Di demên borî da herçend hin gavên erênî li ser teslîmkirina hin mafên zimanî hatibin avêtin jî di van salên dawî da berevajî wan pêngavên giring li vir û li wir hin burokratên dewletê yan jî hin kesên nenas di bin navê sîyasetên cuda da dijminatîya zimanê kurdî dikin. Jêbirina hişyarîyên trafîkê bi zimanê kurdî mînaka dawî ya karekî weha ye. Em wek Komeleya Nûbiharê vê rewşê protesto dikin û vî karî li dijî hevbeşîya me ya welatî û mafên bingehîn ên çandî û zimanî dibînin. Em hêvî dikin rayedarên dewletê pêşî li karên weha bigirin û nehêlin careke din dubare bibin.
Nûbihar Komele
