Îsal di navbera 04-06ê pûşperê de li Wanê VII. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê tê li darxistin. Ji Emerîkayê hetanî Awistralyayê ji Ewropayê hetanî Efrîkayê bi sedan nûjdar (hekîm) beşdarî vê kongreyê dibin. Di hemû beşên nûjdariyê de pêşxistina zimanê kurdî tê nîqaşkirin.
Di vê kongreyê de Komeleya Nûbiharê jî sponsor e. Ji bilî sponsoriyê Nûbihar li kongreyê standa pirtûkan vedike û bi rengê xwe kongreyê dixemilîne.
