HomeGiştîBanga Dadwerî û Aştiyê ji bo Sûriyeyê

Banga Dadwerî û Aştiyê ji bo Sûriyeyê

                                   Banga Dadwerî û Aştiyê ji bo Sûriyeyê

“Min hûn taîfe taîfe, milet milet û qebîle qebîle afirandine, da ku hûn hevdu nas bikin û têkiliyên xwe yên jiyana civakî bizanin û alîkariya hevdu bikin. Nexwe, min hûn nekirine qebîle qebîle da ku hûn bi înkarê li hevdu binêrin û dijminatiyê li hev bikin.”
(Meala kurt a Hucurat 13)

“Ji zilmê dûr bikevin; lewra zilm di roja qiyametê de tarîtî ye.”
(Hedîs)

Li Sûriyeya ku ev çend sal in hewl dide ji qeyrana mezin a şerê navxwayî rizgar bibe, ev geşedanên dawî berevajî rêya silametî û aştiyê dibin sedema kûrkirina hin pirsgirêkan ku xwedî paşxaneyeke dîrokî ne. Pêkhateyên etnîkî û dînî yên li Sûriyeyê ku bi ruxandina rejîma kevin derfeteke giring a edalet û temsîliyetê bi dest xistin, nabe ku bi ferzkirinên yekperestane careke din ber bi bêedaletiyeke dezgehî ve bên kaşkirin. Di vê çarçoveyê de, nabe ku tu beş ji maf û azadiyên xwe bêpar biminîn ku Îslamiyetê û nirxên mirovî yên gerdûnî dane hemû miletan. Bi dîtina me divê pirsgirêk li ser bingeha prensîbên edalet, heqaniyet û aştiyê û bi perspektîfeke adil a Rojhilata Navîn gotûbêjkirin û hemû gelên herêmê li xwe bigire. Bextewerî û paşerojeke hevpar tenê bi vî awayî dikare bê avakirin.

Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nursî, nijadperestî û îstîbdadê wekî du nexweşiyên bingehîn pênase dike ku cîhana Îslamê ji hundir ve dirizînin. Ew destnîşan dike ku mifteya ku dê bextê Asyayê veke; meşweret, muzakere û diyaloga rasteqîne ye. Encama jêneger a nêrînên berevajî jî bi van her du tespîtan destnîşan dike:

  • “Unsur û qebîleyên Îslamî yên ku hewcedarê hev in û ji hev mezlûmtir û xizantir in û di bin zordestiya bîyaniyan de tên çewisandin, eger bi fikra neteweyî û bi çavekî hovane li hev binêrin û hev dijmin bizanin dê rê li ber karesateke weha vekin ku nayê terîfkirin…”
  • Taybetmendî û encama jêneger a nijadperestî û netewetiya nerênî ku bi daqurtina yên din xwedî dibe lihevdaneke tirsnak e û pevçûnên dijwar bi xwe re tîne.

Bedîuzzeman çareseriya giştî jî di çarçoveya vê prensîbî de pênase dike:
“Îman vê yekê dixwaze ku mirov bi rêya serdestî û zordestiyê mirovên din biçûk nexe, kesî neşikîne û li hemberî zaliman jî serî netewîne…”

Di vê nuqteyê de, bi taybetî divê krîza ku Kurd tê de ne rast were xwendin. Ev pirsgirêk, berdewamiya pirsgirêkeke giran û dîrokî ye ku ji polîtîkayên parvekirin û serdestiyê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi taybetî li hinterlanda Kurdistanê hatine meşandin, derketiye holê. Berpirsiyariya vê trajediya sedsalî ya ku emperyalîzma Rojava derxistiye, netewe dewletên yekparêz wergirtiye û wan berdewamî daye bêedaletî û îfsadê. Divê Sûriyeya nû, li hember vê zîhniyeta ku bi Îslamiyet û mirovahiyê re li hev nayê, îradeyeke nû nîşan bide û di serî da Kurdan bikaribe rûmet, hebûn û statuya hemû milet û civakên nav xwe di zemîna hiqûqê de bixe bin garantiyê û vê şerma dîrokî telafî bike.

Ji bo ku li Sûriyeyê aştî û îstîqrareke mayînde bê avakirin; divê hemû alî bi hişmendiya berpirsiyariyê tevbigerin; her cure tundî û êrîşkariyê bi awayekî teqez red bikin û piştgiriya wan sivîlan bikin ku ji ber pevçûnan ji cih û warên xwe bûne, neçarî koça navxweyî bûne û di bin şert û mercên giran ên zivistanê de têkoşîna jiyanê didin.

Komela Nûbiharê