Komeleya me ji alê Şaxa Wanê ve di 31/07/2013an roja çarşemê de li (Wan Şîşlî Mala Mamosteyan) xwarina fitarê da mêvanên xwe. Gelek niviskar, nûjdar, nûnerên saziyên civakî, nûnerên karsazan, rêberên baweriyê, kesên zanayê olî û siyasetvan , rojnamevan nêzîka 400 kes beşdarî fitarê bûn.
Beriya fitarê Serokê komeleya me (Şaxa Wanê) birêz Mamoste Henifi TAŞKIN axifî û got: “Binavê Xwedayê rehman û rehîm
Gelî mêvanên ezîz û qedirbilind hû tev bi xêr û xweşî hatine fitara Komeleya me.
Hemd ji Wî Xwedayê re be ku welateki mîna cenet diyariyê me kiriye.
Hemd ji Wî Xwedayê re be ku xwerina mafê tu gelî nekiriye para me.
Hemd ji Wî Xwedayê re be ku zêdetirê pêncsed saliye ku bi pîlan û bê pîlan ji bona bişaftin û jibîrkirina zimanê me xebitîne lê sed şikir biserneketine. Lê êdî ew jî bi xwe bawernakin, li çareke din digerin.
Hemd ji Wî Xwedayê re be ku em ji roja ku çar dewlet ji bo tefandina me diciviyan û lihevdihatin. Ji hev xeyîdandin. Nûnerê çar perçeyê welatê me anîne cem hev.
Bi qasî kuliyê berfa çiyayên Kurdistanê selat û selam li ser Fexrê Kaînatê Hezretî Muhemed selelahû eleyhî weselem be ku gotiye: “bîstû lîutemîme mekarîmel exlaq” yanî : hatina min ji bal Xweda ve ji bo temamkirina exlaqê heseneye.
Belê ez dixwazim di derheqê Nûbiharê de hîn agahiya bidim we: Nûbihar bi mena bihara nû ye. Em xwendevanên Kovara Nûbiharê ne. Kovara Nûbihar bi rêberiya pakrewanê qedirbilind Îzedîn YILDIRIM di sala 1992an de di derfetên dijwar de dest bi weşanê kir. Kovara Nûbihar ev şert û mercê hana tevan de bi ser ket weşana xwe berdewam kir. Em û Kovara Nûbihar wekî sazî ji hev cudane. Lê em wan jî wek xwe dipejirînin. Ji ber ku em bi dilê xwe yek in.
Mêvanê hêja, Navenda Komeleya Nûbiharê di hezîrana 2011an de li Amedê hate damezrandin. Ji bîlî navendê sê şaxê Komeleya Nûbihar hene. Yek li Batmanê yek li Mêrdînê yek jî ya me ye.
Belê barê ser mile me giran e. lê em vê rastiyê baş dizanin. Em bawer dikin ku wê dîrok xebatên Nûbiharê bi tîpên zêrîn binivîse. Ji ber ku Nûbihar dibistana kurdiye. Nûbihar pira di navbera do û îro ye.
Cardin ez li ser navê Komeleya Nûbiharê dibêjim: Hûn bi xê hatin e. Xwedayî Alemê rojî û nimêje me hemiyan bipejirîne. Û van roj û şev û cejnên pîroz bike sedema aşîtî û aramî û azadiya miletên mezlûm. Û bibe mizgînî ji bo biratiyan gelan. Noşî canê we be.
Ji bo beşdarbûna we gelek sipasiyan dikim.
Pêşiya fitarê Qur’an hate xwendin û bi bangdanê fitar dest pê kir.
Piştî xwarinê damezrînerê komeleya me ya Nûbiharê birêz Abdullah Şahin dest bi axaftinê kir û got: “Bismihi subhanehu we în mîn şey’in îlla yusebbîhu bîhamdihî esselamu aleykum Werehmetullahî weberekatuhu
“ Mebde-ê her ‘îlmekî navê ‘Alîm
Hemd û sena û şukran-i
Ji bo wî Xaliqe Rehman-i
Ku fesahet daye lîsan-ê
Lîsan daye însan-ê
Mêvanên hêja, qedirbilind û bi rûmet! Hûn bi xêr hatine û remezana weyî pîroz bi xêr û bereket û mexfiret derbas bibe.
Ev meha remazanê bi gelek hikmetan hatiye xemilandin. Çawa ku ji aliyên hîs kirin û fêmkirina şiyandina nîmetên Xweda ve perverdekariya Xweda Teala bi rojiyê tê hîskirin. Bi awayekî jî li şukra nimetên Xweda dinihêre.
Bi awayekî din; çawa ku li jiyana civakiya mirovantiyê dinihêre ku ji aliyên meîşet û idarê ve di nava civakên de ne wekhevî heye. Lê ji aliyê azmun an îmtihana însanan ve pêwist e ku li hevudin bifikirin û destegîriya hevudin bikin. Kesên têr yên birçî jibîrnekin. Ew ên ku gihîştine mafên xwe,yên ku hê negihîştine mafên xwe jibîr nekin.
Û hikmetek çawa ku li terbiyekirina nefsê dinihêre de ku nefs di hebûnê da nekeve halekî firewnî. Ji aliyekî ve li şiyandin û nuzula Qur’ana piroz dinihêre û ji aliyên din ve jî ew însanên ku ji bona îbadetê hatin afirandin ji bona wan heyveke tîcareta axretê ye û hwd.gelek hikmetên rojiya Remezanê henin.
Mêvanên ezîz! Belê wekî hemû îbadetan di nezera bawermendan da hedef û armanc axrete û razîbuna Xweda ye. Lê bela ku em dinya û axretê ji hev na qetînin.u bi hevra dimeşînin.Pêwîste ku em ne bi nezereke dinyayî û seküler li îş û karên xweyî dinyayê binihêrin.Lewra ew axreta ku em pê bawerin,wê li vê dinyayê bête bidestxistin.Yanî wekî ku Pêxemberê me (selat û silavên Xweda li ser bin)dibêje “dinya zeviyeke axretê yê” yanî em çi tovî li vê zeviya dinyayê bireşînin emê wî mehsulî lî axretê biçînin.
Yanî bi terzekî din ku em bibêjin; Em ê bi nezereke axretî û paqij li dinyayê binihêrin.
Mesela: Pirsek ji Seydayê Bedîuzzeman tête kirin dibejin ku; “ Gelo hemiyet an xîreta dînî an jî hemiyet û xîreta millî ji me re lazîmtir e ”
Seyda wuha bersiv dide; “ Di nêrîna me bawermend û misilmanan de dîn û milliyet muttehîda bizzat e yani bi hevranin, ji hev û din nayên veqetandin.”
Belê em di pratika jiyanê da ne ji bona dinyayê dev ji axreta xwe diberdin. Û ne ji bona axretê dev ji dinyaya xwe diberdin. Carek din wekî ku Seyda dibêje, “ Emên dinyayê ne kesben an bi xebatê lê emên qelben terk bikin.” Yanî em ê muhebbeta dinyayê nexine qelbên xwe. Lê heta ku ji destê me were em ê bixebitin û faîde hem bidin xwe û hem bidin însanên din. Wekî ku pêxember (a.s) dibeje ku; “Xeyrun nasî men yenfeun nasî/xeyrun nasî enfeehum lînnasî ” Yani baştirê însanan ew e ku menfeetê an faîdê bide însanan.
Ew kesên ku tam dema bidestxistina hinek karên dinyayê, bi navê dîn û misilmanti û axretê ji me re bibêjin ku ; “dev ji dinya xwe berdin, dinya ne baş e.” “ Em ê jî ji wan kesan re bîbejîn ku; Bi rexma we û ser eksa we re, em dixwazin ku hem weki însanên an jî milletên li ser ruyê dînyayê bi bextewarî û dilşadî û dilaramî dijîn, em ê jî bi seadet û rehet û bextewarî bijîn. Lewra ev mafekî meyî tebiî û fıtrî siruştiye. Û hem em ê ji bona axreta xwe jî bi şuureke
Qur’anî xebatê bikin û bijîn.
Û em naxwazin ku hinek kes jî li ser navê seadeta dinyayê bila ji me re ne bêjin ku werin dev ji xebata axreta xwe û jiyaneke bi dilsozî ya di rêça Qur’ana piroz û li ser evdîtiya Xweda terk bikin.
Na em ê ne dev ji dinya xwe ne jî dev ji axreta xwe neberdîn. Em ê ne bi du basikan tenê bi gelek basikan bi awayekî zulecnîha di meydana pêşbaziya mirovantiyê da bifirin û bigihêjin milletên serkeftî bi rûmet û bextewar inşaellah.
Mêvanên Ezîz û birûmet ! Lê belê di pêşketina vê meydana pêşbazî an musabeqeya mirovantiyê da hinek şert û merc pêwist in.
Seydaye Bedîuzzeman dibeje ku; “ heyat neticeya/encama wahdet û îttihadê ye.” Yani; zerre, hucre û uzvên însan ku li bal hevudin bin, an bi hev re bin. Ango li ser yek armancê hatibin bal hevudin, wî çaxî heyata însan didome û çêdibe. Yanî mêjî, dil, çav, dev, dest, ling û hwd. hemu uzwên însan ku li bal hevbin bi hevra bi tifaqî yekitiyekê çêbikin wî çaxî jiyana însan di kemilê û însan dibe însan.
Lê ne pêwîst e ku çav bibe dev an ling bibe dil an mîde bibe neynok. Yanî her yek bi rengên xwe, bi wezîfa xwe û li ser qabiliyet û îstidadên xwe tifaqiyê bi wan uzwên din ra çebikin û meqsed û armancan wan bibe domandina jiyana wî insanê xwedî jiyan.Di heman demênde her uzwek dikare xwe bi xebatên taybet bi pêşda bibe. Yanî çawa ku lingên an milên an hafizeyên an destên hinek kesan bi qewettir dibin ligora wan uzwen wayî din.
Ger di nav wan uzwan de hesûdî,çavnebarî,dijminatî û reqabeta neerêni çebibe însan nabe însan û nabe xwedî jiyan.Weki ku Seyda Bediüzzeman dibeje ku ; “ Pêwîst e ku çav eyb û qusurên guhan veşêrin û nebînin. Ziman di aleyhê uzwên din da xeber nede û hwd.” Ji aliyên hinek kesan ve her parçeyek ji wan uzwan wê bi hinek meqsed û armancên din bêne bikaranîn. Hebûn û jiyana maddi û maneviya neteweyan an milletan jî wekî mînaka ku me li ser şexsan gotibû ye.
Hebûna an xwedîheyatbun û jîndarîbuna milletekî jî encex bi tifaqî û îttihad û yekîtiya hemu cure û rengên ku millet jê çêdibe pêk tê.
Yanî jîndariya millet bi tifaqi û yekîtiyeke di meqsedê eslî de ango ew şertên ku millet bi milletî jiyana xwe bidomîne pêk tê.Ev naye wê wateyê ku meslek,meşreb,rexistin,sazî,komele û parti tev bibin yek reng an xwe biguherînin.Yani yek bibe yên din.Yanî sor bibe kesk,zer bibe kesk.Na ne eve yekîtî.Yekîtî bi armancu hedefa parastin û domandina jiyana neteweyê kesk û sor û zer bi hevra bin. Yek yekî inkar jî neke û dijminatiyê jî neke. Ev welat û ev millet bi hemu rengên xwe wekî bexçeyên lalezer û gulan e.Her yekî li gor fikru baweriya xwe xebat û xizmeta milletê xwe bikin.
Lê dema ku mijar hate ser parastina mafên millet an neteweyê tev bibin yek.Hêzên xwe texin yek û li diji dijminê maddî û maneviyên millet bi tifaqî,bi yekîtî têkevin cepheyê parastinê.
Ev esas esasekî jiyana mirovantiyê ye. Yanî di alema insaniyete da jî lazime ev naskirin û hevkari hebe.Yanî dema ku hinek dijmin û neyarên mirovantiyê li ser gerduna kal û pîr peyda dibin, wî çaxî hemu cure û reng û dewletên li ser ruyê dinyayê ji bona wan dijminên insaniyetê ji holê rakin dibin yek. U hemu bi hevra tekoşîneka maddî û manevî pêk tînin. Weki ku pêxember (a.s)di hilfulfudulê de cîh girtiye. û mafên mirovan bi niyeta xwedîderketina hîssa însanî li kesên mezlum û bindest xwedîderketiye. Di alema İslamê da jî pêwîst e bi vî awayî be. Wi çaxî wê ev gerdun bibe behîşteke muweqqet . Û wê bibe mînaka behîşta ebediya bê dawî.
Em pê bawerin ku dem dema tifaqiyêye. Bi tifaqî û yekîtiyê serfirazî û serkeftina millet wê çebibe. Lê ji pewîstiya vê encamê aliye din jî ew e ku; kes bi zordestî kesên din, rêç û fikr û rengên din asîmile neke û ji bo vê yeke nexebite.
Weki ku seydaye Bediuzzeman Mela Seid’ê Kurdî dibeje; “Ey gelî Kurdan! Di îttifaqê da quwwet,di îttihadê da heyat,di biratiyê da seadet,di hukumetê da silamet heye.Kapika îttihadê û şerîta muhabbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas bike…” “ Û hemiyet û qeweta xwe ya ku wekî wan dilopên avê ku yeko yeko dikevin û hunda dibin bi fikra milliyetê tewhîd û mezc bikin.” Yani yekitiya hemiyet û qeweda xwe bi fikre milliyetê qewî bikin, çêbikin ku ji hunda bûnê hûn xelas bibin.
Mêvanên Ezîz, bi rûmet û qedirbilind!
Tovên van kulilken Nûbiharê di demsala payîz û ziwistanê da hatibûn reşandin. Em pê bawerbin ku wê Xaliqê û Afirînerê Alemê vê duaya me ya bi dilsozî dê qebul bike. Me gelek zehmet kişand gelek asteng derketin rêya me. Nexasim gava ku asteng û su-î zan ji aliyê bawermend û şagirdên Ustadê me Bediuzzeman Mela Seide Kurdi ve dihatin, em zêdetir pê di êşiyan. Lê îro vaye gihişte vê astê. Em pê bawer in; dema ku xebat ji dil û can be wê deng ve de. Lê ji bona domandina xebatên an xîretkêşiyên jî; alîkarî, hevkarî û desthev girtin lazim e. Yani lazim e bawermendên bi van karan, destên xwe bixin bin bar .Hinek kes bi fikrên xwe, hinek kes bi canên xwe û hinek kes jî pêwîst e ku bi malên xwe bikevin binê bar. Domandina jiyana hemû tişta jî wekî ku me di destpêka axaftina xwe da gotibu; encex bi hevkari, alikari û desthevgirtinê çêdibe. Ez dixwazim di vî warî da jî ji Seydayê hêja hevoke kê neqil bikim.
“Ger kesên zîrek,zekâta zekaweta xwe, û dewlemend welew zekâta zekâta xwe ji bona berjewendî û menfeetên milletên xwe serf bikin. Dê wê demê milletê we jî di rêya peşveçûn û serkeftinê de bigihîje milletên din.”
Bi hêviya ji bona berjevendiyên an menfeetên milletê me tifaqî, hevkarî û alîkarî yên maddî û manevî.
Silav û Rahm û bereketa Xweda li ser we be. Afiyet noşican be. Û ev Remezan a pîroz bibe sedemê xêr û bereket û mexfireta me. û ev xêr û bereket û duayên ku têne kirin di dergahê Xweda de bibin vesile ji bona xelasiya milletê me û hemu milleten mezlum, ji bindestiya zilm û zordariyê…
Esselamu aleykum werehmetullahî weberekatuhu ebeden daîmen…”
