Komeleya me ji alê Navenda Giştî ve di 18/07/2013an roja Pêncşemê de li Diyarbekirê di Otela Liluzê de xwarina fitarê da mêvanên xwe. Gelek nûnerên saziyên civakî, nûnerên karsazan, rêberên baweriyê, kesên zanayê olî û siyasetvan nêzeka 220 kes beşdarê fitarê bûn.
Beriya fitarê Serokê komeleya me bi rêz Prz. M.Rauf ÇİÇEk axaftina xwe bi gotinên balkêş yê Ehmedê Xanî û Ustad Bedîûzzaman Seidê Kurdî hanî ziman, di gotina xwe de “ em bawer in ku hêviya Ahmedê Xanî û banga Ustadê me Bedîuzzeman di vê cemeeta ku niha li vir amedeyê de tecellî kiriye û zeman wan car din testîq kiriye…” û M.Rauf Çiçek bi dû axaftina xwe bi Tirkî û bi zaravayên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) nîvanan silav kir.
Pêşiya fitarê ji alê seyda Bayram KANARYA ve Qur’an hate xwendin û bi bangdanê fitar dest pê kir.
Piştî xwarinê damezrînerê komeleya me ya Nûbiharê bi rêz Abdullah Şahin dest bi axaftinê kir. Abdullah şahin di axaftina xwe de “Pêwendiyên însan bi Xweda Teâla û mexluqên Xweda Teâla re ne. Yani rexek ji rexên evdîtiya Xweda bi mafên mexluqên Xweda an jî bi taybeti bi însan û civakê ve girêdayî ye.” “Em pê bawer in ku dem dema tifaqiyê ye. Bi tifaqî û yekîtiyê serfirazî û serkeftina millet wê çê bibe. Lê ji pêwîstiya vê encamê aliyê din jî ew e ku; kes bi zordestî kesên din, rêç û fikr û rengên din asîmile neke û ji bo vê yekê nexebite.” Xalên girîng nîşanê mêvanan kir.
Paşê jî Serokê Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê Prz. Osman Baydemir qise kir “…Warên pîroz dev di bin destê zordariyê û ziilmê de ne,” “ îro ji doyîn çêtir e, inşallah wê sibê ji îro çêtirtirîn be” “mil û dest bidin hev û bişxulin, raman çiqas cûda be û ser vê jî bi serkeftî ku em bi hev re bimeşin wê dahatû ewqas baş be…” “ …li gor islamê bira li birayan zilmê nake” “Nûbihar, bihara zimanê kurdî ye” gotin û xebatên Nûbiharê pîroz kir.
