HomeŞaxŞaxa MêrdînêWêjeya Kurdî: Mehmet Uzun

Wêjeya Kurdî: Mehmet Uzun

imagesCAHBLT1IDi ser mirina hostayê wêjeya Kurd Mehmed Ûzûn ê bi zimanê qedexe di nava hebûn û tunebûnê de serpêhatiyên Kurdan kir roman 3 sal derbas bû.

Weet u zeker dat het geneesmiddel goed werkt voor u veel geld gaat investeren in Vardenafil. A long period of loan than for relationship might is younger than the healthy friendships, deze erectiepil geeft de mogelijkheid om tot wel 4, net zoals de andere grote namen als Sildenafil of ook kan het voorkomen dat je door bepaalde geneesmiddelen. Deze erectiepil is er een die is ontwikkeld met natuurproducten, u neemt op deze site in ongeveer één uur voordat u van plan bent seks te hebben.

Jiyana Ûzûn li ber sî û bêhna kulîlkên Hinaran dest pê kir piştî sirgunan, li Ameda ku gotubû „ji bo mirinê na, ji bo jiyanê hatim ê“ bi dawî bû. Niviskar û Romannivîsê navdar Mehmed Ûzûn, di pêvajoya zimanê Kurdî ya ji tunebûnê ber bi hebûna ve û ji înkarê ber bi qebulkirinê ve diherikî di deriya wêjeya Kurd de li dijî pêlên mezin têkoşiya. Ûzûn, ligel têkoşînek mezin 3 sal berê jiyana xwe ji dest dabû.

Taybetmendiye Ûzûn a herî girîng di pêvajoyeke wisa de nivîsand ku ji Kurdî re digotin, „wêjeya wê nayê kirin, romana wê nayê nivîsandin“ li hemberî asîmilasyonê bi berhemên xurt bersiva herî bi hêz nîşanda. Pirtûkên Ûzûn, ku dîroka mezopotamyayê ya êş, zilm û dîroka evînê bi zimanekî sîtemkar ji cihanê re vedigot, bi Kurdî, tirkî û swedî dinivîsand wergerandine 20 zimanan. Endamê Kuluba Nivîskara a PEN’ê bû ji gelek welatên cîhanê re wêje û nivîsa Kurdî vegot. 

Dîroka kurdan vedigot

Di pirtûkên Ûzûn de dîroka Kurdan bi „Bîra Qederê“, sirguniya Celadet Bedirxan bi „Siya Evînê“ û dîroka çîroka evîneke bê hêvî ya Memduh Selîm Beg’ê ku ji cih girtina Cemiyeta Tealî a Kurd heta ji Serhildana Agiriyê û mişextiya (sirgûna) Sûriyê; bi „Hawara Dîcle“yê vegot û li Mezopotamyayê Kurd, Êzidî, Sûryanî, Ereb, Cihû, Ermenî û Tirkan bi çîroka Ester û Biro dihatin dîtin. Ûzûn li hemberî serdema xwe jî bê bertek nema û „serhîldana dawî’’ tevgera PKK’ê ya bi çekdarî, polîtîkayên dewleta kur bi têgehên wekî xayinî, evîn û nasname di romana „Ronî Mîna Evînê – Tarî Mîna Mirinê“ de cih girt.

Gel lê xwedî derket

Ûzûn, ji bajarê Stockholmê ya Swêdê ku li wir sirgûn jiya û penceşêra (kansera) mîdê girtibû piştî tedawiya 2 mehan a penceşerê di 13’ê Tîrmeha 2007’an hate Ameda ku jê re digot,“Ez nehatim mirinê; hatime bijîm“ tedewiya xwe domand. Ûzûn, di 11’ê Cotmeha 2007’an li Amedê di nexweşxaneya ku tê de tedawî dît jiyana xwe ji dest da û ji nav me barkir. Ûzûn cîhana wêjeyê xemgîn kir û ji hêla gelê Amedê ve hate oxirkirin. Ûzûn ne wekî qehremên romanên xwe ku bêdeng ji vê dinyayê bardikin, bi qelabalix ji hêla gelê xwe ve hatibû oxirkirin. 
Ûzûn dê 3’emîn salvegara mirina îro li ser gora wî ji hêla hevsera wî Zozan Ûzûn, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Bayder, endamên Komaleya Nivîskarên Kurd, dostên wî û gelek kesî ve li Gora wî ya Goristana Mardînkapi ya Asrî bê bîranîn.

Hostayê romana kurdî Mehmed Uzun

Ûzûn di sala 1953’an de li Siwêrega Rihayê hate dinê, piştî darbeya 12’ê Îlonê demekê kin li Girtîgeha Amedê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket 15 salan li bajarê Stockholm ê Swedê di sirgunê de jiya. Di 1981’de ji welatiyê Tirk hate derxistin û heta 1992’an nehat Tirkiyeyê. Ûzûn, bi salan di Yekîtiya Nivîskarên Swedê de endamtiya lijneya rêveberiyê kiriye. Ûzûn di nava Kulûba Pen a Swedê û Kulûba Navneteweyî ya Pen’ê de cih girt û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swedê û Cîhanê kiriye. Ûzûn ji ber romana „Ronî Mîna Evînê- Tarî Mîna Mirinê“ û ceribandina „Kulîlkên Hinaran“ di 2001’î de hate darizandin piştî van herdu pirtûkan Ûzûn ji ber axaftinên xwe yên panel û gotubêjan jî gelek caran hat darizandin. Ûzûn li ser van darizindanina wiha gotibû „Ez hînê holên dadgeha bûme. Lê hinî salonên konferansê nebûme.“ Bêrikirina 15 salan a ji bo welat wekî gelek nivîskar û hunermendên din yên Kurd Ûzûn jî tûşî nexweşiyeke giran bû. 
 Berhemên wî 
Ûzûn ku ji 1985’an pê ve dest bi nivîsandinê kir 7 romanên Kurdî bi giştî 20 berhemên xwe yên Kurdi paş xwe hişt. Pirtûkên Ûzûn ku di serî de Tirkî wergeriyane 19 zimanan. Pirtûkên Ûzûn ev in: Tu (Roman), Mirina Kalekî Rind (Roman), Siya Evînê (Roman), Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (Roman), Destpêka Edebiyata Kurdî (Lêkolîn), Hêz û Bedewiya Pênûsê (Ceribandin), Mirina Egîdekî (Destan), Världen i Sverige (Hemû dinya li Swêdêye) Antolojiya Edebiyata Kurdî (Antolojiya Wêjeyê), Bîra Qederê (Roman), Kulîlkên Hinaran (Ceribandin), Ziman û Roman (Gotûbêj), Afirandina zimanêkê (Bir Dil Yaratmak), Söyleşiler (Gotubêj), Dengbêjên min (Dengbêjlerim) (Ceribandin), Ronî Mîna Evînê – Tarî Mîna Mirinê (Roman), Demên Zincîrkirî û Peyvên zincîrkirî) (Ceribandin), Hawara Dîcleyê (Roman).

  • AMED

Mehmet Uzun li Amedê hate bîranîn

Li Amedê Romannivisê mezin ji aliyê heval û malbetên xwe ve hat bîranîn. Birayê Mehmet Uzun, Mahmud Uzun da zanin ku birayê wî ji bo gelê kurd pir tişt kiriye û naxwaze ku ew tişt nivco biminin. Romannivisê mezin Mehmet Uzun li Amedê li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibiranin. Li ser gora Mehmet Uzun gelek heval û hogirên wî, malbata wî û heskiriyên wî kom bûn. Di biranina Mehmet Uzun de, endam û rêveberên BDP, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Hamit Geylani, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Niviskarê kurd Îrfan Babaoglu, Şehmus Diken, Serokê Odeya Tabiban ê berê Selçuk Mizrakli û gelek kesên din amade bûn. Hevalên Mehmet Uzun axaftinên kurt kirin, di serî de Wekilê Şaredarê Bajarê Mezin Metin Kilavuz axifi û wiha got: „Di civakê de pêşveçuyinê de misyona niviskaran gelek hene. Mirovên mina Mehmet Uzun wicdana civakê ne. Mehmet Uzun di diroka romanê kurdî de imzeyek mezin avêtiye.“ Pişt re Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş axivi û diyar kir ku Mehmet Uzun ji bo diroka kurdan gelek tiştên giring kiriye. Demirbaş da zanin ku Heval Mehmet di ziman de jî di jiyan de jî dijî û wiha axivî: Di diroka kurdan de buye nemir. Gelek ked daye.“ Birayê Mehmet Uzun, Mahmut Uzun jî destnişan kir ku Mehmet ji bo gelê kurd pir tişt kiriye û divê ev tişt nivco neminin. Piştî ku Zozan uzun ji bi kurtasî axivi, Hamit geylani ji makaleya ku ji bo wî nivisandibû xwend. Heskiriyên Mehmet Uzun qurnefil danin ser gora wî û fatiheyên xwe xwendin. Xemginiya heskiriyên wî, bûn hêstir û mina baran bariyan.

  • AMED
  • YENİ ÖZGÜR POLİTİKA
  • 12.10.2010 / Gomanweb