min sil bû
Ji bo Batê Hemail hat
Vê mehbûbê bi ser mestan
Celat îna ji kudistan
Ruha min wî demî bistan
Celadê reş mu’eccil hat
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul Qedr û Beratin nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
Bo Xwedê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
Şehkitêbek min divêt, behsê muhebbet bît temam
Sed tilism û sihre tê da,pêkve Suryanî mekam
Ebceda ‘eşkê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
Horiya baxê biheştê tûtiya tawusxeram
Xeyrî Batey padîşaha min, delala kê yî tu
Em helbestek dî jî ku bateyî li ser evînê(îlahî) nivîsî ye bixwînin
El-wefa bê wesl û canan xemz û naza min nehat
Ya tu qelbê ‘aşikan î gulnîgara min nehat
Mam di qeyda derd û daxan, xemxusara min nehat
Subhê nabît wê şevê dengê minara min nehat
Hêvîdarê subheyê bangê minara min nehat
Meclîsa bê saz û hey hey, min nevêt û naçimê
Bê def û bê çeng û mêy, min navêt û naçimê
Bezmeya bê yara batey min navêt û naçimê
Dê gorişman kî li min ket min navêt û naçimê
Bê firaxet yara Batey ‘işwekara min nehat
Ji medîheyên wî çarînek
Kan me’dena sidq û sefa
Kan e’taya cûd û sexa
Behra kerem kanê wefa
Kanê Muhemmed Mustefa
Bateyî di vê helbestê de elem û dermanê wê dibêjît
Helbestek ji munacatê
Vê elemê derman bike
Sirra ezel zahir bike
Daxa dilan hasil bike
Ya Reb tuyî dermanê min
Elem çi ye muhebbet e
Derman sebr û sekînet e
Ya Reb bikey bi kismet e
Ya Reb tuyî dermanê min
Melayê Bateyî ji bilî helbestên îlahî helbestên şîretkar jî kirine
Sofî bi çeng û per bît
Dûr e ji ruhê usûl
Mêrê bê laq û kef bît
Kêm Kêm ji ber diçin şol
Sırra te kir ne xef bît
Dê biye pêxasê serkol
Sirra meken aşîkar
Qenc e ew di xefî bin
Net’raşiyê di homar
Di suhbeta kerî bin
‘Erzekar û xebersar
Herdu ezmanbirrî bin
Hevpeyvîna Mela Mensûrê Girgaşî û Mela Huseynê Bateyî
Girgaşî
Belê Batey dê kûtah kim
Ji vê înşa û me’nayê
Bi heqqê sureya Qaf kim
Bi wê secda di Tahayê
Mecazê ‘işkê dê saf kim
Me durr anîn ji deryayê
Bateyî
Çi durr bû lefzeke xweş bû
Di me’nê da qewî kûr e
Qelem te j’ ‘embera reş bû
Reşandî rûyê kafûr e
Şukir xettê me gul geş bu
Minim meddahê Mensur e
