Nivîskar Omer Dilsoz, roja yekşemê (13.01.2013) saet:12:00an de bi mijara “Serencama Romana Kurdî” li navenda Komeleya Nûbiharê ya Diyarbekirê semînerek li darxist. Naveroka Semînerê li jêr e:
Serencama Romana Kurdî
Romana Kurdî ber bi pêş ve diçe. Her sal bi dehan roman li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibin. Ligel vê, cure û teknîkên wê jî xwe ji nû ve vedigeşînin û bi vê re nivîskarên romanê xwe di teknîk û tevnsaziyên nû û cihê yên modêrn diceribînin.
Bi pêşveçûna fikr û hizra Kurdewariyê re roman jî weke stêrkekê dibiriqe û geşedanên nû ji xwe çêdike.
Roman, danîna hizr û lîteratûra neteweyekê ye, ji ber hindê civaka ku xemla xwe ya neteweyî û doza mafên xwe bi ser xistibe, romana wê jî xweber û bi awayekî paralelîya pêşveçûna doza milî û neteweyî geş û pêşve diçe.
Ji ber hindê em dikarin bibêjin ku roman, rasterast girêdayî dozên neteweyî, pişkiftinên pêlên ramanî û îdeolojî ye.
Weke tê zanîn, her îdeolojî; Ji xwe re karektereke jiyanê weke manîfestoya jiyanê ji civaka lê dixebite re ava dike; Ev manîfesto, tevger, rabûn û riwêşt, reftar, nirxên sincî û exlaqî û bingeh û stûnên jiyarê yên wê civakê li xwe digire. Îdeolojî teşe dide vana, hingê ev yek bi zimanê romanê, bi karekterîzekirinan bo lîteratûra wê civakê tête pêkanîn û teşedayîn.
Ango, em dişên bibêjin ku romankarî di heman demê de çêkirin û dariştina binesaziya fikrî û exlaqî ya îdeolojî û doza civakekê ye.
Ji ber hindê jî,
Her tîpolojî û karekterê/a ku di romanê de ava dibe, rengekî wê civakê durist dike. Bircekê ji bedena wê îdeolojiyê ava dike.
Romankarî, bi a min karekî îdeolojîk e û rasterast têkildar e bi doz û dewayên neteweyî re. Romana Kurdî ya niha jî mirov dikare bi heman çavî binirxîne.
Jixwe heke em pêdaçûneke sivik jî li ser serencama wê bikin, em ê xweber bibînin ku romana me jî di van parametreyan re derbas dibe û di danîna hişê neteweyî yê Kurdî de xwedî roleke karîger û berbiçav e.
-Taybetiyeke romanê ew e ku fêkiyê wê zû mezin nabe, ji ber wê dibe ku romana Kurdî ya îro heye, zû bi zû bi berçav nebe û di jiyana aktuel a Kurdan de gelekî neyê dîtin, lê ev potansiyela zêde nelivbar lê xwedî guhartineke bingehîn û rastrerast têkildarê bi hiş û binehişa mirovan, dê bere bere bi geşbûn û pelvedana doza neteweyî ya Kurd re xwe nîşan bide.
Heta niha bo romana me ya berdest, nirxandin û tesbîtên hatine kirin têra xwe qelew û xwedî şiyaneke guherde nînin.
Hin tesbît ji vana ev in:
Romana Gundewarî: Ev gotin wek têgehekê di nav aliyên wêjehez ên Kurdî de kifş û ayan bûye û li dor vê têgehê gelekî hatin û çûyîn, melevanî û berêkdanên hizrî û ramanî pêk hatine.
Ji bo tekstên Kurdî yên roja me têne nivîsîn, ev têgeh gelekî bernas e û gelekî li dar e. Heke hûn ji min bipirsin, ez ê bibêjim ku navlêkirineke bi vî awayî li ser kîjan binemayê ye, divê em vê pirsê biqelêşin û hilişkêvin.
Gelo gava tê gotin romana Gundewarî, behs jê ew e ku romana me bi naveroka xwe behsa jiyana gundan dike, an mebest jê tiştekî dî ye, ku romana me nekariye çemk û diyardeyên hizrî bidozîne û tenê di çarçoveya vebêjiya folklorîk a civaka feodal de maye?
Weke tê zanîn, berhemek ne bi naveroka çîrok û warê çîroka xwe, pirtir bi tevnsazî, teknîk, ziman û lêkanîna karekter û tîpolojîyên xwe dibe mijara çawaniyê…
Dibe ku tu tenê behsa jiyana şivan û bêrîvanekê bikî –ku ev remzên jiyana gundewar û zozan û kwêstanî ne- lê heke te bi ramaneke bilind, zimanekî pehtî, teknîneke pêşketî û vesaz bikaribe ev tevnê romanê rêsabe, wê demê çu kes nikare bibêje, ev romaneke gundewarî ye, an jî gundî ye…
Gundîtî bi xwe wek têgeh xwe dispêre ramaneke oryantalîstî û piranî ji aliyê materyalîst û çepgirên Kurd ve ji bo biçûkxistina ramana feodal a gundên Kurdan hatiye bikaranîn, patenta vê têgehê bi xwe transfer e û awayekî rexneyî yê civakê dide der.
Heta astekê weke biçûkxistin jî tê de heye, loma ez bi xwe rast nabînim, wek çemk û diyarde em huner û wêjeya xwe di wê bêjîngê bixin û li ser wê biseridînin… (Ev nêrîna min e)
Ez we dinêrim, ku heke em ê civakê vesaz bikin û nesaxî û neçakiyên wê baş û durist bikin, diviya em jêrehişa xwe ya kultûrî baş analîz bikin, baş jêk veçirînin û bêyî ku duhîya xwe reş û înkar bikin û li ser ramaneke îthal û transfer çemka xwe saz bikin, em nexweşiyên wê derman bikin û ya nû li ser duhîya xwe deynin.
Çi ko ramana ku bi reh û rîşalên xwe negihêjin zik û mêlaka axê, dê hilawîstî bimîne û sist be. Weke ava berfê çawa baraneke gur, taveke geş lêda dê zû bihele û biçe…
Ji Erebê Şemo û bi vir de, ku sala 1926ê ku Şivanê Kurmanca hingê bi ceste aniye û nivîsiye, nêzî 91 sal li pey vê serhatî û çîroka romankariya kurdî mane.
(Ez bi zanîn dibêjim romankarî; Çi ko ew bi serê xwe kar e, endezyarîyek e; xwe li ser proje û bernameyek kûr û dirêj a bi rêkûpêk saz dike)
Ev serhatiya ku nêzî sedsalek e, ku dem bi dem navber ketiyê û hatiye ber tefînê, û bi hişyariya ruhê Kurdewarî yê li Bakurê Kurdistanê re dîsa bi liv û bizav ketiye, di kîjan cobaran re kişiyaye, hêja ye awirtêdanek li ser bête kirin.
Divê em romana xwe ji aliyê derûnî, civakî û hizrî ve bikaribin bidin ber merceka pirsê û bişên hin analîzên wêrek li ser bikin.
Berî her tiştî Bakurê Romanê heta salên 1990an jî mit û bêdeng e. Livyanên heyî jî piranî li Diasporayê ne.
Divê ev mijar bi serê xwe weke sernivîseke taybet bête nirxandin. Çi ko divê berî her tiştî em portre û profîla van nivîskarên li diaspora dest bi vî karî kiriye û xwe di ber vê xemê westandiye hinekî binasin.
Navê herî tê pêş, Mehmet Uzun e. Camêr, xwedan nasnameyeke siyasî ye û xema wî ya siyasî û îdeolojîk heye. Wê demê gava em romanên wî binirxînin, em neçar in li ser vê rastiyê berê xwe bidinê.
Uzun, çi tema di romanên xwe de dane pêş; Dengê jibîrbûyiyan… Ekola Hewarê û binemala Berdirxaniyan.
Wê demê em pê dihesin ku Uzunî hewl daye hişeke dîrokî yê neteweperwer li ber xwêneran ron û zelal bike û li ser vî hişî hizrekê dahêne. Xema Uzunî ne dûrketina wî ya ji welêt, derbiderî û kesera kurdên Diaspora ya îroyîn e, belkî jî wî hewl daye weke berdewana wê jenerasyonê û weke encama qedera reş a ku ew bi xwe jî têkel e, xwe bigihîne duhîya nêz a binehişa çandî ya neteweya xwe û li ser hesta aydîyetê AYDÎYETEKE Neteweyî ya nû bo Kurdên îro durist bike…
Di heman çavçoveyê de nifşê Derveyî Welat hema bêje li dor vê HIZRÊ bi vê xemê rahiştin destê pênûsa xwe û ji duh û îro hin portreyên bernas ên binehişa neteweyî dane rû û raberî xwêneran kirin.
Helbet pê re ziman jî ji bircên dengbêjiyê anîn xwarê û di rêzikên nivîsê de ji nû ve bi teşe xist. Ev qonaxeke kaotîk e û êş û janên wê gelekî tûj in…
Wek berdewama vê xelekê, bi salên 90ê re li Bakurê Romanê vê carê tîşka rojê hilat û şewqa xwe li ser axa xwe ya velemyayî û ker û kor lalkirî hilperand û birqand.
Êdî, weke têjika pêlvedana agirê Şoreşa PKKê a Bakur, Romana PKKê ya Bakur jî hêdî hêdî bi rûyê axê re bişirî û kenê xwe li ser rûyê wê diyar kir.
Em ev nifşê nû, giş zarokên vê pêlê ne.
Romana me, ya şoreşê ye. Em behsa çi bikin jî, ramana ku serdestê tekstên me ye xwe di bin çend têgehan de zal dike.
Weke
Bindestiya Welat; Şewitandina gundan, zilma dewletê, bêbextiya navxweyî…
Birîna Ziman: Kurdên ber pêla asîmilasyonê, têkiliyên di navbera zimanê jor û jêr de, bi vê ve girêdayî pirsgirêka derbirîn û xweîfadekirinê
Riyên Çareseriyê: Ev jî weke şoreş û berxwedan, serîhildan û encamên wê yên ku berdêla wan lehengî û cangorîtî ye.
Di romana me ya nû de teşe û şêwazên nû berdest dibin. Realîzma Efsûnî gelek caran tête pêş. Ji vana hemûyan bi wêdetir, rexneya civakî û lêgerîna asoyên nû di romanên me de serî dihilîne. Bandora şoreş û îdeolojiya wê, bi awayekî gelekî zal weke ku ‘ruhê demê’ be berbiçav e û tekstên me teşe dide.
Heçî nivîskarê bi Kurdî mijûl e, di heman demê de wisa hest bi xwe dike ku ew neferekî çalak ê vê şoreşa hizrî, çandî û milî ya kurdewariyê ye û binhişa wî îlem wî di bendeke wê dialîne.
Helbet ev pir normal e.
Kirasê romanê ziman e û ziman jî ruh û giyana wê neteweyê ye. Berhemek heta ku nebe ruhê gelê ji nav hatî û wî ruhî zeft neke, ew ê nikaribe sînorên derve bibezîne û xwe di tanga yên xelkê bide.
Serkeftina romana kurdî paralelê bi serkeftina hizra kurdîniyê re yekser têkildar e.
Kurdînî çendîn geş bibe romana wî jî xweber dê hin geş bibe û teşe û şêwazên nû li xwe peyda bike û bipişkûve.
Bişkiftin bi ser berzbûn û kemilîna raman û doza wî ye. Ev têkiliyeke diyalektîk e û heke em di vê çarçoveyê de nenêrine pirsê dibe ku em xwe xelet bikin û ji niha ve ya xelkê bi serencama sedî salan bi dest ve înayî ji yên xwe bipên. Ev ê bibe nivîslêkirina li ser keravên cemedê û dê bibe bendewariyeke pûç û beyhûde ku tenê bi kêrî herifandina hêviyan bêt.
Romana me geş dibe, çi ko her ku diçe kurdî û kurdînî dibe xwedan trend û bi pere dike. Bazara ku Xaniyê nemir wek ‘kesad’ nav lê kiribû, niha hêdî hêdî kitomatan li xwe vedicivîne.
Hêvî, pişka herî qelew a biserketinê ye.
Roman
Roman, têgîneke wêjeyî ya ku koka wê ji peyva “Romanus” ya latînî, ku tê wateya “çîroka bûyera rastîn an jî nîgaşî ya pexşan” tê ye.
Wekî cureyeke wêjeyê, pênasa û watedayina romanê ne tiştekî hêsan e. Lew ra roman jî wekî hemû cureyên wêjeyê, wate û raveya wê li gora dem û rêbazên wêjeyî an jî hunermendên demê tê guhertin. Mirov dikare bi kurtayî an di di wateyeke teng de bibêje roman, nivîsên dûvdirêj yên ku bûyeran bi awayekî rastîn û bi zerengiyeke berfireh hildide dest û lêkolîna xislet, civak, nêrît, hest û dahûrandina azweriyên mirov vedibêje ye. Armanca romanê, nasandina xisletan û ragihandina sêwirandina bêsiûdî û hejaniyan ya ku bi alaviya bûyeran tê vegotin e. Romana xurt û sergewer dikare xwe bi her awayî bikirmişîne, bikeve her dirûvî û cihê cihê ji her mêjiyî, ji her bedewiyê û her mezinahiyê re bibe navgîn. Dikare bang li her nîgaşbaziyê û rastîbîniyê/ê bike û gelek deriyên nepenî yên gerdûnê li mirov veke.
Her romanek jiyanekê, cîhanekê heta mirov dikare bibêje xwezayekê şirove dike. Di tevê romanan de tukes nikare li du kes an jî du qewmînên ji hev rast bê. Heta di tevê wêjeyê de tu kes nikare li du romannivîsên ji hev rast were. Roman, digel şewqdana civakî, di bin daraza fermana fikr û ramana romannivîs de dimîne. Roman mirêka sinc û gerdîşên civakê ye. Roman camidî ye. Ew tiştekî veşartî nahêle û dîmena ku dibîne bi awayekî eşkere hildide dest. Tiştekî ku di jiyana rastîn de hebe û derbasî romanê nebe nîn e. Di romanê de sînor nayê danîn. Lew ra di romanê de hêmanên ku ji rastiyê têne wergirtin hêza nigaş û dewlemendiya hundirî ya romannivîs xurtir dike û heta heyînên jiyana rastîn li pey xwe dixirikîne. Bo wê gelek caran tê gotin ku romannivîs mirovê ku ji xwe bi dûr ketî ye. Belê ne qure ye; dilnizm e. Ew her gav xwe li pey lehengên xwe diheşifîne. Ew kesêkî/e feşartî û winda ye. Tu kes nikare wî/ê di romanê de bibîne. Car caran wekî siyekê dide pey lehengên xwe, wî/ê dişopîne û bêdeng dimeşe. Romannivîs, lehengê xwe ber bi gêtiyeke nû de dixirikîne. Peyre hin bi hin mirov dikişîne nav rakêşarî, dilniwazî û veşarîtiya jiyana lehengên ku ew bixwe parçeyek ji jiyana me ya rasteqîn in. Jixwe romana rasteqîn jî ev e. Ango, divê ku romannivîs rêbayeke cawîdan efsaneyî bide çîrokê. Çendî ku çetîn be jî, ev çawanî bo roman û wêjeyê pêwistîbûneke girîng û jênager e.
Daraza ku em derbarê romannivîs de didin, girêdayî pirî an jî hindikiya tiştên nenasbar yên ku aşkerekirina kurahî, xweşikî û bedewiya şayesandinê dike ye. Digel hemû tiştî dîsa jî ne pêkan e ku mirov dikaribe bandora demê an jî mercên dîrokî, civakî û aborî yên li ser romanê mandele bike.
Naverok1 Cureyên romanê1.1 Cureyên romanê yên bingehîn1.2 Roman li gora rêbazên wêjeyî1.3 Roman li gora mijarên xwe1.4 Li gora şêwaza vegotinê2 Hêmanên romanê |
Cureyên romanê
Wekî têzanîn di derbarê romanê de di navbera romannivîs û vekolînerên wêjeyê de gelek nerînên cur be cur hene. Belê ne pêkan e ku mirov van hemû nêrînan pevgîhîne an pênaseke xuya û aşkere bo romanê dayne. Bi hîmî gava ku mirov di maweya mêjuyê de berhemên romannivîs û wêjevanan li ber çavan radixê, sê cureyên romanê yên bingehîn derdikevin pêşberî me :
Cureyên romanê yên bingehîn
- Romana destanwarî (epîk) : Ev roman, serenc û serpêhatiyên lehengekî/e tek xislet yên westar vedibêje. Di vê romanê de lêqewmîn bê rawestan diguherin, belê leheng heman e. Qet naguhere.
- Romana dilşewat (dramatîk) : Ev roman, guhertina leheng ya li hember lêqewmîn û jiyanê vedibêje. Di vê romanê de leheng bi demê re tê guhertin. Tevger zêde xwe nade pêş; bêtir derûniya leheng derbasî pêş dibe.
- Romana coşdar (lîrîk) : Ev roman, ji jiyan û mirov bêtir, bi awayekî hunermendane xebitandina herka giyana mirov vedibêje. Di vê romanê de bêtir nîgaş, sawêr, dilwasî û hestên nehevgirtî xwe didine pêş; ango di romanê de her gav mirov wekî kesekî/e heliyayî dixuye. Mirov dikare romana Goethe ya bi bi navê Werther wekî minak nîşan bide.
Digel van hersê cureyên bingehîn yê romanê, dîsa mirov dikare gelek caran taybetiyên van hersê şêwazan di heman romanê de li nik hev jî bibîne.
Roman li gora rêbazên wêjeyî
Romanên rastîbîn (realîst)
Romanên siruştîparêz (naturalîst)
Roman li gora mijarên xwe
Romanên serpêhatiyan (Mînak; Romana Alekxan Dumas ya bi navê “Sê Cengawer”
Romanên qerfî-mîzahî (Mînak; Romanên Aziz Nesin)
Romanên bêganeyî (egzotîk)
Romanên fenî (Minak; romanên Jules Verne)
Romanên jînenîgarîy (biyografîk) ( Mînak; romana Victor Hugo ya bi navê “Wekî Xewnê”
Romanên lewiran (Mînak; romana Jack London ya bi navê “Xwina Gur”)
Romanên zarokan (Mînak; “Poliyanna”)
Li gora şêwaza vegotinê
Bûyerên romanê bi awayên pircûre têne vegotin :
- Romana ku ji aliyê kesê sêyemîn tê vegotin
- Romana ku bi şêwaza serboriyê tê vegotin
- Romana ku bi şêwaza nameyê tê vegotin
- Romana ku bi şêwaza diyalogê tê vegotin
- Romana ku bi şêwaza mirov xwe bixwe dikeve nava serboriyan tê vegotin
- Romana ku bi riya wesîqeyan tê vegotin
Hêmanên romanê
Li gora rêbaz û qaîdeyên romanê an jî lîteratûra wêjeyî hinek hêmanên romanê hene :
- Bûyer: Romannivîs, mijara romana xwe qasî ku ji jiyana rojane digire dikare ji dîrok, çîrok, çîrvanok û mîtolojiyê jî bigire. Bi rastî mijara romanê, ji navgîna derbirîna hest û raman û nêrîna romannivîs pêve ne tiştekî din e. Çi şayesandina jiyana rojane û çi jî rasterê vegotina gêtiya xwe ya hundirî, hest, nîgaş, xewn an jî nêrînên xwe yên derbarê jiyan û cîhanê; çi dibe bila bibe, her hunermendek di karê xwe de jiyaneke nipînû û cihêreng radixe ber çavan. Bi xwezayî ev jiyana ku di romanê de tê şayesandin ne jiyaneke rasteqîn e. Belê mirov dikare bibêje ew sentez an jî şirovekirina jiyana rastîn e. Heta jiyana romanê ji jiyana rastîn tîrtir û girantir e. Romannivîs hin beşên jiyana rojane yên yeknesak (monoton) dide alî û ji xwe re (bo romana xwe) beşên manîdar hiltîne. Peyre wan bi awayekî hunermendane digihîne hev û jiyaneke nû derdixe holê.
- Kes (kesan): Bêşik kesên ku di romanê tê behsa wan tê kirin mirov bi xwe ne. Ji ber ku romannivîs bixwe jî mirov e, dinavbera wî/ê û lehengê/a romana wî/ê de pêwendiyeke zexm û cihê xwe dide pêş. Ev pêwendiya taybet di tu şaxên hunerê de jî xwe bi vî awayî nikare bide der. Bo mînak : Wênesaz an peykertraşek çendî ku nexwaze jî dîsa dibe ku di hunera xwe de ji bilî mirovan heyberekî din vebêje. Belê romannivîs kêm-zêde (pir-hindik) ji peyv û gotinên ku hest û raman, kêf û coş an xemgîniyên wî/wê tîne zimên kesayetiyekê pêk tîne û li gora dilê xwe zayend û navekî lê dike. Ango kes û leheng gelek caran ew bi xwe ye. Bi vî awayî kesên ku di romanê de cî digirin ew kesên ku di mêjiyê romannivîs cî digirin bi xwe ne.
- Pêwendiya Navbera Kesan: Di navbera kes û lehengên romanê de gelek pêywendiyên cur be cur hene. Di romanê de kes û leheng, ji hev hez dikin, ji hev didexisin, dixwazin tola xwe ji hev bistînin, an jî alîkariya hev dikin. Di romanê de ev peywendî gelek caran di evîneke sêkuj (sêgoşe) de asê dibe. Du mêr ji jinekê, an berevajiyê wê, du jin ji mêrekî hez dikin. Pêwendiya navbera kesan li gora rewşa bûyerê teşe digire û têkoşîna navbera wan ya li hemberî hev jî bi wî awayî didome.
Belê di romana rastîbîn ya komalî de mijara bingeh, têkoşîna navbera çînan e. Di şêwaza romanên wisa de têkiliya navbera kesan, wekî lêkdana navbera karker û karsaz, axa û gundî, leşker û gerîla derdikeve holê.
Di romana gerdîşî de, têkoşana takekes ya li hemberî civakê û helwesta wî ya li dijî kevneşopiyan derdikeve pêş.
Di berhemên romannivîsê coşdar an jî di romana lîrîk de bingeh, lêkdana mirov ya bi xwe re ango hestên kes yên binakok û têkoşîna hundirî ye. Car caran jî ev têkoşînên hundirî û derveyî di romanê de li nik hev an di hundir hev de tê dîtin.
- Dem: Yek ji hêmanên romanê yên bingehîn jî dem e. Lêqewmînên ku di romanê de cî digirin, an jî guhertina mirovan ya ku bingeha romanê digire, di hundirê demekê de pêk tê. Dixwaze bila romannivîs şayesandina eyama xwe bike û dixwaze bila heyneke dîrokî vebêje an jî dixwaze bila demeke demande hilde dest, di romana wî/ê teqez hêmana demê heye.
- Cî: Di romanê de ji cihê ku bûyer lê diqewime re wargeh (mekan) tê gotin. Di navbera jiyana lehengê/a romanê û wargeh de pêwendiyeke jênager heye. Ji ber ku di navbera mirovê ku li gund û bajêr dijî de cudayî heye, her romannivîs, lehengê/a xwe, li gora rewşa civakî li wargehekî bihingam û guncaw bi cih dike. Bi vî awayî wargeh wekî dekorekê di her romanê de cihekî girîng digire. Ancax di hin romanan de wargeh ji dekoratiyê derdikeve; dibe pêkereke wisa girîng ku bandorê li ser jiyan û hestên lehengê romanê dike. Bo nimûne : Du wargehên ji hev cuda, an jî hevnasiya lehengê/a romanê ya bi du civak û şarezahiyên durî hev , dibe sedema şaşî û tewşbûna wî/ê
- Hawirdora Komalî (civak) : Di her romanê de wekî her mirovî/ê hawirdoreke komalî ya lehengê romanê jî heye. Leheng, car heye xizan car heye zengîn e. Her wiha hin caran nezan û hin caran jî têr zana ye. Car heye nîjadperest e. Oldar e. Car heye, pêşverû û şoreşger e. Gelek caran jî xwedî pîşe û hokar e. Di romanê de hawirdora civakî bi du beşan derdikeve pêşberî mirov. Yek; civaka ku leheng pêgirê wê ye. Du; hawîrdora komalî ya ku leheng tê de dijî ye. Ev herdu hawîrdor hin caran heman e û hin caran jî cihê ye. Gava ku cihê be di navbera leheng û civakê de lêkdan, bêahengî an jî nebanektî û ne lihevî rû dide. Çendî ku banektiya mirovê/a gundî bi bajêr re çetîn be; ya mirovê/a bajarî jî bi gund re ew qa çetîn e.
- Derûnî (psîkolojî): Mirov di jiyana fîzyolojîk, psîkolojîk û komelayetî de wekî tevayiyekê tê dîtin. Romannivîsê/a serketî, mirov bi vê tevayiyê hilde dest û bi awayekî hunermendane wê pirealiya wî/ê dinirxîne. Çendî ku girîngdayina dahûrandina derûnî, pêtir di romana psokolojîk de derdikeve pêş dîsa jî her romannivîs bêgavî dahûrandin û şayesandina gêtiya hundirî ya lehengê xwe dibe. An na romannivîs nikare bi temamî lehengê xwe bi xwendevan bide nasandin. Bo ku mirov dikaribe bizav û tevgerên lehengên romanê binirxîne bi qasî pêkerên ku bandorê li ser tevgerê dike, hewceyî bi têgihîştina sedemên derûnî jî heye.
- Gelşên Felsefî: Di hin romanan de gelşên derî sirûştî (metafîzîk) jî wekî mijar têne neqandin. Romannivîs car caran di gêtiya ku tê dîtin re dibuhire, pêwendiyê bi gêtiya ku nayê dîtin re datîne û hewl dide ku raz û nepeniya wê biferisîne.
- Bastûr û Plana Romanê: Di hêmanên pircure yên romanê de pevgirêdayiya bûyeran li gora heyn, rêbazên wêjeyî û romanivîsan gelek caran diguhere. Îcar romannivîs, her gav hunerwerî şanpaziya xwe di bihevxistina hêmanên pircure yên ku di jiyana mirov de cî digirin de nîşan bide. Di vir de rêz kirina bûyeran û eyar kirina demê jî gelekî girîng e. Romannivîsê/a hêzdar û serketî, di jiyana mirovan de qewameke girîng hilde dest û hemû bûyerên din li dû wê rêz dike an li dora wê dicivîne. Veguhêziya bûyerên jiyanê yên lihevketî ne roman e. Çimkî di romanê de bijarte û sentez gelekî girîng in û heta mirov dikare bibêje du hêmanên bingehîn in.
- Şêwaz: Di romanê de şêwaz gelekî muhîm e. Belê şêwaza romanê jî li gora romannivîs û rêbazên wêjeyê dihuhere. Wekî hemû berhemên wêjeyî yên din, roman jî zêdetir bi şêwaza xwe dijî û li ser piyan dimîne. Ji do heta îro navdarî û nirxdariya romannivîsên klasîk û nûjen hemû bi saya bikaranîna zimanê şêwaza wan hatiye parastin. Her nivîskarek xwediyê şêwazeke xwe ya taybet e. Şêwaza aîdî romanê nîn e; şêwaza aîdî romannivîs heye. Wekî mînak : Gava ku Balzac romanê jî binivîse dê wekî Balzac û ceribandinê jî binivîse dê wekî Balzac binivîse. Her wiha, şêwaza Proust ne wekî ya Stendhal e. Şêwaz, dirûvpêxistin û gencîneyeke peyvê ya her nivîskar an romannivîsî/ê ji hev cihê ye û xweser e.
Erebê Şemo
Erebê Şemo
Erebê Şemo (* 23’ê kewçêrê 1897‘a li Qersê; † 21’ê gulanê 1978’a li Êrîvanê) anjî Ereb Şamîlov nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binav kirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, “Şivanê Kurmanca” nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23’ê kewçêrê 1897’an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913’an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.
Bi biryara hukumeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî anîn. Wan di sala 1929’a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ (“Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî”) çap kirin. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.
Di sala 1931’ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata literaturî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Di sala 1937’an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî dişînin qeraxa Okêrna cemidî. Heta sala 1956’an ew li wê derê dimîne. Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966’an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967’an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.
Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”
