HomeÇalakîFitara Nûbiharê Ya Şaxa Wanê

Fitara Nûbiharê Ya Şaxa Wanê

12012010830_2Deqa Axaftinê:

Birêz Şaredarê Wanê parêzer Bekir KAYA, birêz nûnerên partiyên siyasî, birêz nûnerên komel û sendîqayan, birêz nunerên  saziyên civakî yên sivîl, birêz nûnerên çapemeniyên qedir bilind û mêvanên hêja hûn bi xêr û xweşî  hatine fitara nûbihar ê. Nûbihar bêjeyek kurdî ye û tê wateya bihara nû. Belê em xwendevanên kovara nûbiharê ne. Kovara nûbiharê bi  dan pêşa pakrewanê qedir bilind Îzettîn yildirim di sala 1992’an de di bin derfetên dijwar de dest bi weşanê kir. Di bin şert û mercên dijwar de heyanî  îro hebûna xwe berdewam kir. Cihê nûbiharê  di nava Kurdan de nayê  înkar kirin. Em û kovara Nûbiharê wekî sazî ji hev cuda ne lê em wan jî wek xwe dipejirînin. Ji ber  vê yekê  em karin bibêjin ku em bi dilê xwe yekin. Lêbelê ev herdu rêxistin ji hev cuda ne.

Mêvanên hêja,
Navenda Komela Nûbiharê di Pûşpera 2011’an li Amedê hat damezirandin. Ji bilî navendê du şaxên Nûbiharê vebû ne. Ev şaxana yek li Wanê a din li Batmanê ye. Armancên   komela Nûbiharê çi ne? Em dikarin bersiva vê pirsê bi çend xalan bidin.
1. Pêş ve birina Çand, Hûner, Wêje û Zimanê kurdî.
2. Çand û baweriya xwe bi hevdu re bidin jiyandin. Ji ber ku bawerî ne astengê çandê ye û pêşiya çandê nagire.  Çanda me çanda Mezrabotan e, baweriya me jî Îslam e
3.  Em ne li hemberî tu bawerî û çandan in. Deriyê me ji hemû gerdûna mirovahiyê re vekirî ye, em hemû mirovahiyê hembêz dikin.
4.  Distûra me ya girîngtirîn em siyasetê nakin û em tevî siyasetan nabin. Ji ber ku erka me ne siyaset e.
5.  Em ê her sal di derbarê Zimanê kurdî û Wêjeya kurdî  de civînan bikin. Û em ê her salekê bikin sala rêberekî  kurd. Mînak sala 2012’an sala Pakrewan İzeddîn Yildirim e.
6.  Em ê qursên Zimanê kurdî vekin.

Hevalên bi rûmet,

Belê barê li ser milê me girane, lê em vê rastiyê baş dizanin. Em bawer dikin ku wê dîrok xebatên nûbiharê bi tîpên zêrîn binivisîne. Ji ber ku nûbihar pira navbera do û îra ye.
Cardin ez dibêjim hûn bi xer hatine fitara nûbihar ê. Xweda yê alemê rojiya me hemûyan bipejirîne û ev rojên pîroz bike sedema biratiya gelan.
Silav û rêz.
Meha Remazanê-2011