HomeÇalakîFitara Navenda Komela Me

Fitara Navenda Komela Me

Navenda Giştî Komeleya me, Nûbiharê wek her sal îsal jî ji bo meha remezanê bernameya fitarê li dar xist û fitar da.

Bernameya îsal li otêla Lîlûzê hat lidarxistin û Muteveliyê Weqfa Zehrayê Abdûllah Şahîn Parlementerê Diyarbekirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan, Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Firat Anli û Gultan Kişanak,  û nûnerê komeleyên din, nûnerê hin cimaet û saziyên civakî yên sivîl, rûspî, karsaz û gelek welatî beşdarî fitarê bûn.

Bernameyê bi xwendina Quranê dest pê kir. Piştî ku Seyda Bayram Kanarya Qur’an xwend vexwendiyan li ser projeksiyonê xebatên Komeleya Nûbiharê temaşe kirin.

Piştî ku fitar hat vekirin Serokê Komeleyê M. Rauf Çîçek di serî de, Rêvebirê Weqfa Zehrayê Abdullah Şahîn, Hevserokê Şaredariyê Fırat Anli û Parlementer Altan Tan axivîn.

Çîçek der barê hîm û esasên komeleyê de agahî dan û bi bîr xist ku doz û armancên mezin li ser hîm û esasên zexm divên û wiha got: “Tov û şitlên fikriyata Nûbiharê beriya sih salan hatibû avêtin. Di vî sih salên borî de yek ji hîm û esasên ku Nûbiharê ji xwe re kiriye destûr xizmeta gel e. Dostên ezîz, em piştî baweriyê herî zêde giringiyê didin emelê salih ku ew jî ji xizmeta gel, welat û mirovahiyê pêk tê.”

Çîçek diyar kir ku dîn di eslê xwe de ji bo bicihkirina edaletê û alîkariya hejar û bindestan hatiye û wiha pê de çû: “Lê mixabin piştî serdema zêrîn a pêxemberê me,  dîn ket nav lepên desthilatdarên zordar û dînê xizan û bêkesan bû darê destê desthilatdaran. Çawa ku di sedsala dawiyê de li cografyaya me bi vî rengî zilm hebû, hê jî ev zilm dewam dike.”

Çîçek destnîşan kir ku ew ji bo vejîna HÊVİyan dixebitin û wiha dewam kir: “Em ji bo ku di jiyana civakî û siyasetê de rastiyê bi cih bikin, dixebitin. Em dijminê dijmintayiyan û dostên hezjêkirinê ne. Înşeallah em ê heta hetaniyê li ser van esasan bin.”

– “Bawermend bi fanîbûn û bidawibûna dinyayê, bawer in”

Rêvebirê Weqfa Zehrayê Şahîn jî rojî û remezana vexwendiyan pîroz kir û got ku bawermend bi fanîbûn û bidawibûna dinyayê û bi bêdawibûn û beqaya axretê bawer in û wiha pê de çû:

“Em bi vê yekê bawer in ku mirov divê li gor vê baweriya xwe ya teorîk, jiyana xwe bidomînin û emel bikin. Bi taybetî jî ev heyva remezanê vê baweriyê têkûz dike an jî pewîst e ku hêza vê baweriyê zêde bike.Yanî ev heyv, heyveke wisan e ku pewîst e misilman li peşberî emrên Afirînerê alemê, adeta bihelin, bişewitin û biqemirin. Bêemriya Xwedayê xwe nekin û di hereketên xwe de jê bitirs bin. Hem tiştên ku em bi navê Wî dikin, an li ser navê dînê Wî dikin û di heman demê de ew tiştên ku em xwe jê vedikişînin, lazim e ku li gor emrên Wî û daxwazên Wî bin. Yanî di daîreya îxlasê de bin. Dîn texsîsê Wî bikin. An jî pêwîst e ku em xwe ji riyakarî û durûtiyê biparêzin.”

Şahîn bi bîr xist ku yekîtî û jiyana bihevre pêwîstiyeke mirovantiyê ye û wiha dewam kir: “Destegiriya jiyana mirovan, esas û prensîbekî dînî ye. Yanî di dîn û baweriyê de heyatdayîn, jiyan û alîkariya jiyanê esas e. Bi tebîrên erebî teavun û tesanud û îhya esasê jîyanê ne.”

– “Em kuştinên li ser navê cîhadê qebûl nakin”

          Şahîn got em di cîhaneke wisa de dijîn ku li ser navê dîn an li ser navê Xwedê bêemriya dîn an jî Xwedê tête kirin û wiha pê de çû: “Ji tifaqiyê zêdetir adeta mîrov li ser niqteyên bêtifaqiyê lêkolînan dikin. Ji îhya, teavun û tesanudê zedetir, li ser îmatê yanî kuştin, nifaq û bihevdeketinê tête sekinandin. Yanî bi kurtasî em dikarin bibêjin ku li ser navê dîn û baweriyê jî û li ser navê seadeta dinyayê jî hin kes ji wan kesên din re dinyayê teng dikin û wan dikujin û jiyana wan bi dawî dikin. Em nikarin vê yekê qebûl bikin ku hin kes herin, bi navê cîhadê, misilmanên ku ne ji mezhebên wan in an ne ji meslek û meşrebê wan in, ne ji partî û rêxistin û saziyên wan in, bikujin.”

– “Organîzasyon ne Îslamî û Quranî ne”

Şahîn li ser organîzasyonên ku li ser navê yekîtiyê tên çêkirin wiha got: “Organîzasyonên ku li ser navê yekîtî û destegiriya şîa têne çêkirin, an jî li ser navê yekîtiya ehlêssunne têne çêkirin û hîssa dijminatiya wê taîfeya din tête dayîn, ne Îslamî û Quranî ye. Lazim e em ji vê fitneya navbera alema Îslamê hayîdar bin. Her firqe, mezheb, meslek û meşreb bila ji bo pêşketina xwe xebatan bikin. Lê ne lazim e ku dijminatiya wan firqeyên din bikin. Divê em bi vê yekê bizanibin ku dema hîssa dijminatiyê di navbera van firqeyan de çêbibe, bi deh salan heta bi sed salan em nikarin vî exlaqê nebaş ji nav misilmanan derbixin.”

– “Ev welat bi kesk û sor û zer a xwe xweşik e”

Şahîn bal kişand li ser hîsa dijminatiya saziyên kurdan û wiha pê de çû: “Der heqê rêxistin, sazî  û partiyên Kurdan de jî em nikarin vê yekê bibêjin. Dibe ku bawerî û xebatên xizmeta miletê Kurd, di hemû partî, sazî û rêxistinan de ne wek hevdu bin. Ne wek hev bifikirin. Ev yek normal e, lê ya anormal ew e ku partî û saziyên Kurdan hevdu xirab bikin, bi hevdu re şer bikin û di eleyhê hevdu de bin. Salek berê min bi tebîreke mecazî wiha gotibû: ‘Ev welat bi kesk û sor û zer a xwe xweşik e.’ Ne lazim e ku sor zorê bide ser kesk û zerê da ku illa bikevin rengê wê, yanî sor bibin. Kesk ku bibêje sor çima kesk nabe an zer bibêje bila her du reng jî werin ser rengê min. Yanî bi kurtasî ev welat bi rengê xwe yê kesk û sor û zer xweşik û delal e. Lê lazim e ku hemû rengên Kurdan ji bo berjewendiyên miletê xwe bixebitin. Pêwist e ku hemû hêz û rêxistin, sazî û partiyên Kurdan çavên xwe berdin hedef û armancên bilind û qusûr û kêmasiyên hevdu yê piçûk nebînin.”

– “Em di hedef û armancên giştî de nêzî hev bibin”     

Şahîn got ku divê em realîteya newekhevbûna di navbera însanan de qebûl bikin û wiha dewam kir: “Divê di hedef û armancên giştî de heta ku ji dest tê, em nêzî hev bibin, lê bi hemû awayan wekhevbûn, wekhevfikirîn û di teorîk û pratîkên jiyanê de wekhevbûn ne mumkûn e. Divê em sifetên wan ên baş, qenc û mezin bibînin.”

– “Nêrînên Îlahî û Wehyî ji yên însanî û beşerî cuda ne”

Şahîn li ser nêrîna Xwedayî û beşerî jî sekinî û axaftina xwe wiha temam kir:

“Em vê rastiyê jî bînin ber çavên xwe ku nêrînên Îlahî, Wehyî, Semavî û nêrînên beşerî û însanî ji hevdu cuda ne û divê em van ji hevdu veqetînin. Heke ku em vê yekê nekin, ew xeletiyên însanî û beşerî yên ku li ser navê Xweda û dînê Xweda têne kirin, em ê ji ber van xeletiyan haşa yan Xweda û dînê Xweda îttiham bikin an jî înkar bikin û dev ji rêça dîn berdin. Ev jî xeletîyeke mezin e. Wek vê yekê dema ku hin kes li ser navê Kurdîtiyê hin xeletîyan bikin, em ê bibejin (haşa) ‘Kurd tev nebaş in’ û ‘Em ne Kurd in’. Di encamê de ev yek jî xeletîyek e. Lewra di van şîrove û tefsîrên beşerî de mirov gelek caran bi hîssa reqabet, çavnebarî an jî bi hîssa desthilatdarî û hakimiyeta maddî hereket dikin. Di dîroka cîhanê de van însanên zalim û cehûl (weki tebîra ayetê) gelek nebaşî û zilm li însanan kirine. Ne lazim e ku em careke din vê dîroka bixwîn di rojhilata navîn de an jî di welatê xwe de dubare bikin. Li Ewropayê dêr û qesran, mezheb û dewletan bi qasî 30 salî, 50 salî û 100 salî têra xwe şer û ceng kirine. Bi sed hezar û milyonan mirov hatine kuştin. Di encamê de westiyane, hişên xwe dane serê xwe û ketine rêya behiştkirina dinyaya xwe. Em rewşa wan a kevin dubare nekin. Rewşa wan a ku ji bo milletên xwe difikirin û tetbîq dikin em ji xwe re mînak bigirin.”

– “Rojava gelekî mihtacî alîkariyê ye”

Hevserokê Şaredariyê Anli ji bo lidarxistina vê bernameyê ji Komeleya Nûbiharê re sipas kir û Vedat Aydin û kesên ku di merasima cinazeyê Aydin de hatin kuştin bi bîr anîn û wiha got: “Em her rojê wek roja bibîranînekê, wek salvegera komkujiyekê pêşwazî dikin. Înşeallah em ê ji îro pê ve bi hev re li ser vê erdnîgariya qedîm a Rojhilata Navîn di nav aştiyê de bijîn.”

Anli bal kişand ku li gor deh, heta sed sal berê li her çar aliyên welêt gelek guhertinên mezin çêbûn û wiha dewam kir: “Gelê her çar perçeyan hevdu baştir nas kirin û têkiliyên di navbera wan de xurtir bûn. Îro di nav kurdan de perçeya Rojava ji hemûyan bêhtir pêdiviya wê bi yekitî û yekgirtina kurdan heye. Li Kobanê tenê ardê sê rojan maye. Dê sê roj şûnde ardê Kobanê biqede. Ava bendava wan jî di ser wan de hatiye birîn. Av jî tuneye. Ez hem ji ber hiqûqa Îslamî, hem ji ber ya mirovahî û hem jî ji ber ya kurdewariyê bangî vexwendiyan dikim ku ew gelê rojava bînin bîra xwe û piştgiriyê bidin hewara Rojavayê.”

 Anli da zanîn ku li wê derê zar û zêc, pîr û kal, jin û ciwan di bin xeterê de dijîn û wiha got: “Ne tenê saziyên welatê me, saziyên îslamî yên cîhanê jî li ber vê trajediyê bêdeng in. Bi boneya meha Remezanê em banga agirbestê li aliyan dikin.”

– “Nûbihar rûmeta Kurdên Misilman e”

Parlementer Tan li ser xizmeta Nûbiharê sekinî û got ku “Nûbihar rûmeta kurdên misilman e” û wiha dewam kir: “Ev kovar ji 20 salî zêdetir e ku di xeteke biîstiqrar û îstiqameteke rast de xizmeta dîrok, çand û edebiyata kurdî  dike. Xwedê rêya wan vekirî bihêle.”

Tan bi bîr xist ku hemû alema Îslamê û Rojhilata Navîn dişewite û wiha pê de çû: “Di serî de Filistîn, Misir, Rojava, Kerkûk û Xeze bila Xwedê Teala rihma xwe li ser her derî bibarîne û avekê li vî agirî bike. Xwedê Teala ji me re jî aştî û aramiyê nesîb bike û rêya jiyana hevpar li pêşiya me veke.”

Bername piştî çayvexwarin û nimêjkirinê qediya.

Ji fitarê çend wêne:

DSCF4814

nubihar2

nubihar3

nubihar4