Qursa Kurdî ya bi zaravayê Kurmancî ya zarokan ku di 03.10.2014an de li Nûbîharê destpêkirîbû di 29.05.2015de qediya. Di qursê da her êvara înî zarok dersa Kurmancî hîndibûn.
Di dawîya qursê de Komeleya Nûbiharê Bawername da zarokên ku beşdarê qursê bibûn. Zarokan digot ku “Em ji Nûbiharê û ji zimane kurdî pir hezdikin”
Ev zarokên ku me navê Zarokên Nûbiharê li wan kiriye ; ji bo ku zimanê xwe ye zikmakî hîn bibin dan xwe û xwe betilandin em jî ji bo zarokên Nûbiharê serkeftin dixwazin û hemû zarokên ku dixwazin zimane dayîkê hîn bibin dawetî nav Zarokên Nûbiharê dikin.
Mamosteyên Qursê: Benazîr Turan , Ezgî Dîlan Aykal, Gûlîstan Akcan
Amed






















